Thursday, November 5, 2009

DÊRSIMÎ: EGER SEROK-KOMAR SIYASETÊN ŞER DUBARE BIKE, EM RÊZÊ NÎŞANÎ HATINA WÎ NEGIRIN

DÊRSIMÎ: EGER SEROK-KOMAR SIYASETÊN ŞER DUBARE BIKE, EM RÊZÊ NÎŞANÎ HATINA WÎ NEGIRIN

Piştî demeke dirêj, cara yekemîn, Serok-komarê Tirkiyê diçe Dêrsimê...

Gul wê sibe, ji bo tevlî merasîma akademîk a Zanîgeha Dêrsimê bibe, diçe bajêr û hin hevdîtinan pêk bîne...

Di vê serdanê de, ya herî zêde tê meraqkirin, gelo Abdullah Gul wê li bajarê berxwedan û serhildanê, wê rexne li siyasetên berê bike yan na?....

Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, gotina Gula ya 'wê tiştên baş bibin' bi bîr xist...

Şahîn got, heta pirsgirêk neyê çareserkirin, wê tiştên baş jî nebin û anî ziman, ku ew li bendê ne, Gul peyamên çareseriyê bide...

Şaredar Edîbe Şahîn diyar kir, ku ew ê mijara avakirina bendavan jî, bînin rojevê...

Serokê rêxistina EMEP'a Dêrsimê Hüseyin Tunç jî got, wê rêxistinên civaka sivîl ên Dêrsimê, dosyaya der barê pirsgirêkên bajêr de, radestî Gul bikin...

Li gorî Tunç, di dosyayê de 2 xalên girîng hene...

Ya yekemîn, pirsgirêka Kurd e û ya duyemîn jî, mijara bendavan e..


Rêveberê rêxistina DTP'a Dêrsimê Nûrî Kılıç jî diyar kir ku daxwaza wan a sereke rawestandina operasyonan e...

Kılıç weha got:

"Eger serdana Gul bersiveke erênî bide daxwazên gel, wê manîdar be. Lê eger siyasetên şer dubare bike, xelkê Dêrsimê wê rêzê nîşan wî nede."...

No comments:

Post a Comment