Thursday, November 19, 2009

Ziman qedexe nekiribûn


19/11/2009

Tirkiye û rejîma ‘Apartheîd’ pir dişibin hev
Komeleya Parêzvanên Demokratîk a Neteweya Afrîka Başûr (NADEL) Tirkiye şiband rejîma nijadperest a apartheîd û da zanîn ku ji 6 aliyan ve dewleta tirk û ev rejîm dişibin hev. Nûnerê Afrîka Başûr ê NY’ê Pallo Jordan jî got ku rejîma apartheîd rebazên pir hovane bi kar anîn lê zimanê gel yê herêmê qedexe nekir.
Komeleya Parêzerên Demokratîk a neteweya Afrîka Başûr bo serdana Leyla Zana ya Afrîka Başûr hiqûqnas anîn cem hev û der barê binpêkirina mafên mirovan ên Tirkiye û Kurdistan de agahî dan.
Axaftina vekirinê Serokê Cape Western NADEL’ê Dr. Joey Moses kir. Moses piştî ku rêzdariya xwe bi dayîna silavê nîşanî Leyla Zanayê da dest bi axaftinê kir. Di axaftinê de bal kişand ser rêbazên rejîma Apartheîd û dewleta tirk ka çiqas dişibin hev.
Dr. Joey Moses di axaftina xwe de diyar kir ku ew bi hatina Zanayê pir bextewar in û li ser navê rêxistinê bejna xwe li ber wê tewand. Sekreterê Giştî yê NADEL’ê di civînê de amade bûn. Dr. Moses di axaftina xwe de dîroka damezrandina NADEL’ê bi kurtasî vegot. Diyar kir ku di sala 1970’î de parêzvanên çermreş û çermspî li hember rejîma Apartheîdê NADEL’ê damezirandin. Ji ber vê jî diyar kir ku qada wan a hiqûqê xwedî ezmûneke mezin a têkoşînê ye. Dr. Moses destnîşan kir ku gelek parêzerên ku ji nav çanda têkoşîna NADEL’ê tên li Afrîka Başûr ya Demokratîk wezîr û dadgerên bilind in.

Xalên dişibin hev
Dr. Joey Moses ji bo vexwendiyan 6 xalên ku rejîma Apartheîd û Dewleta Tirkiyeyê dişibînin hev wiha rêz kirin:
1. Rejîma Apartheîd li Afrîka Başûr melez û reşikên ku piraniya civakê ji wan pêk tê bo ku ne çermspî ne zext û zor li wan kir û ew çewisandin. Li Tirkiyeyê jî bo ku kurd ne tirk in bi polîtîkayên nijadperest yên Tirikyeyê re rû bi rû man.
2. Di dema Apartheîd de melez, reşik û hîduyî nikaribûn bi awayekî azad nûnerên xwe hilbijêrin. Li Tirkiyeyê li hember kurdan heman tişt pêk tê. Gelê kurd Abdullah Ocalan wek serokê xwe qebûl dike lê ev maf ji destê wan hatiye standin.
3. Leşkerên rejîma nijadperest a Apartheîd têkoşerên mafên mirovan û şoreşger qetil dikirin. Qetilkirin bi destûra zagonan hatibû dayîn. Li Tirkiyeyê jî li dij kurdan polîs û leşkerên tirk xwedî erka kuştinê ne.
4. Xala din ya dişibe hev jî li her du welatan jî rêveber û siyasetmedarên ku ji aliyê gel ve nayên hezkirin û sûc kirine nayên darizandin. Li her du welatan jî rêber û nûnerên gelan di zîndanan de hatin qetilkirin.
5. Mijareka din ya girîng jî rewşa zîndanê ye. Li Afrîka Başûr Nelson Mandela û hejmarek zêde nûner û şoreşger di girtîgeha Robben Îslandê de hatin girtin ku niha ev girtîgeh bûye muze. Hema rewş li Tirkiyeyê jî heye. Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riyeke derqanûnî di sala 1999’an de ji Kenyayê hat revandin û piştî vê jî teslîmî Tirkiyeyê kirin. Li girtîgeha ku Ocalan lê tê girtin bi kêmanî hezar leşker peywirê dike. Ji bejahiya gravê û deryayê de mayîn hatine çikandin.
6. Parêzvanên Mandela bo ku ew parast hatin darizandin û parêzvanên Ocalan jî bo ku ew parast hatin darizandin.

Mandela û Ocalan
Leyla Zana jî li ser mijarê bi berfirehî agahî dan. Zanayê diyar kir ku ji bo Afrîkaya Başûr Mandela çi be ji bo me kurdan jî Ocalan ew e. Leyla Zanayê destnîşan kir ku ji bo desthilatdaran elmas, ji bo mazlûman jî dostanî esas e. Zanayê bi vê peyta xwe hevkariya kurdan û Afrîka Başûr diyar kir. JOHANNESBURG

Ziman qedexe nekir
Di resepsiyona ku ji bo rûmeta Zanayê hat dayîn de Endamê Desteya Rêveber a ANC’ê û Wezîrê Çand û Hunerê Pallo Jordan jî axivî. Jordan ligel van sifatan Nûnerê NY’ê yê Afrîka Başûr e jî. Di axaftinê de hat diyarkirin ku li Afrîka Başûr desthilatiya faşîst ya nijadperest hemû cureyên zor û zordestiyê bi kar anîn lê bilî qedexekirina ziman. Jordon destnîşan kir ku Tirkiyeyê ziman jî qedexe kir. Jordon ji ber serdana Zanayê spasiya xwe û welatê Afrîka Başûr pêşkêş kir.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment