Thursday, November 5, 2009

ÎHD: Ligel serlêdana me jî pêşiya wahşeta cerdevanan nehate girtin

ÎHD: Ligel serlêdana me jî pêşiya wahşeta cerdevanan nehate girtin
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey, derbarê kuştina 4 kesên li Navçeya Erxana Amedê ku ji aliyê Sercerdvan Îsmaîl Akyol û kurê wî Îlyas Akyol hatin qetilkirin, anî ziman ku cerdevan berhema polîtîkayên dewletê yên li hemberî herêmê ne. Erbey anî ziman ku ligel serlêdana wan jî komkujî nehatiye asteng kirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muharrem Erbey, têkildarî kuştina 4 kesên ku ji aliyê Sercerdevan Îsmaîl Akyol û kurê wî Îlyas Akyol ve pêk hat, anî ziman ku li cîhanê artêşa herî bênîzam û bêperwerde cerdevanî ye. Erbey ev hêz jî wekî herhema polîtîkaya nirxand. Erbey, da zanîn ku êdî vê polîtîkaya dewletê îflas kiriye û wiha got: "Beriya ku bûyer pêk were, kesên hatin kuştin serî li gelek rayedarên dewletê dan, lê mixabin rayedarên dewletê pêşî li vê qetlîamê negirt. Ji sala 1990'î heta sala 2009'an cerdevan tev li hezar û 415 bûyaran bûne. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî bûyera qetilkirina 4 cerdevanan a li Navçeya Erxeniyê e li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di çivînê de Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Alî Akinci, Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz Muharrem Erbey, Rêveberên ÎHD'ê amade bûn. Di daxuyaniyê de Cîgirê Serokê Giştî û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey, da zanîn ku malbata Aras di 1'ê cotmehê de serî li komeleya wan dabû. Erbey, destnîşan kir ku malbata Aras, bal kişandibûn ser gefên cerdevanan û wiha got: "Malbatê di serlêdanê de gotibûn cerdevan wan bi kuştinê tehdît dikin. Dîsa anîbûn ziman ku gelek çaran serî li rayedarên dewletê dane, lê rayedar li hemberî van gefên cerdevanan bê deng mane. Li şûna leşker detbîrê bistînin piştgirî dabûn cerdevanan."

Serlêdana pêwist hatibû kirin

Erbey, daxuyand ku piştî malbatê serî li komeleya wan da, wan di 2'yê cotmeha 2009'an de serî li Qeymeqamina Erxeniyê, Serdozgerê Komarê yê Erxeniyê û yê Wezareta Karên Hundir dane û wiha got: "Me wekî ÎHD'ê piştî vê serlêdê ji saziyên têkildar re gumanên derbarê pêkanînên cerdevanan de anîn ziman. Me qetliayama Gundê Zangirtê ku bingeha xwe ji pergala cerdevaniyê digire, wekî buyerek trajîk nirxand. Me ferq kir ku dê ev buyerên bi vî rengî dom bikin." Erbey, destnîşan kir ku cerdevan bi çekên ku dewlet dide wan, derveyî peywira xwe sûcan dikin û ji bo berjewendiyên menfî li ser welatiyan pêkutiyan dikin û bi armanca tirsandina wan bi kar tînin. Erbey, got ku mixabin li gel hişyariyan, ev tişt cîdî nayên girtin û wiha axivî: "Malbatê beriya ev hovîtî pêk bê serî li me dabûn. Me jî serî li cihên pêwîst dabûn. Lê rayedarên dewletê neket nava tu hewildanan. Her wiha serlêdana malbatê a Fermandariya Cerdirmeyan a Erxeniyê jî bê encam mabû. Fermandariya Cendirmeyan a Erxeniyê jî, li şûna malbata li hev bîne bi nêzîkatiya ku nîşan daye, ji kuştinê re rê vekiriye."

Artêşa cihanê ya herî mezin û bêpergal

Têkildarî mijarê Erbey, diyar kir ku pergala cerdevaniyê ya li Tirkiyeyê di cihanê de artêşa bêpergal û bêperwerdeh ya herî mezin e. Erbey wiha got: "Artêşa di ser 70'ê hezarî reye û wekî bombeyêkê ye û li benda teqînê ye. Hemî cerdevan bi çekên xwe ve meylî suçdariyêne. Dewlet, bêpergal û gefkariya cerdevanan hêzê digire. Gundiyên di derheqê van komên cerdevanan serî li qerqolan dayî jî bê encama mane û ev yek jî nîşanî me dîde ku çiqas tên parastin." Erbey bûyerên cerdevanan ji salên 1990'an heta niha kirîn jî wiha rêz kirin: Şewitandina 38 gundan, valakirina 14 gundan, 12 tacîz û tecawîz, 22 revandin, 294 êrîşên çekdarî ku di encamê de 181 kes hatin qetilkirin, 189 kes jî hatine birîndarkirin, 2 kes winda kirine, 50 kes qetil kirine, 70 gasp kirine, 454 bûyerên muameleyên xirab, 59 binçav kirin, 17 şewitandinên daristanan, bûne sedema 9 întîharan. Erbey diyar kir ku bi tevahî hezar 415 bûyerên ji hêla cerdevanan ve hatine kirin.

'Kesên cerdevanan di parêzên jî qasî cerdevanan sûçdarin'

li ser mijarê Erbay, ani ziman ku hêza di dinyayê de ya herî mezîn têparastin û giliyên di derheqê wan de nayên şopandin dê çawa vê îfaze kirin û wiha domand: "'Kesên cerdevanan di parêzên jî hinî cerdevanan suçdarin. Kesên suçên wan vedişêrin jî suçdarin.Gelek kesê li herêmê bi cerdevana re têkîliyên bêhuquqî dikin û bi vê riyê gelek berjevendî qezenç kiri hene. Di dewletekî huquq de artêşekî bêperal a bi vî şeklî yanê parasitin. Bi tenê dema ku kom kujiyan dikin tê bîra wan pişt re jî tê bîrkirin GKK polîtîqaya dewletêye. Heke ve yek polîtîqa be dê bila bizanîn vê polîtiqayê winadakiriye." Erbay xwest ku ji ber bûyera li Erxaniyê di demekî kinde di derheqê Fermandarê Leşkaran ê Erxaniyê û Serdozgerê Komarê yê Erxaniyê lêpirsînê bê kirin û ger kêmasiyên wan yên parastinê hebin divê lêpirsîn bê vekirin. Erbey, destnişan kir ku ji bo pergala cerdevaniyê çareser bibe ev pêşniyariye kirin: "Ji bo cerdevaniya li herêmê bê lêpirsîn divê komisyonek bê avkirin. Di navê vê komîsyonê de divê nûnerên rêxistinên sivîl jî têde cih birigin. Em dixwazin komisyonekî ji hindekarên Zaningeha Dîcleyê yên beşa Civakî, parlementerên AKP û DTP'ê pêktê bê avakirin. Di lêkolînê de cerdevanan bi hezên leşkerî ve çiqas îhaleyên dezgehên fermî girtine an ne, têkîliyên berjeven pêk anîne an ne, di 20 salên dawî de çiqas ax destser kiriye, tevlî barzirganiya esrar-eroin-çekan bine, bûyerên taciz, tecawuz, îşkence-xesp û kuştina însana û şewitandina daristanan bê kirin û ev yek daxwaz me ye. Piştî lêkolîna komîsyonmê divê ji bo pergala cerdevaniyê ji holê bê rakirin zagonên nû bi lezgînî çêbike. Ji ber ku pirsgirêka ku bi aweyekî ewlehî hatiye dîtin cerdevanî heye. Divê dewlet bi hêzên derwe ne bi nûnerên kurdan yên bi hilbijartiyê rune û vê pirsgirêkê çareser bike."

No comments:

Post a Comment