| |
| ‘BIRINA GIRTIYAN GAVEK NÎVCO YE’ Serokê Desteya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, şandina pênc girtiyan ya zindana Îmraliyê weke ‘guhertineke nîvco’ bi nav kir. Karayilan ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Ocalan ne weke girtiyekî ji rêzê ye. Lewre divê êdî lêpirsîn û polîtîkayên tecrîdê yên li ser wî bi dawî bibin.” ‘LI SER ZEXTÊN GEL 5 GIRTÎ BIRIN’ Karayilan li ser vê mijarê wiha got: “Nêzîkatiya li hemberî Rêber Ocalan, nêzîkatiya li hemberî gelê kurd e. Dewleta tirk 11 sal in, bi sîstema îşkenceya Îmraliyê, hiqûqa navneteweyî binpê kiriye, îşkence kiriye û 5 girt jî, di encama zextan de, birine Îmraliyê.” ‘BI HINCETAN TECRÎDÊ GIRAN DIKIN’ Karayilan, lêpirsîna nû ya li hemberî Ocalan wekî mînak nîşan da û wiha got: “Dewleta tirk li ser Ocalan, gav bi gav siyaseta kuştinê dimeşîne û ji ber ku gotinên Ocalan ên wekî 'eger nîqaşên li meclîsê nebin çareserî wê şer biqewime', dikin bahane, rêveberiya tirk rexne kir.” ‘Ger çareserî pêk neyê şer tê Serokê Desteya Rêveber a Komên Civaka Kurdistanê Murat Karayilan der barê nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd de jî axivî û ji dewletê xwest ku bi riyên aştiyane û demokratîk pirsgirêka kurd çareser bike. Karayilan wiha bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê kir: “Eger ji meclîsê çareserî dernekeve û diyar bibe dewleta tirk hewl dide Tevgera Azadiyê tesfiye bike, dê ev were wateya şer. Ma kesekî ku vê nizane heye? Ev rastiyek e. Rêberê me jî, ev rastî aniye ziman. Lê ji ber ku Rêberê me ev rastî aniye ziman, wekî sûc nîşan didin. Ji vê beradayî tiştekî din nîn e. Çima wisa dikin? Ji ber ku bi Rêberê me re eleqedar dibin. Dixwazin bi psîkolojiya xira bikin û bi tenduristiya wî dilîzin. Dixwazin îşkenceya psîkolojîk pêk bînin. Ji ber vê serî li vê rêbazê didin. Armanca wan wiha ye. Ku ne wiha ev, ew nirxandinên siyasî dike. Tiştên pir real û rast dibêje. Gelo heke meclîs vê pirsgirêkê çareser neke, wê çi bibe? Helbet wê şer bibe.” © Azadiya Welat |
Thursday, November 19, 2009
‘AN ÇARESERÎ AN ŞER’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment