Thursday, November 19, 2009

'Komkujî bila bê lêkolînkirin'

19/11/2009

Parlamenterê DTP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs, ji bo ku di navbera salên 1937-1938'an de di Serhildana Dêrsîmê de tiştên hatine jiyandin bêne lêkolînkirin pêşniyaname da meclîsê.
Parlamenterê DTP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs, di hinceta peşniyarnameya da meclîsê de, diyar kir ku di 25'ê kanuna 1935'an de ji bo herêma Dêrsîmê "Zagonên Dêrsîmê" esas hatin girtin, di 4'ê gulana 1937'an de bi biryara Lijneya Wezîran li Dersîmê "terbiyekirin û dûrkirin" pêk hatiye. Halîs, wiha got: "Di Ferhenga Zimanê Tirk de 'Tedîp' tê wateya terbiyekirinê, 'Tenkîl' jî tê wateya dûrxistinê û gelek wateyên wan yên din jî hene. Lê yên herî balkêş evin. Li herêmê însanên me van bûyeran wekî tofanê bi nav dikin. Lê bi hezaran însanê me hatin qetîlkirin, koçberkirin û bi sedan gund hatin şewitandin û valakirin. Ji ber ku heya niha arşivên dewletê nahatin vekirin hejmar kesên hatine kuştin nayê zanîn. Lê Necîp Fazil Kisakurek di pirtûka xwe ya bi navê 'Mazlumên Ol' de têkîldarî tevgar Dêrsîmê de herî kêm 50 hezar însan hatine qetilkirin û felaketekî gelek mezîn pêk hatiye dinivîsiye. Îhsan Sabrî Çaglayangîl Wezîrê Karên Derve, darvekirina Seyît Riza û hevalên wi organize kir di hevpeyvînekî xwe de gotibû 'Çûbûne şikeftan. Artêşê gazên jehrî bi karanîn. Di şikeftan de ew wekî mişkan bi jehir bûn. 7’ê heya 70'yê kurdên Dersîmê serjêkirin. Tevgerekî bi xwîn bû. Doza Dêrsîmê jî xilas bû'. Çiqas ji gelê Dêrsîmê ve bê zanîn jî hej mija li ser bûyerên Dêrsîmê nehatine rakirin û ji rayagirşti re nehatiye aşkera kirin. Di ser bûyerê re 72 sal derbas bûn lê hej arşiv nehatine vekirin."
Halis, destnişan kir ku çima dûrxistin û terbiyekirn li Dêrsîmê hatiye kirin, çend kes hatine kuştin û pirsên din divê bên bersivandin. Halîs, wiha domand: "Bi dehezaran kes hatine kuştin û 'Wekî li hemberî mirovahiyê suc kirine' û Qetlîama Dêrsîmê derkeve holê û ji bo pêşerojê baş bibinin, ji bo ku zarokên me ne be bar, divê li meclisa Tirkiyeyê Komisyonekî lêkolînê bê avakirin." ENQERE

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment