Sunday, November 8, 2009

Ger çareseriya dewleta Tirk ev be ji Kurdan re tenê riya veqetinê dimîne



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Gavên hikumeta AKP a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hêdî hêdî zelaltir dibin. Bi qasê agahiyên ku belav dibe pêngavên ku dewleta Tirk dixwaze bavêje ji daxwizên gelê Kurd gellek dûr e. Heke Plana Hikûmate AKP’ê ya ji bo çareseriyê ev be, qaîlnebûna siyaseta kurd a ji bo vê pêvajoyê mafdar dibe.

Siyaseta kurd, DTP jî di nav de heta niha piranî caran aniye ziman ku Hikûmeta AKP’ê li pey çareseriyeke bêyî kurdan tevdigere. Xalên hatine destnîşankirin rastiya vê vegotinê tîne ziman. Lewre xalên hatine destnîşankirin piraniya wan di pratîka jiyanê de bê wate bûne. Di serî de tîpên Q,W,X gelek qedexeyên dewleta tirk, gelê kurd bi têkoşîna xwe bê wate hiştine. Praniya xalên ku hatine destnîşankirin ‘qedexeyên dewletê yên ji bo xwe ne’. Ango dewlet hin tiştan ji bo xwe serbest dike.

Her wiha xalên din ên hatine destnîşankirin yek bi tenê riya rast a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd venabêje. Hikûmeta AKP’ê heke dixwaze ku plana wê ya ji bo ‘çareseriya pirsgirêka kurd’ biçe serî, beriya her tiştî divê bizanibe bêyî siyaseta kurd muxatab bigire nikare tiştekî bike.

Hikûmeta AKP’ê difikire ku siyaseta kurd dê nikaribe li hemberî van xalên hatine destnîşankirin muxalefetê bike. Mînak îadekirina navên wargehan demeke dirêj e tê xwestin. Hikûmet dibêje ‘ez navên wargehan îade dikim’. Lê ligel vê îadekirinê navekî qedexe dê hebe. Ew jî Kurdistan e. Heta ku navê Kurdistanê jî di lîteratûra fermî ya dewletê de serbest nebe îadekirina nevên kurdî temam nabe. Plana AKP çiye?
- Daristanên hatine şewitandin dê ji nû ve bêne çandin û cerdevan dê li îstîhdam bibin. - Di Qanûna YOK’ê de dê guherîn bêne kirin û di zanîngehan de Enstîtuyên Kurdî yên Lêkolînê bêne vekirin. Ev enstîtu dê ziman û zaravayan lêkolîn bikin.
- Li ser sînoran dê xebat bêne kirin. Lêgerîn û kontrolên li Xabûrê dê bêne lezkirin û hewl bidin ku kar zû bê meşandin..
- Ji ber ku piraniya kurdan Şafiî ye, Serokatiya Karên Diyanetê dê “îlmîhala şafî ya bi kurdî” çap bike.
- Meala bi kurdî ya Qurana Kerîm dê bê çapkirin.
- Ger yên bên bibêjin “Em li ser banga Ocalan hatine” dê nikaribin ji xala 221’an a “Poşmaniya Bi Tesîr” ya Qanûna Cezayê Tirk sûd werbigrin.
- Drketina li zozanan bê serbestkirin.
- Qanûna Partiyên Siyasî a 81’an ku nahêle ziman û zaravayên cuda bên bikaranîn dê bê guhertin û dê rê li ber propagandaya bi kurdî bê vekirin. Bi vî awayî gelek dosyayên destnedanê ku li parlamentoyê disekinin dê bikevin.
- Prtokola Pêvek a Îhtîyarî ya Peymana Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dê bê erêkirin. Bi vî awayî komîteyên vekolînê yên Yekîtiya Ewropayê dê bikaribin bi hêsanî bixebitin.
- Tîpên Q,W,X dê di alfabeyê de bêne serbest kirin.
- Navên wargehan ên bi kurdî dê bêne îadekirin.
- Dewlet dê piştgiriyê bide weşanên kurdî.
- Mem û Zîn dê di Salonên Tiyatroyê yên Dewletê bê lîstin.
- Li daîreyên fermî yên dewletê tercûmanên kurdî dê hebin.
- Nivîsên ‘Bextewarî ji wî re yê bêje ez tirk im’ dê neyên nûkirin.
- Sonda Me dê ji dibistanên seratayî bê rakirin.
- Dewlet dê bi awayekî tomerî pirtûkên bi kurdî bikire û li pirtûkxaneyan belav bike.
- Saziya Riyên Bejayî dê lewhayên bi kurdî dane.
- Plana çalakiyê ya GAP’ê dê pêk bê.
- Mela û polîsên kurdîaxêf dê hebin.
PKK: Tirkiye ne amade ye
Berpirsê Têkiliyên PKK’ê yê Iraqê Kemal Xeyrî got, Tirkiye bi rêbazên diyalog û aştiyane ji çareserkirina pirsgirêka kurd re ne amade ye.

Kemal Xeyrî peyamek da AKnewsê û got, “Operasyonên li ser DTP’ê û ne qebûlkirina koma aştiyê ku ji Ewropayê bihata nîşan dike ku, Tirkiye bi rêbazên aştiyane û diyalogê yê çareserkirina pirsgirêka kurd re ne amade ye.”

Xeyrî her wiha got, “Heta ku bercewendiyên gelê kurd û partiyên kurd bêne parastin, em ne li dijî pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re ne. Lê divê bête zanîn ku Tirkiye dixwaze kurdan bi kurdan re bide şer kirin.” Eger dewleta Tirk paşve gav bavêje dê Kurdan bi temamî ji Tirkiyeyê veqetin

Dewleta Tirk mijarên ku ji bo Kurdan pir girîngin wekî perwerdeya bi Kurdî, xweserî an jî federalî, sekinandina operasyonên hemberî gerilayên PKK naxwaze ku gavan bavêje.
Hate hîn bûn ku dewleta Tirk tenê berfirehtir kirina serbestiya tv û radyoyên kurdî û paşve vegerandina navên Kurdî ên gund û navçeyanamadekariya gavan dike.
Hikûmeta tirk li ser hin xalên sembolîk ên wekî; paşdedayina navê gund û navçeyan, li Unîversîteya damezrandina beşê ziman û edebiyata kurdî, rêlibervekirina tv’yên taybet û weşana kurdî û bicihkirina personalên kurdîzan di daîreyên dewletê de sekiniye û di van mijaran de dixwaze gavan biavêje.
Di pêşniyar û xebata hikûmeta tirk a ji bo çareserkirina pirsgirêkê de gavên cîdî xuya nakin, tenê hin gavên sembolîk ku ew jî di praktîkê de hene. Wekî tê zanîn gelek tiştên ku behsa wan tê kirin ji xwe fiîlê pêk hatine. Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd diyar dikin ku eger Erdogan wekî sala 2005'an paşve gav bavêje û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên cidî nevêje wê Kurdan êdî careke din bawerî bi dewleta Tirk neynin û bi temamî ji Tirkiyeyê veqetin.
Pêvajoya 2005'an hê jî di bîra Kurdan de ye. Eger AKP wan gavên ku bavêje ji bo konrol kirin û enregre kirina Kurdan bavêje dê bersiva Kurdan neyenî bibe.
Di sala 2005'an de jî AKP di derbarê pirsgirêka Kurd de gellek tişt gotibû û hêviyên nû aifrandibû lê piştre AKP bi avayekî şovenî tevgeriya û ser Kurdan êrîşên mezin hatin pêk anîn. Ji ber vê yekê jî Kurd vê carê li şûna axaftin û daxûyaniyan li benda gavên cidî ne. (HAWAR NET.com / ajansan)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment