|
Artêşa tirk digel hemû nerazîbûnan ji siyasetê dûr nasekine.
Doh belgeheyeke veşartî ya din ya artêşa tirk derket holê.
Artêşê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê DÎHA, rojnameyên navdar ên wekî New York Times, Washînton Post û AFP jî, wekî saziyên dijber û cihêkar qeyd kirine.
Sûbayê tirk, yê ku orjînala belgeya veşartî ya Pîlana Çalakiya Têkoşîna li Hemberî Îrtîcayê' şandibû dozgerên Ergenekonê, nameyeke din şand.
Ev name jî, careke din nîşan dide, ku artêşa tirk, ji leşkeriyê zêdetir wekî partiyeke siyasî tevdigere.
Li gorî vê nameyê, Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê DÎHA, ji rojnamevên navdar ên cîhanê New York Times, Washînton Post, Îndependent, New York Post û AFP jî di nav de, navê 430 malperan qeyd kirine.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk, ev 430 malper jî, wekî saziyên dijî wan têbikoşe bi nav kirine.
Artêşê ev malper di bin navên wekî cihêkar, paşverû, çepgirên radîkal û alîgirên Yekitiya Ewrûpayê de bi nav kirine û ji bo têkoşîna li hemberî van jî, gelek malper dane sazkirin.
Artêş bi riya malperên dane saz kirin, têkoşîna li hemberî van 430 malperan dimeşîne û di bin navê tevgera psîkolojîk de jî, agahiyên şaş û derew belav dike.
Piraniya malperên artêşê dane saz kirin jî, ji yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd pêk tên.
No comments:
Post a Comment