Tuesday, November 17, 2009

Qanûnek û du biryar

Parêzer Canan Uçar ku di dema rêveberiya ÎHD'a Îzmîrê de bi boneya axaftinek kirî bi hinceta, "Propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin, beraet kir. Parêzer Uçar diyar kir ku ev biryar encama têkoşîna gel e. Li Kocaeliyê girtiyê bi navê Alî Ekbek Erdogan ku li Girtîgeha Hejmara 2'emîn a Tîpa F ya Kandirayê tê girtin, bi hinceta gotina "Birêz Ocalan" salek û 9 meh ceza lê hatiye birîn.
Parêzer Canan Uçar di dema rêveberiya ÎHD'a Îzmîrê de di 10'ê adarê de beşdarî daxuyaniya enamên Komeleya Hevgirî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TAYD-DER) bi armanca şermezarkirina zordariyên li girtîgehan dayî bibû. Bi boneya di daxuyaniyê de gotina, "Li girtîgeha yek kesî ya Îmraliyê bêdadiyek li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin, tê meşandin. Hemû rêbazên hiqûqa ceza tên binpêkirin. Di demek cîhan li bendê bû ku bextewariya girtina Guantanamoyê bijî, niha jî Îmraliyê derketiye holê. Lazim e di zûtirîn demê de girtîgeha Îmraliyê bê girtin û birêz Ocalan jî neqlî girtîgehek din bê kirin" bi kar aniye bi hinceta, "Endamtiya rêxistinê" li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê dihat darizandin. Doza Uçar di rojên borîde bi dawî bû. Dadgehê biryar da ku sûcê tê gotin çênebûne û biryara beraeta Uçar da.

Dadgeha Bilind...
Parêzer Uçar biryara beraetê nirxand û diyar kir ku di cih de û erênî dibîne. Uçar bi bîr xist ku bi boneya gotina 'birêz Ocalan' bi dehan kes hatine cezakirin. Uçar diyar kir ku di demên dawî de di van dozan de beraet tê dayîn û wiha domand: "Zagonên dikirin palpişta cezayên berî niha didan hêj li cihê xwe ne. Bes feraseta dadgehan guherî. Encamek van birayaran heye gel bi kutek û zor hiştişt histin serê van."

Li girtî ceza hate birîn
Pêkanînên kêyfî yên ku ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Hijmara 2'emîn a Tîpa F ya Kandirayê pêk tên, dom dikin. Girtiyê bi navê Alî Ekber Erdogan ku wekî endamê YDG'ê di sala 2006'an de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ve hate girtin û hikumxwar, li gel ku di sala 2011'an bihata berdan, ji ber nêzîkatiya kêyfî ya rêberiya girtîgehê înfaza wî taloqî 9'ê cotmeha 2012'an bû. Erdogan ku name ji ajansa me re şand, diyar kir ku ji ber gotiye, "birêz Ocalan" ev ceza lê hatiye birîn û da zanîn ku nerazîbûn nîşandana cezayên jî dibe sedemên sûcan.

Înfaz jî hate şewitandin
Erdogan, anî ziman ku ji ber cezayan hevdîtinên vekirî jî tên astengirin û bêyî sedem ev 3 hefteye cezayê hucreyê didin girtî û hikumxwaran. Erdogan, bibîrxist ku ji ber van cezayan li gorî Xala 1712'yan a Hijmara 3713'an ve mafê berdana girtî û hikumxwaran jî tê binpêkirin. Erdogan, bi lêv kir ku ji ber cezayên hucreyê înfaza wî hatiye şewitandin û bi awayekî bêhiqûqî salek û 9 meh ceza lê hatiye birîn. Erdogan, derbirî ku ji ber cezayên hucreyê û gotina "birêz Ocalan" ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hatine berdan lê ji ber nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya kêyfî înfaza wan hatiye şewitandin.
ÎZMÎR / ENQERE (DÎHA)

No comments:

Post a Comment