|
Ji damezrandina komara Tirkiyê û vir ve, cara yekemîn e, pirsgirêka Kurd li meclîsê tê nîqaşkirin.. Piştî hevdîtina destpêkê ya sibe, wê roja Pêncşemê, pirsgirêk were nîqaşkirin.. AKP'ê ya ku hewl dide, tevgera azadiya gelê Kurd tesfiye bike, wê derkeve holê bê ka di
mijara çareserkirinê de çiqas ji dil e..
ÎRO HEVDÎTINA DERBARÊ PIRSGIRÊKA
KURD DE, DESTPÊ DIKE Hukûmeta AKP'ê ku demeke dirêje di bin navê, qaşo hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd de, sibe mijarê tîne Meclîsa Tirkiyê... Sibe di heman demê de, salvegera mirina Mustafa Kemal Atatürk e.. Ev roj bi zanebûn ji aliyê AKP'ê ve hat hilbijartin.. Ev tercîha AKP'ê, ji çareserkirina pirsgirêka Kurd zêdetir, weke provokasyonê hat şîrovekirin.. Ji ber vê çendê, muxalefet û AKP'ê li şûna çareseriyê, li ser roja 10 Mjdarê bihev ketin.. Tê payîn ku di hevdîtina sibe de, di navbera AKP-CHP û MHP de şova siyasî pêk were... Beriya hevdîtinê, plana AKP'ê ya ji 10-15 xalan pêk tê ket destê çapemeniyê.. Lê ev plana behsa wê têkirin, eşkere dike ku AKP'ê ji çareseriyê gelek dûr ketiye.. Li gorî vê yekê plana AKP'ê ji xalên mîna, vegerandina navên Kurdî, vekirina beşa Kurdî li zanîngehê, radyo û televizyona Kurdî û rakirina qedexeyên li ser Kurd di girtîgehan, pêk tê..
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment