Parlamentera DTP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, giştînameya lêkolînê da Serokatiya Meclîsê û xwest ku di meclîsê de komîsyona lêkolînê ya ji bo zarokên kurd ên ku bi guleyên polîsan hatine kuştin bê avakirin. Tuncel, her wiha lîsteya navên 372 zarokên kurd ên ku di 20 salên dawî de ji aliyê leşker, polîs û cerdevanan ve hatine kuştin jî li giştînameya xwe zêde kir.
Parlamenter Sebahat Tuncel der barê mijarê de di meclîsê de civîna çapemeniyê pêk anî û sedema giştînameya lêkolînê aşkera kir. Parlementerê Sêrtê yê DTP’î Osman Ozçelik jî beşdarî civînê bû. Di civînê de Tuncel, bal kişand ser Peymana Zarokan a Netewên Yekbûyî ya ku ji 54 xalan pêk tê û wiha axivî: “Mafê jiyînê, mafê herî xwezayî yê zarokan e. Lê li gelek welatan ji ber şer, pevçûn û polîtîkayên ku têne meşandin, ev mafên zarokan ji destên wan tên stendin.”
”Li Tirkiyeyê zarok tên înfazkirin”
Sebahat Tucel, diyar kir ku li gorî daneyên mafên mirovan li Tirkiyeyê li zarok îşkence tê kirin û mafê wan ê jiyanê tê benpêkirin û zarok tên qetilkirin û wiha pê de çû: “Daneyên rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku li Tirkiyeyê ji aliyê polîsan ve mafê jiyanê yên zarokan tê îxlalkirin. Li gorî Peymana Mafên Zarokan divê kesên di binê 18 salî de çi dibe bila bibe wekî zarok bên pejirandin û ji bo pêşveçûna wan çi pêwîst be bên kirin lê li Tirkiyeyê bûyerên ku vê peymanê îxlal dikin demekê dirêj e didomin. Li welatên ku endamê Yektiya Ewropayê ne, bi dawî bûna zarokatiyê wekî 24 salî hat diyar kirin. Li gel van tiştan li Tirkiyeyê hêj jî îxlal kirin didomin û ji ber şîdeta polîs, leşker û cerdevanan gelek bûyer diqewimin. Wekî ku di bûyera Baran Tursun de jî derlet holê ku êdî di nav kuçeyan de jî înfaz pêk tên. Kuştina Ceylan Onkol û Mehmet Oytunê ku 18 mehî bû şîdeta polîsan bi awayekî zelal derdixe holê.”
Tuncel dest nîşan kir ku di qada navneteweyî de jî zarok bi şîdeta dewletê re rû bi rû dimînin. Parlementer Sebahat Tuncel, bi bîr xist ku li gorî Projeya Mafên Zarokan ên di Cîhanê de ku girêdayî dezgehekê serbixwe dixebite, li DYA’yê ji 2 deqeyan carekî zarokek tê kuştin û di salên 1979 û 1991’ande 50 hezar zarok hatine kuştin. Sebahat Tucel bal kişand ser rapora nîsanê ya ‘Hewldana ji bo Zarokan Edalet’ê û got ku li gorî raporê li Tirkiyeyê li dijî zarokan şîdet pêk tê. Li gorî raporên ÎHD’ê jî di 20 salên dawî de 372 zarok hatin kuştin. Tuncel derbirî ku di van rojên çareserkirina pirsgirêka kurd tê nîqaş kirin divê Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne û wiha lê zêde kir: “Di van rojên ku çareserî di rojevê de ye, divê Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne û hilweşînin ku ji ber şer pêk hatine jî baş bên nirxandin. Ev yek dê ji bo çareseriyê gaveke mezin be. Ji ber vê yekê jî divê mirinên zarokan ên ji aliyê polîsan ve pêk hatine bêne lêkolînkirin û kesên ku zarokan qetil kirine jî bên darizandin.”
‘Projeya hikumetê tune ye’
Tuncel piştî axaftina xwe pirsên rojnamevanan bersivandin. Tucel anî ziman ku ji bilî DTP’ê tu projeyên partiya desthilatdar an jî paritên muxalefetê tune ye û li ser pirsekî wisa bersiv da: “Derketiye holê ku projeyekê şênber a dewletê tuneye. Derbarê mijarê de tiştekî zelal dernexist holê. gavên biçûk ên ku ji bo aştiyê tên avêtin ne bes in. Mijrên zimanê zikmakî û makeqanûnê di holê de ye. Ji niha ve dixwazin ku mijara makeqanûnê îpotek bikin.”
Tuncel, bersiva pirsekî ku derbarê Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen jî wisa bersivand: “Oymen, nêrîn û ramanên CHP’ê anî ziman. Jixwe Deniz Baykal jî komkujiya ermenî diparêze. Lê li dijî her tiştî di civakê de hêviya aştî û demokrasiyê bilind e.” ENQERE ( DÎHA)

No comments:
Post a Comment