Rûdawnet – Sine: Li gor biryara Dezgeha Dadê ya Komara Îslamî ya Îranê, biryar e sibê, 11ê mijdara 2009an, biryara darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdisanê İhsan Fetahiyan were cîbicîh kirin. Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan ragehand ku biryara e roja çarşembê serê sibehê girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdisanê İhsan Fetahiyan di hewşa Girtîgeha Navendî ya Bajarê Sine de bê darvekirin. Çalakvanê siyasî İhsan Fetahiyan xelkê Bajarê Kirmaşan e û di havîna sala borî de li Bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hat binçavkirin, di destpêkê de İhsan ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve 10 sal cezayê girtîgehê wergirtir, lê piştî nerazîbûnê, Dadgeha Pêdeçûnê Fetahiyan bi cezayê îdamê mehkûm kir. Doh malbata İhsan nameyek bo Serokê Dezgeha Dadê ya Komara Îslamî şandin û daxwaz kirin İhsan neyê darvekirin.
No comments:
Post a Comment