|
Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna têkildarî gotegotên piştî civîna wezîrên endamên MKG'ê re di çapemeniyê de derketin daxuyaniyek da. Ayna gotina wekî, "Dê hatina koman berdewam bike û hind DTP'yî bên bêdeng kirin" bi tundî rexne kir û wiha axivî: "Ku komên ew behsa wan dibêjin ji bo teslîmiyetê bin ji xwe gel wan pêşwazî nake. Heta îro kengî gel ên ji bo teslîmiyetê hatîn pêşwazî kirin? Ev yek jî nîşan dide ku peyama gel baş nehatiye famkirin. Ku agahiyên di çapemeniyê de derketîn rast bin, xuya ye ku AKP pirsgirêkê wekî ya terorê dibîne. Ku ev qas dixwazin DTP'ê bi rêve bibin, bila bên di kongreya me de bibin berendam. Ku delege eleqe nîşan bide bila bên hilbijartin û li ser navê me biryara bidin. Di nav partiya me de kî dê çawa biaxive Serokwezîr dê biryar bide? Ev bêexlaqî ye. Lazim e herkes hedê xwe bizanibe. Em polîtîkayên AKP'ê rexne dikin lê qey em tev li bernameya wan di bin. Ne hedê wan e tiştek wiha bêjin.
Feraseta wan a siyaseta demokratîk ev e. Dema tiştek ji bo AKP'ê tê gotin Serokwezîr û hevalên wî qiyametê radikin lê dema DTP dibe mijar her tiştî mubah dibînin. Ev yek jî xuya dike ku ne li dijî mudahaleyên leşkerî li dijî pêk hatina li hemberî partiya xwe ne."
'Em ne tenê partiyek siyasî tevgerek gel in'
Ayna anî ziman ku ne tenê partiyek siyasî ne di heman demê de tevgerek gel in û wiha d omand: "Derdê me ne ew e ka kî dê bibe serokwezîr an jî îktîdar. Derdê me demokratîk kirina Tirkiyeyê ye. Bila me wekî xwe nebînin. Em cuda ne. Rêz û baweriya di nav DTP'ê de di nav tu partiyan de tune ye. Qasî ew wisa li dû hesabên biçûk biçim em dê zêdetir hev bigirin. Em bi hêzdartir û mezintir dibin. DTP ji aktorên herî mezin ê çareseriya pirsgirêka kurd e. Ew li şûna çareseriyê bi me re nîqaş bikin ketine dertê perçekirina partiya me. Ev jî nîşan dide ka Tirkiye çima demokratîk nabe." Ayna bang li hikûmetê jî kir û xwest ku ji DTP'ê ne tirsin. Ayna wiha got: "Ku nikarin rîsk û zehmetiya vê pêvajoyê hildin bila xwe bidin paş. Ku dê cardin ji şidetê bendewar bin, lazim e dest ji vî karî bendin. Em naxwazin êdî kes bimire."
© Roj TV
No comments:
Post a Comment