Rûdawnet – Bexda: Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ligel Balyozê Tirkiyê yê Bexda Murat Ozçelîk civiya. Di civînê de Zêbarî daxwiyand ku pêwist e hemû welatên dostê Iraqê rêz li biryara gel bigrin.
Di daxwiyaniyekê de Wezareta Derve ya Iraqê ragehand ku Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ligel Balyozê Tirkiyê yê Bexda civiyaye û di civînê de serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bo Bexda, Besra û Hewlêrê gotûbêj kirine.
Herwiha Zêbarî behsa rewşa niha ya nazik û hestyar a Iraqê jî kiriye bi taybetî ew gotûbêj û kombûnên ku li Parlamenê Iraqê derbarê yasaya hilbijartinan de tên kirin. Di daxwiyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de amaje bi wê yekê tê dan ku Zêbarî gotiye pêwist e hemû welatên dostên Iraqê rêz li wê biryarê bigrin ku Iraqî bi xwe didin.
Hêjayê gotinê ye hefteya borî cara yekê bi fermî Balyozê Tirkiyê tevî civîna aliyên cuda ya derbarê Kerkûkê de bû.
No comments:
Post a Comment