| 19/11/2009 |
| |
| Hewldana Bêje Bes e Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê YOK’ê Yusuf Ziya Ozcan faşîstên mehê hilbijartin û belgeya teqdîrê ya serbasên Naziyan pêşkêşî wan kirin. Hewldana Bêje Bes e ji bo ku ‘faşîstê mehê’ aşkera bike li ber Lîseya Galatasarayê civiya. Parêzvanan mafên mirovan Parêzer Eren Keskîn, rêveberên DTP’a Stenbolê û hewlkarên Tevgera Demokrasî û Azadiyê jî piştgirî dan Hewldana Bêje Bes e. Di çalakiyê de pankarta ‘Nîjadperestiyê re Bêje Bes e’ hate vekirin wêneyên Bahçelî, Oymen û Ozcan ên ku xeça bi gama li pişt hatine bicihkirin hatin hilgirtin. Li ser navê Hewldana Bêje Bes e Meltem Oran daxuyaniyek da çapemeniyê sedemê destnîşankirina Bahçelî, Oymen û Ozcan a ji bo ‘faşîstê mehê’ vegotin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herî zêde Oymen deng girtine û ji ber hewlta Oymen û Bahçelî ya li hemberî hewldana çareseriya pirsgirêka kurd bûne faşîstên mehê. Serokê YOK’ê Yusuf Ziya Ozcan jî ji ber ku gotiye ‘Zimanê bi navê kurdî nîn e’ bûye faşîstê mehê. STENBOL © Azadiya Welat |
| |
Thursday, November 19, 2009
Faşîstên mehê aşkera kirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment