| Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 06. Mijdar 2009 |
Rêberê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawî de bi riya parêzerên xwe peyamên girîng dan. Ocalan got, bila kes hewl nede PKKê ji hev bixe û banga çareseriyê li dewletê û hikûmeta AKPê kir û bi van gotinan rewşa serokomarê berê Ozal anî bîra Serokewezîrê tirk Recep Tayip Erdogan: "Eger tu vê pirsgirêkê çareser nekî, û xwe weke heft salên pirsgirêkê di ser guhê xwe re bavêjî, û jidil tevnegerî, rewşa te jî wê bibe mîna ya 48 saetên dawî ya Serokokamarê berê Turgut Ozal.
Dibêjin Amerika destekê dide AKPê lê belê divê were zanîn ku rewşa we ji ya Ozalê li gel Amerîkayê re di nav têkiliyê de bû, ne baştir be. Ji ber ku berî hertiştî AKP xwedî nasnameyeke îslamî ye, rewşeke Ozal a wisa tunebû. Amerîka vê nasnamaya zêde teqdîr nake. Dawiya Ozal tê zanîn. Gava Ozal di çareseriya pirsgirêka kurd de rola ku DYEyê dabûyê bi cih neanî, û hêza wê têrê nekir, hat tasfiyekirin. Ozal nemir, ew hat kuştin. Rewşa AKPê jî dişibe ya wî."
Ocalan her wiha bal kişand planên derbeyê yên di demên dawî de tên rojeva Tirkiyeyê û wiha got: "Ew bi ser derbekariya artêşa ve diçin, û ewê derbekaran biqedînin lê belê ewê çi têxin şûna wê, ya girîng ev e." Ocalan got derbekar hê jî neqediyane û anî ziman ku serokwezîra berê Tansu Çiller ji sala 1967'an ve weke ajana CIAyê dixebitî.
RÊ LI MIRINAN BIGIRIN
Rêberê KCKê Abdullah Ocalan civîna wê heftiya bê li meclîsa tirk pêk were bi bîr xist û ji serokwezîr û serokomar xwest ku wêrek tevbigerin.
Ocalan wiha got: "Divê ev pirsgirêk di rojeva parlemenê de were guftugokirin û çareserkirin. Divê parlemen biryara aştiyê bide û rê ji aştiyê û çareseriya siyasî ya demokratîk re veke. Em dixwazin pêşî li windahî û êşên nû bigirin. Ev 16 sal in min ev biryar daye û ji bo vê yekê têdikoşim. Em dibêjin, aştî dikare pêk were. Cengiz Çandar jî berê nivîsandibû. Ozal ji Çandar re gotibû 'çareserkirina vê pirsgirêkê deynê stûyê min e, deynê gel ê di stûyê min de ye.' Ez dibêjim ji bo xatirê rêzgiriya ji bo Ozal be jî divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Der barê bêçekkirin û kanalîzekirina PKK ber bi pêvajoya aştiyê min xwe îkna kiriye. Ez guherîm, em guherîn. Me xwest em pirsgirêkê bi Ozal re çareser bikin, lê belê nebû. Dîsa ji ber ku me nekarî bi Erbakan re jî çareser bikin, ez xemgîn im. Wî jî xwest çareser bike lê belê di encamê de tê zanîn ku her du lîder jî hatin tasfiyekirin ji aliyê hin hêzan ve. Niha AKP heye. Eger AKP jî çareser neke, ew ê tasfiye bibe. Ew pir jî ne meraqdarên AKPê ne. Û ez dikarim bi rihetî bibêjim ku, niha alternatîfê AKPê amade dikin, divê ev yek were zanîn."
ŞERÊ DIJWAR DÊ WERE ROJEVÊ
Rêberê KCKê Abdullah Ocalan hişyariyek jî kir û wiha got: "Eger di pêvajoya vê zivistanê de aştî bi pêş nekeve, bi hatina biharê re şerên pir dijwar wê karibin rû bidin. Divê hikûmet û dewlet biryara aştiyê bide. Eger biryara aştiyê dernekeve, dê daxwazên alîgirên şerê navxweyî bicih bên."
Ocalan, her wiha got, bi anîna kesên ji tevgera azadiyê veqetiyane, Tirkiye dê nikaribe ne pirsgirêkê çareser bike, ne jî PKKê tasfiye bike.
PLANA PARÇEKIRINÊ YE
Ocalan wiha got: "Anîna wan kesên reviyayî, belkî jî baştir be, ji ber ku bi vî awayî dê derkeve holê ka kesên çawa ne û rûyê wan wê derkeve holê û dê diyar bibe ka ew pêlîstokên kê ne." Ocalan wiha dewam kir: "Divê Tirkiye zanibe ku bi bikaranîna bêbextan nikare bigihîje tu encamê. Bila hewl nede bi riya Barzani û Talabani jî PKKê tasfiye bike. Wekî wan li Bedlîs û Agiriyê hin holdîng ava kirine. Dikarin bi milyonan dolaran hin kurdan bi xwe ve girê bidin. Lê belê ew ê nikaribin tesîrê li hemû kurdan bikin, kurd tu caran dê ji têkoşîna xwe ya azadiyê û ji rûmeta xwe venegerin. Li Başûr li çar parçeyan kurd li ser piyan in, xwedî helwesteke bibiryar û birûmet in. Ev lîstik binî nagire, ev lîstik dê bi her kesî bide windakirin."
DIVÊ ŞERT Û MERC BÊN SERASTKIRIN
Rêberê KCKê Abdullah Ocalan ji bo rola xwe ya çaresriyê jî peyam da û wiha got: "Li vê derê ez ê karibim çiqas xwe bigirim, nizanim. Ez ê nekevim nav tiştên întîxarwarî. Tevî hemû şertên dijwar jî, ez dixwazim heta nefesa xwe ya dawî bi dostanî û rêhevalî bi gelê xwe ve girêdayî û bi rûmet têkoşînê bimeşînim. Lê belê bila tu kes ji min rêberiyeke pratîk nexwaze. Bila kurd di navbera xwe de guftugo bikin, û bigihîjin biryaran. Lê belê eger ji min roleke pratîk were xwestin, divê şert û mercên min bên sererastkirin. Divê ez karibim bigihîjim her derê. Ev bûn 11 sal, rewşa tenduristiya min jî van şertan ve girêdayî ye. Ez nikarim ti tiştekî bişopînim, ji gelek tiştan bêxeber im. Divê Meclîs, der barê destûra demokratîk, çareseriya demokratîk û aştiyê de biryara xwe bide. Divê gel ji bo çareseriya demokratîk çalakiyên xwe yên demokratîk xurtir bike. eger meclîs vê biryarê nede, PKK û kurd wê biryarên xwe bidin, ez ê têkilî vê yekê nebim. Lê belê eger vîna çareseriyê derkeve holê, hingê tiştê bikeve ser milê min ezê jî bikim. Bila ji niha û şûn ve dewlet ti tiştî ji min hêvî neke, ya kete ser milê min, min bi cih anî."
ZÎHNIYETA BAYKAL Û BAHÇELÎ YA ÎTTIHATIYAN E
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de behsa têgihiştina îttihatî ya ji sala 1906'an û vir ve dewam dike jî kir. Ocalan diyar kir, ku li piştî vê politikayê jî Îngiliz hene û got, ji ber vê yekê yên ku îdeolojiya îttihatî û tirktiyê ava kirine û bang li kurdan kir da ku li dijî van hişyar bin: "Niha temsîlkarên van Kamer Genç, Deniz Baykal û Kemal Kiliçdaroglu ne. Ev giş berdewamiya wê çeteyê ne. Kamer Genç derketiye der barê Dêrsimê de vir de wê de diaxive. Ji bo pêşiya lihevhatina bi kurdan re were girtin, bê ku li benda Mustafa Kemal bimînin Seyît Riza darve kirin. Van çawa Mustafa Kemal weke dijminê kurdan nîşan da, niha jî dixwazin min jî weke dijminê tirkan nîşan bidin. Ji min re jî dibêjin kujêrê zarokan, dijminê tirkan. Bi vî awayî hewl didin lihevhatina kurd û tirkan asteng bikin, dixwazin vê pêvajoyê kûr bikin. Rewşa Bahçelî û Baykal li holê ye. Dibêjin bila ev pirsgirêk neyê çareserkirin çi dibe bila bibe. Mustafa Kemal çawa ne dijminê kurdan bû, ez jî ne dijminê tirkan im."
EM DOSTANIYA GELAN DIPARÊZIN
Ocalan got, "bi gelê tirk re, netewa tirk re pirsgirêka me tuneye û nabe jî" û wiha dewam kir: "Ez dizanim gelê tirk jî xebatkar û gelek fedakar e. Lê belê xebera wan ji vê îdeolojiya tirkitiyê ya ji bo wan hatiye afirandin nîne. Herî zêde belkî xebera çend hezar kesî ji vê heye. Haya gelê tirk bi van lîstikên ku li ser wan tê lîstin tineye. Waye em van lîstikên li ser wan tên lîstin, van dek û dolaban derdixin holê. Dostiya jidil ev e. Divê ev yek wiha bê zanîn. Dîrok jî bi van lîstikan tê berevajîkirin."
Ocalan lêkolînên rojnamevan Mumtazer Turkone û Prof. Baskin Oran jî mînak nîşan da û got, Tevî ku Turkone netewperest e, kûrahiya van têkiliyan û talûkeya wan nû fêm kiriye. Ocalan got, wî mijara 'Tirkitiya jorîn ya hatiye afirandin gelek xirab e' jî, ku Baskin oran behsa wê dike jî, berê vegotiye.
Rêberê Gelê Kurd Ocalan diyar kir, ku kesên weke Tirkperwer xwe rave dikin, di rastiyê de tu eleqeya xwe bi pirsgirêkên civakê nayne û wiha dewam kir: "Li Tirkiyê û herêmê ji 80 bêkarî heye. Ji sedî 80'yê civakê birçiye, lê kes serê xwe pê re na-êşîne. Mesele deshilatiye. Kapîtalizm jî ev e, civakê û mirovan tîne vî halî."
HEWL DIDIN MIN TENÊ BIHÊLIN
Rêberê KCKê Abdullah Ocalan diyar kir, ku di nava kurdan de jî, kesên xwedî heman zîhniyetê hene û got: "Di nava me de Hogir hebû, yên zarok li Mêrdînê kuşt ev bû. Li herêma Bêşebaba Colemêrgê eşîreta Jîrkî hebû. Vana kesên welatparêz bû, alîkariya hevalên me dikir. Ê cara ewil ew kesana kuşt jî Hogir e. Waye derketiye holê ku Hogir ji bo JÎTEM'ê kar kiriye. Kamil Atak ê di doza JÎTEM'ê de tê darizandin, di îfadeya xwe de dibêje, Hogir alîkarê Albay Cemal Temizoz e. Wan bi vî Kamil Atakî re gelek ewladên bi qîmet ên Cizîrê qetil kirin. Dîsa fotografek hebû; Aygan, Necatî Ozger ê Fermandarê baskê Arêşa 7. û Barzanî. Barzanî, Aygan û Necatî Ozgern bi hev re di yek wêneyek de ne. Divê mirov vê yekê baş fêm bike. Halîl Ataç û Botan, ka berê li cem me fermandar bûn! Şemdin Sakik, Saît Çurukkaya vana, temsîlvanê vê zîhniyetê bûn. Tiştê wan kirine jî li holê ye. Çawa Mustafa Kemal dorpêçkirin û ew tenê hiştin, bi riya vana jî wiha dora min hat pêçandin û hewl dan min tenê bihêle."
Ocalan her wiha diyar kir, ku bi heman armancê hevalê wî yê zarokatiyê Hasan Bîndal jî hatiye qetilkirin got, ez li dijî van tasfîyekaran jî têkoşiyam. Ocalan li hemberî vê zîhniyeta gelan dike dijminê hev jî, girîngiya rêxistiniya demokratîk ya civakê anî ziman.
BÊ ZANÎNA DÎROKÊ SIYASET NAYÊ KIRIN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din daxwaza rêxistinkirina Akademiyên Siyaseta Demokratîk anî ziman. Ocalan wiha got: Kesên girêdayî gelê xwe, biaqil û demokrat, kurd dibin, tirk dibin, ferq nake, divê berpirsyariyê bigirin.
Ocalan ji dîroka nêz ya Tirkiyê mînak jî dan û wiha got: Ji Amediyan û DTP'iyan re dibêjim. Divê DTP Akademiyên Siyaseta Demokratîk ava bike. Bê nakirina dîrokê, siyaset nayê kirin. Rewşa Dêrsimê li holê ye. Bê naskirina dîroka xwe û kujerên xwe, nikarî bimeşî. Divê zîhniyeta we dikuje û we diqedîne nas bikin. Bêyî li benda Mûstafa Kemal binj, serê sibê zû, Seyît Riza darde dikin. Kî vê dike? Yên ku lihevkirina kurd û tirkan naxwazin vê yekê dikin. Dîroka vê ya 100 salî heye. Şopên vê heta darbeya 1906 diçin. Îro jî hê hebûna xwe didomînin.
BANGA KONFERANSA NETEWÎ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê şerên eşîran û dozên xwînê yên li Kurdistanê de jî dîtinên xwe anîn ziman û got: Yê girîng, ne hesabê kuştina ji hev e. Bila biryara aştiyê bidin û li hev werin. Ocalan peyam şandin kurdên Başûr, Başûr-rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî û got: Silavên xwe dişînim. Bila rêxistiniya xwe baş bikin û xweparastina rewa û esasî pêş bixin.
Ocalan banga ji bo kongreyeke netewî jî dûbare kir. Ocalan, Kurdistaniyên li Ewropayê, xebatkarên televîzyona me û girtiyên nexweş re jî silavên xwe yên taybet şandin. Ocalan anî ziman ku ji girtîgehên Semsûr, Mîdyat, Riha, Amed, Çewlig, Sêrt, Ordu, Tekîrdag û Bakirkoyê nameyên gelek girtiyan gihiştine wî û di şexsê wan de, hemû girtî silav kirin. Ocalan ciwanên kurd jî silav kirin û ji wan xwest ku parêznameyên wî bixwînin, xwe pêş bixin.
No comments:
Post a Comment