| Li gorî agahiyan du roj berê ji aliyê 23’yemîn Tumena leşkerî ya Şirnexê li çiyayên Cûdî û Gabarê operasyonek hate destpêkirin. Di nava leşkerên Tugaya Çakirsogut a ji bo herêmê hatibûn şandin de 18 leşkeran çûna operasyona li hemberî gerîlayên HPG’ê red kirin. Ji ber leşkerên ku çawişên pispor jî di nav de nexwestin biçin operasyonê, operasyon hate betalkirin û der barê leşkeran de lêpirsîn hate vekirin. Çeka leşkeran ji wan hate girtin û der barê wan de ji sûcê ‘bêîtiatiya emir’ lêpirsîn hate vekirin û aqûbeta leşkeran nayê zanîn. Li gorî çavkaniyên herêmî leşkerên hatine binçavkirin şandine yekîneyeke din. Rayedarên leşkerî vê bûyerê red dikin. (ANF) |
No comments:
Post a Comment