Tuesday, November 17, 2009

Du welat - Du komkujî



DOGAN AKHANLI
Ger ku ez koçî Almanyayê nebûma, bi îhtîmaleke mezin, min ê têkiliya di navbera pêşeroja xwe, bîranînên xwe, têkiliya di navbera pêşeroj û bîranînên kurd, ermenî, elewî, mûsewî û rûman de fêm nekiribûya. Ne mimkûn bû ku min cudatiya di navbera wan de fêm bikira. Wê tu haya min ji mînaka “baxçevan-baxçe” tunebûya, min ê zû bi zû fêm nekira ku tişta bû sedema komkujiya ermeniyan a 1915’an “ne serhildana ermeniyan e”, berevajî vê, sedem projeya avakirina ‘’Dewleta tirk- misliman-sunî” ya Jon Tirkan e. (Prof. Dr. Mihran Dabag) Bi avakirina “baxçeyê” bi navê ‘’Komara Tirkiyeyê’’ re, min ê fêm nekiribûya baxçevan çima kulîlkên kurdan dişikêne û min ê nikaribûya komkujiya “Dêrsim 38” zû bi zû weke jenosîd qebûl bikira. Digel asîmîlasyona bêrehm û radîkal min ê zû bi zû fêm nekira ka kurdan çima nedixwest bibin tirk û li ber xwe didan.
Dema ku min koçî Almanyayê kir, min der heqê komkujiya 1915’an ku bû sedema qirkirina ermeniyan de tu pirtûkeke ku derew tê de tune be nexwendibû. Lê min bi tecrûbeyên xwe dizanî ku civaka tirk hafizeya xwe winda kiriye û “bîranîn qedexe kiriye”. (Mithat Sancar) Hê di ser re zêde wext derbas nebûbû, di dema cûntaya 1980’yî de pêncsed hezar kes hatin girtin, hema hema hemû rastî îşkenceyê hatin, bi hezaran ji wan hatin kuştin lê digel vê yekê jî ev tişt li ber çavên her kesî dihatin înkarkirin. Lewre, digotin Tirkiyeyê peymana navnetewî ku îşkenceyê qedexe dike îmze kiriye û îşkence li gorî qanûnan qedexe ye!
Lê em hê li jiyanê bûn û me bîranînên xwe di quncikên nepenî yên binhişê xwe de veşartibin jî; mesela dema ku derî şidî tê girtin, an jî dema ronahî bê tefandin, yek çêrî yekî bike, dema ku di fîlman de şeqamekê li jinekê bidin, dema ku zaroka jineke ducanî ji ber wê biçe, dema ku dengê zarokekî ku digirî bê guhê me, dema ku mêrikekî serxweş di otobosê de li kêleka me rûnê, em nikarin xwe li ber bîranînên xwe bigirin.
Tu dixwazî bi riya bêhnê, dixwazî bi riya deng, wêneyan, dîmenên ku em naxwazin bêne bîra me, tim û daîm em ji cihê me dibirin û bi awayekî şilf û tazî diavêtin nava civakeke ku hemû mêr in û biyanî ne. Me nedixwest ku em bizanibin ku ev dîmen wê tu caran ji ber çavên me, ji hişên me neçin. Tekane riya berxwedanê jî ev bû; diviya me hewl bidaya ku em bikaribin bi bîranînên xwe re bijîn. Almanyaya ku ez koçberî wir bûm û welatê jidayikbûna min Tirkiye, bi sedan sal bûn ku dostên hev bûn. Dema ku qraliyeta Prûsyayê, Mareşal Helmut Graf von Moltke di salên 1835-1819’an de artêşa osmanî modernîze kir, di heman demê de di têkbirina serhildanên kurdan de jî roleke sereke girtibû. Dema ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Cemiyeta Îttihat û Terakiyê li hemberî ermeniyan komkujiya ewil a sedsalê pêk dianî, Almanya dîsa dostê wan bû.
(lemondediplo-kurdi.com)

39

No comments:

Post a Comment