Thursday, November 19, 2009

Destpêk muzakere encam bêbextî

19/11/2009

NAVENDA NÛÇEYAN – AMED

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen di 10’ê mijdarê de îdia kir ku di serdemê Ataturkî de muzakere bi serhildanên kurdan re çênebûye. Belgeyên dîrokî derewa Oymen derdixin holê. Di serdema Ataturkî de muzakere bi pêşengên serhildanên kurdan re çêbûne û di encama van serhildanan de dewleta tirk bêbextî li pêşengên serhildanan kiriye. Mînaka Sereke jî Seyîd Riza ye.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen di her fersendê de tîne ziman ku di serdema Ataturkî de muzakere bi rêberên serhildanên kurdan re çênebûne. Lê belgeyên dîrokî tiştekî din vedibêjin. Di dema Serhildana Dêrsimê de dewleta tirk muzakere ligel pêşengên serhildanê kiriye. Û bi vê rêbazê bêbextî li Seyîd Riza û hevalên wî hatiye kirin.

5’ê îlona 1937’ê...

Belgeyên dîrokî yê gotina kurdî ya wekî ‘bextê Roma Reş nîn e’ piştrast dikin. Tiştên Îhsan Sabrî Çaglayangîl li ser Serhildana Dêrsimê vegotîn derewa Onur Oymen radixe holê. Çalgalayangîl ku wê demê midûrê emniyetê bûyê û piştre jî wezîrtî kiriye li ser Serhildana Dêrsimê bîranînên xwe vedibêje û tîne ziman ku di 5’ê îlona 1937’ê de dema ji Enqereyê çûye Meletiyê û derbasî Elezîzê bûye, danûstandinên di navbera wî Abdullah Alpdogan -fermandarê Qetlîama Dêrsimê- anîne ziman. Çaglayangîl tîne ziman ku bi navbeynkariya tercumanan danûstandinên wan bi pêşengên Serhildana Dêrsimê re çûbûne.

Muzakereya ji bo 15 kesan

Li gorî vegotinên Çaglayangîl dewletê daxwaz kiriye ku 15 pêşengên serhildanê ji be muzakereyê bên. Ligel ku Çaglayangîl tîne ziman ku teslîmbûna wan hatibû xwestin; dewletê bi navbeynkariya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê navê muzakereyê li vê danûstantinê kiriye.

Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza bi navbeynkariya Nurî Dêrsimê di 30’ê tîrmeha 1937’an de nameyek ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê re şandibû û di nameya xwe de pêkanînên dewleta tirk ên li hemberî gelê kurd anîbûn ziman. Di nava biyografiya Seyîd Riza de tê gotin ku piştî ev name hatiye ragihandin Seyîd Riza ji bo hevdîtina bi Îhsan Sabrî Çaglayangîl û Abdullah Alpdogan re qebûl kiriye.

Gazîkirin Erzînganê...

Çaglayangîl ligel ku li ser pêvajoyê îknakirina Seyîd Riza agahiyên berfireh nade, tê fêmkirin ku di navbera 5’ê û 13’ê îlonê de danûstandineke rayedarên dewletê bi pêşengên Serhildanê re çêbûye. Dewleta tirk bi navê mûzakereyê Seyîd Riza gazî kiriye Erzînganê û piştre jî bêbextî lê kiriye. Ew biriye ber sêdarê.

Halîs ji muzakereyan çi got?

Parlamenterê DTP’ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs li ser vê mijarê hin agahiyên balkêş dan. Halîs ewilê anî ziman ku piştî dewleta tirk bi rêbazên xapînok nêzî pêşengên serhildanê bûye û xwestiye ku wan bi madiyatê îkna bike. Halîs wisa got: “Gelek beriya Serhildana Dêrsimê muzakereyan dane destpêkirin. Mînak di sala 1926’an de dewletê xwestiya ku Yusif Cemîl Axayê bavê Şahan Axayê ku yek ji pêşengên Serhildana Dêrsimê ye bigire cem xwe. Dewletê cihê balafirgeha Elezîzê ya niha pêşniyarî Yusif Cemîl Axa kiriye. Lê wî ev pêşniyar qebûl kiriye.”

Biryara 4’ê gulanê...

Halîs di dewama gotinên xwe de bi bîr xist ku di dema Serhildana Dêrsimê de jî heman rêbaz hatine bikaranîn û jêrenota biryarên Civîna Lijneya Wezîran a 4’ê gulana 1937’ê ku di bin serokatiya Ataturkî de civiya bû bibîrxist. Lijneya Wezîran di civîna xwe de rewşa Dêrsimê dinirxînin û li bin biryarên Lijneya Wezîran jêrenoteke bi vî rengî cih digire: “Bêyî ku fikareke ji bo herckirine pere çêbibe, divê têrî xwe kes bêne bidestxistin.” Halîs piştî ev jêrenot bi bîr xist, ev pirs kir: “Bi vê jêrenotê çi hatiye gotin?”

Îtîrafên Îhsan Sabrî Çaglayangîl di vê noqteyê tên bîra mirov: ‘Dibêje tiştên me ji wan re gotibûn nehatin qebûlkirin. Paşê em vegeriyan. Ez encamê vedibêjim. Van qebûl nekirin. Reviyabûn şikeftan. Artêşê gazên bi jehr avêtin. Ew wekî mişkan jehr didan. Ji 7’ê 70’ê kurd hatin qetilkirin. Ew operasyoneke bi xwîn bû. Doza Dêrsimê bi dawî bû.”

Noqteya ku nedîtî tê hiştin

Parlamenterê DTP’ê Şerafettîn Halîs li ser encama darvekirina Seyîd Riza û hevalê wî û qetlîma 1938’an bal kişand ser noqteyeke ku li ber çavan nayê girtin: “Seyîd Riza û hevalên wî di sala 1937’an de hatin darvekirin. Dema ji bo muzakereya hatibûn ku bi rayedarên dewletê re rûnin ev tişt bi serê wan anîn. Dewletê ewilê rêberên serhildanê darvekirin û paşê jî qetlîam da destpêkirin. Ji ber hindê gotinên Îhsan Sabrî Çaglayangîl ên li ser encama Serhildana Dêrsimê girîng in. Yên ku îro pesindariya Qetlîama Dêrsimê dikin jî heman tiştî dibêjin. Ewilê pêşengên têkoşînê derdest bikin û paşê jî qetlîamê pêk bînin. Bi vî rengê pirsgirêka kurd dê ji holê rabe.”

Dewleta tirk her wekî ji mînakên Serhildana Şêx Ubeydilahê Nehrî û Şêx Seîd jî tê zanîn bi riya mûzakereyê rêberên Serhildana Dêrsimê ji bo mûzakereyê îkna kiribûn û piştî bi hinceta muzakereyê gazî Erzînganê hatibûn kirin, ew teslîm girtin û ew birin ber sêdarê.


Nameya Seyîd Riza

Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza bi navgîniya Nûrî Dêrsimî di 30’ê tîrmeha 1937’an de ev name ji bo Wezara Karên Derve ya Brîtanyayê şandibû.

Ji bo Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê

Wezîrê rêzdar,

Bi salan e Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide ku gelê kurd asîmîle bike, rojname û weşanên me qedexe dike, zilmê li kesên ku bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin dike û bi darê zorê ji axa Kurdistana bi bereket me koçberî Anatolîayê dike ku piraniya kesên diçin qir dibin û zilmê li gelê me dike. Herî dawî tê xwestin ku bekevin herêma Dêrsimê ku di encama peymanên bi wan re hatine çêkirin ji zilma wan veder bûye jî.

Li hemberî vê bûyerê kurd li dewsa koçberiyên dûr û dirêj canê xwe bidin, ji bo ku xwe biparêzin her wekî di 1930’an di li Girê Araratê, Zîlan û Deşta Bazîdê çêbûyî serî hildidin.

Ev 3 sal in li welatê min şerekî ku mirov sewdaser dike li welatê min tê jiyîn.

Ligel ku hevsenga derfetên me yên şer nîn in, bombeyên şewatê û gaz tê bikaranîn dîsa jî welatiyên min li hemberî Artêşa Tirkiyeyê serkeftî bûye û me ew têk birine.

Li hemberî berxwedana me Artêşa Tirkiyeyê navçeyan bombe dike û wêran dike.(...)

Zîndan ji kurdên sernerm dagirtî bûne. Rewşenbîr tên gulebarankirin, darvekirin an jî mişextî herêmên Tirkiyeyê yên tecrîd bûyî dikin.

(...) 3 mîlyon kurd, tevî dengê min banga xwe ji we re radigehînin û bi bandoriya manevî ya hikmeta xwe gelê me bê nesîp nehêlin.

Wezîrê rêzdar silav û rêzên min ên bi hurmet qebûl bikin.

Generalê Dêrsimê

Seyîd RIZA

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment