| Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 06. Mijdar 2009 |
Plana tasfiyeyê li dar e
Kalkan rêveberiya tirk ya îro, wekî rêveberiya dawî ya kevneşopiya şerê taybet ya ji dema darbeya 12'ê îlonê û pê ve bi nav kir û got: Êdî ti kes nikare bi hewldanên sexte gelê kurd bixapîne. Kalkan bi bîr xist ku hewldanên tasfiyeyê, vê carê, di bin navê çareserî û aştiyê de tên meşandin û got: Ji ber vê jî, ji yên berê xetertirin.
Kalkan diyar kir ku rêveberiya AKP'ê dixwaze hem hêzên derve û hem jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bike hevparê vê pîlana xwe.
Hêza esasî gerîla ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan bal kifland ser aliyekê din yê pîlanê û got: Dixwaze ji aliyên me yên zayif sûd werbigire. Ji bo vê jî, hin armancên wê yên sereke hene. Yekemîn, dixwaze em xetayên siyasî bikin, ya dûyemîn jî, bi hin dek û dolaban dixwaze hêza me ya berxwedana esasî yanî gerîla zayif û tasfiye bike. Ya sêyemîn dixwaze hem ji aliyê kadroyî û hem jî ji aliyê girseyî me parçe bike. Ya 4'mîn dixwaze têkiliyên me yên bi gel re zayif bike û me gel bîne hemberî hev û din.
Kalan anî ziman ku hemû têkoflîna dimeflîne jî, ne bi hêza xwe ya hesasî, dixwaze bi hêz û zayifiyên din jî, sûdê werbigire.
Pêwistiya yekîtiya neteweyî
Kalkan ji bo pûçkirina pîlana tasfiyeyê, riya mezinkirina gerîlay nîşan da û wiha dewam kir:Bêgerîla, çareseriya siyasî ya demokratîk pêk nayê. Bê gerîla afltî pêk nayê. Ji ber vê parastina gerîla û mezinkirina wê, wezîfeya herî bingehîn ya her welatperwer e. Kalkan wekî riya dûyemîn ya li hemberî pîlana tasfiyeyê jî, di çarçoveya pîvanên demokratîk de, kombûna tevgera netewî ya kurd ya di konferanseke netewî de anî ziman.
Şansê AKPê nema ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan pêflxistina rêxistiniya demokratîk ya gel jî, wekî girîngiyek bi nav kir û got: Êdî ti şansê ku bidin AKP'ê nemaye. Eger pêwistiya girîngiyên anîn ziman were bi cih anîn, wê pîlana tasfiyeyê ya befleke girîng ya wê hatiye pûçkirin, wê bi temamî were pûçkirin. Bi vî rengî jî, wê ew hewaya wekî AKP dixwaze çareseriyê pêk bîne, lê belê hin alî asteng dikin, ji holê rabe. ANF / BEHDÎNAN
No comments:
Post a Comment