Thursday, November 19, 2009

Şahidên Taniş û Denîz diaxivin


19/11/2009

Têkildarî kuştina Serokê HADEP’ê yê Sîlopiyê Serdar Taniş û rêveberê rêxistinê Ebûbekîr Denîz yên di 25’ê çileya 2001’an de li Silopiyê li Qerqola Leşkeran a Navçeyê hatin binçavkirin û piştre jî heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin pêşveçûnên nû derketin holê.
Li Kerboranê bi gotegotan be jî, agahiya gelek kesan ji windayiyên Silopiyê heye. Bi salan e li Kerboranê ev agahiya windayan di nava gel de tê axaftin lê ji ber tirsê bi fermî nehatibû axaftin. Kesên bûne şahidên bûyerê agahî dan. Di nav şahidan de amirê zabiteyan yê wê demê, ajokarê kepçeyê, mele û kesên di encama cenaze hatin definkirin de bûyer dîtine û bihîstine nêzî 10 kesan agahî dan.
Şahidê bi navê Davut Yon têkildarî mijarê wiha got: “Birayê min yê bi navê Nedîm Akyol di sala 1995’an de ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û piştre jî me tu agahî jê negirtin. Birayê min li cem min birin piştî 3-4 saet şûnda ez çûm bi birayê xwe pirsî lê gotine min ‘me birayê te nedîtiye’ Min jî piştî wê rojê heya niha li derdorê Kerboranê dema ku pevçûnek an jî cenazeyek hatiba dîtin ji ber ku min digot dibe ku birayê min be, min berê xwe didayê. Lê min birayê xwe nedît. Di sala 2001’an de leşkeran cenazeyek anîn li Goristana Taxa Safayê dê veşartiban. Ez jî çûm min berê xwe da cenaze, cenaze yên li Silopiyê hatine windakirin yê Serdar Taniş bû. Di vê demê de me agahî dan xizmên Daniş. Malbatê serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê jî wêne nîşanî wan dabûn ji ber ku ne Daniş bû gor nehatibû vekirin. Lê min bi çavên xwe dît.”

Bi betaniyan pêçan
Şahidê şahid, Seyît Abdullah Gezer jî anî ziman ku şahidê bûyerê ji wî re gotiye di meha sibata 2001’an de di televîzyonê de bihîst ku Rêveberên HADEP’ê yên Sîlopiyê hatine windakirin û di nûçeyên televîzyonê de wêneyên wan dabûn. Şahidê bûyerê wiha ji min re got: “Piştî nûçeya televîzyonê xebatkarekî şaredariyê ji min re got ‘Min ev her du kes dîtine. Duh bi şev ji aliyê leşkeriyê ve tu cenaze hatin. Şaredarê Kerboranê ji me re got bibin li goristana taxê defin bikin. Me xwest em cenazeyan bişon û kefen bikin, lê leşkeran destûr neda me. Cenaze bi bataniyan hatibûn pêçan. Min vekir û li rûyên wan nêrî. Piştre me ew defin kirin. Min fam kir ku ew kesên di televîzyonê de wêneyên wan hatibûn dayin in. Yek bi simbêl bû yê din bi rih bû. Piştre me xwest em bigihin malbata wan, lê em negihiştin malbata wan.”
Peywirdarê Şaredariyê ku beşdarî definkirina cenaze bû û nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku wiha axivî: “Di wê dîrokê de me cenaze ku navê wan derbas dibe defin kir. Leşker xwest em cenaze defin bikin. Wê demê me 3 karkerên şaredariyê bi kepçeyê cenaze defin kir. Ji ber ku bataniye li cenazeyan pêçabûn me rûyê wan nedît. Leşkeran destûr nedan ku em wan bibînin û bişon. Jixwe leşkeran derdora goristanê dorpêç kiribûn. Ji me dixwestin ku em zû bikin. Me saet di dor 20.00 û 21.00’ê şevê pêk anî.”

Cenaze bi traktorê anîn
Şahidekî din ku nexwest navê xwe bêje jî anî ziman ku cenazeyê Serdar Taniş ku li Sîlopiyê hate windakirin anîne Kerboranê û wiha got: “Cenazeyek anîn Kerboranê. Cenaze bi traktora H. Î. A. anîn navçeyê. Rayedarên Şaredariyê gotin gorê zêde kûr nekolin, dê rojek were malbat dê cenaze bibe. Piştî wê welatiyekî din gora xizmê xwe ku nêzî gora Taniş bû, bi kevirê mermer û hesin pêça û ji ber vê yekê gora Taniş winda nebû. Ji ber vê yekê ez bawerim ku ev gor a Serdar Taniş e. Divê malbat bê û teqez gorê vekin. Cenazeyekî din jî li nêzî Fermandariya Cendermeyan a Çelik defin kirin. Li Goristana Gundê Seyfiye defin kirin.”
Operatorê Kepçeya Şaredariya Kerboranê ku heta sala 1999’an dixebitî Halîl Durmaz jî destnîşan kir ku wê demê gelek kes defin kirin û wê demê bihîst ku ev cenaze aydî windayiyên Sîlopî ne.
Li gorî agahiyên şahidan gora li deriyê Goristana Micir Sefa milê çem ê rastê li ser gorê derabeyê şîn ku li ser “P, ?, K, G” hatiye nivîsandin e. Dema cenazeyê Serdar Taniş hate definkirin wê demê ji ANAP’ê Mahmut Kiliç, Şaredar bû. MÊRDÎN (DÎHA)

Hestiyên wan jî ‘winda’ bûn!
Hestiyên 8 kesên ku ji aliyê Fermandarê Teqawîtbûyî yê Tugaya Komandoyan a Boluyê Yavuz Erturk ve li Licêyê hatibûn binçavkirin û ew li navçeya Pasûrê kiribûn goreke tomerî winda bûn.
5 kesên ji malbata Bulut di 1994’an de li navçeya Licêya Amedê ji aliyê leşkerên Fermandariya Tugaya Komandoyan a Boluyê ve hatibûn binçavkirin piştre hatin windakirin. Malbata Bulut bi salan aqûbeta zarokên xwe geriyan. Piştî ku li gundê Bagcilar a Pasûrê 8 cenaze hatin derxistin ketin nava hewldanan. Di encama testên DNA’yê de derket holê ku hestiyên ku hatine dîtin aydî Alî, Ekrem, Ramazan Bulut û Mehmet Orhan in.
Malbatên Bulut û Orhan piştî 15 salan gîhiştin hestiyên zarokên xwe. Lê Dozgeriya Komarê ya Pasûrê bersiva “êm nizanin hestî li kû ne, hestî winda bûn” da malbatên ku xwestin hestiyên zarokên xwe bigirin.
Der barê mijarê de parêzerê Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Amedê Serdar Çelebî wiha got: “Malbat piştî 15 salan be jî tenê hestî bin jî dixwazin goreke ji bo zarokên xwe çêbikin û ji bo wan dua bikin. Tên ba me digirîn û alîkariyê dixwazin. Ev çi hal e. Li emaneta edlî hestî winda dibin. Vê yekê di malbatan de texrîbateke mezin a manewî derxist holê. Em nizanin çi bersivê bidin van malbatan.”
Cenazeyên 8 kesên ku li Licêyê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û piştre li gundê Bagcilar a Pasûrê bi awayeke hatine şewitandin hatin dîtin. Cenaze piştî otopsiya ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Pasûrê li heman cihî hatin definkirin. Di 2003’yan de piştî serlêdana malbatan gora li gundê Bagcilarê hate vekirin. Di encama testên DNA’yê de derket holê ku hestî aydî Hasan û Mehmet Orhan in. Piştre di 2008’an de malbata Bulut serlêdan kir. Di encama testa DNA ya ku Saziya Tiba Edli ya Stenbolê hate kirin de derket holê ku hestî aydî Alî, Ramazan û Ekrem Bulut in. Lê 3 cenazeyên din aydî kê ne nehat tespîtkirin. AMED (ANF)

No comments:

Post a Comment