Sunday, November 8, 2009

Albûma nû ya Koma Kamkaran derket

07 Mijdar 2009 MUZIKKURD.COM

Albûma nû ya Koma Kamkaran ya bi navê “dûr ta nêzîk” derket. Albûma nû ya Kamkaran bi dengê Ehmed Reza Ehemedî hatiye tomarkirin û karê amadekariya mûzîkê ya albûmê jî ji alilyê Hoşeng Kamkaran ve hatiye kirin.


Stranên albûmê jî ji helbestên şa’îrên mezin ên îranî ên wek Hafizî Şîrazaî,Xaqanî,Nîma Yuşîh,Ehmedî Şaehmedî pêk hatine. Albûm ji aliyê Dezgeha Kultûrê ya Hunerî ya Awayê hatiye belavkirin.

Koma Kamkaran li sala 1965ê ji aliyê mûzîkjenî rehmetî Hesen Kamkar li bajarê Sineyê hatiye damezrandin û heta nuha beşdarî çendîn festîvalên navdewletî bûye û xaletên cida di asta cîhanê de wergirtiye.

No comments:

Post a Comment