Thursday, November 19, 2009

‘AKP û CHP ji bo tunekirina kurdan têdikoşin’

19/11/2009

DTP'ê, ji bo pêvajoya çaresirya pirsgirêka kurd bi gel re nîqaşbikin ger û geşt da destpêkirin. DTP'ê starta gerê jî li Navçeya Panosê ya Agiryê da destpêkirin. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, di pêşwazîkirina bi hezaran de diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ketinê rê. Ayna, balkişand ser daxuyaniya Cîgirê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen ku derbarê "Qetlîama Dêrsîmê" de gotiye "Ma dewlet bi wan re hevdîtin çêkir?" û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê jî dibê ji bo çaresiryê 'Ez bi PKK'ê û Ocalan re hevdîtinê çênakim'. Ka çi ferq di navbera van herdû nêzîkatiyan de heye? Herdû jî neçareserkirinê û tunekiriyê dispêrin kurdan."

DTP'ê bi armanca çareseriya pirsgirêka kurd bi gel re nîqaş bikin, bernameyak heta 15'ê çilê derxistin û dê li 150 bajar û navçeyan bi beşdariya hevserokan di hewaya vekirî bi gel re civînan li dar bixin. DTP'ê starta cîvînê li Navçeya Panosê ya Agiriyê da. Heteya DTP'ê li Panosê ligel Şaredar, rêveber û endamên DTP'ê ve ji aliyê komek qelebalix ve hatin pêşwazîkirin.

Ayna, ji aliyê hezaran kesî ve bi konvoyek mezin çû ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Panosê. Girseyê panqartên "Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd", "Aştî, welatek, gelek û xezalek e" vekirini û dowîzên "Êdî Bes e Tayîp", "Dest nedin zarokên me efendîno", "Em qetliyamên Dêrsîm û Zîlanê ji bîrnekir", "Em polîtîkayên Îranê yên derbarê kurdan şermezar dikin" hilgirtin. Girseyê li ser starênên "Oremar" û "Destana Zapê" dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin", "CHP qediya, dora AKP'ê ye" qêriyan.

Bi gel re tên ba hev

Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, anî ziman ku ew ji bo bibin bersîva daxwazên gel bi hemû hêza xwe têdikoşin. Ayna, destnîşan kir ku ji bo pêvajoyê bi gelê xwe re parve bikin dê li 150 bajar û navçeyên Tirkiyeyê bigerin û wiha got: "Em dê di vê gera xwe de fikrên gel bistînin û pêşniyar û rexneyên wan bigrin. Em dê bi gelre vê pêvajoyê bimeşînin. Gel çi dixwaze, dê çareserî çawa pêk were, em dê vê pêvajyoê bi gelre parve bikin." Ayna, anî ziman ku ew ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo çareseriya hemû gelan ketine rê. Ayna, bibîrxist ku ew girîngiyê didin aştî, wekhevî û edaletê û wiha dom kir: "Ger ku dê pirsgirêkê çareser bikin, divê berî her tiştî azadiya mafên bingehîn bên dayîn. Bi salan e gelê kurd di aştiyê de israr dike. Ji bo aştî pêk were divê diyalog dest pê bike."

Nîqaşên piştî 88 salan

Ayna, bal kişan li ser nîqaşên meclisên da yên têkîldarî gavên hikumetê yên çareseriyê û wiha got: "Pirsgirêka kurd ev 2 car hate meclîs. Cara yekem di sala 1921'an de hat meclîsê. Pîştî 88 salan careke din hate meclîsê. Yanî pişt 88 salan pirsgirêka kurd hate niqaşkirin." Ayan wiha domand: "Onur Oymen, 'Bi kesên bûyerên Komara Tirkiyeyê yên li Dêrsîm kiri re hevdîtin kiribû? AKP dibêjê 'Ez ji bo pirsgirêkê çareser bikin bi Ocalan û PKK'ê re hevdîtinê nakim.' Niha di nav bera van de tu cudatî ma. Her du jî heman ferasetê da ne."

Bang li dewletê kir

Ayan, ani ziman ku PKK rêxistinekî 'teror' nine û wiha dom kir: "PKK li hemberî îmhaya kurdan derket holê. PKK di 1993'ê heya niha dibêjî 'Em evîndarê çekan ninin. Heke bi ferseta îmhayê nêzîkî gelê me û azadbûna gelê me hate girtin em amadene ku çekan berdin' Em li vir bang li dewlet û hikumetê dikin. Riya diyalogê û aştiyê vekin. Heke hûn nexazin dayîk bigirin. Operasyonan bidin seknadin. Riya vê yekê jî di aştiyê û diyalogê re derbas dibe." Axaftina Ayna gelek caran bi diruşmeya "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" hate qutkirin. Piştî axiftinê Ayna derbasî Agiriyê bû.

Dê biçin 150 navendan

Di demek nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd tên meşandin de DTP bi armanca balikşandina ser namîpûlasyona li ser gel dê li 150 navendan bi beşdariya hevseroka, parlamenter û şaredaran civîn û çalakiyên berfireh li dar bixe. Çalakiyên dê 2 mehan berdewam bikin di 15'ê çile de bi dawî dibin. AGIRÎ (DÎHA)

No comments:

Post a Comment