|
Beriya pirsgirêka Kurd sibe li Meclîsê were nîqaşkirin, Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek weşand.
Ji ber ku cara yekemîn e pirsgirêk li meclîsê tê nîqaşkirin, KCK'ê, ev yek weke mijareke girîng binav kir û got, ji nîqaşkirinê zêdetir, çareserkirin girîngtir e..
KCK'ê diyar kir ku eger parleman di çarçoveya teror û teslîmiyetê de, nêzî pirsgirêkê bibe jî, wê çareserî bixetime....
KCK: 'ARMANCA DEWLETA TIRK NE ÇARESERÎ, JIHEVXISTIN E'
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got ku dewleta Komara Tirkiyê ya ketiye 87 salîya xwe, êdî gihîştiye merhaleya çareseriya pirsgirêka kurd, ku pirsgirêka wê ya bingehîn e.
KCK'ê anî ziman ku dewleta tirk bi restorekirina sîstema înkar û tinekirinê, hewl dide hebûna xwe ya li Kurdistanê rewa bike'.
KCK'ê bal kişand ser armanca esasî ya dewleta tirk û got: 'Ji hewldanên dewleta tirk ên heta niha diyar dibe, armanca esasî ya wê ne çareserî, lê belê tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, bêrêxistin hiştina gelê kurd û meşandina siyaseta tinekirinê ye'.
KCK'ê bi bîr xist ku dewleta tirk heta niha ti gava pratîk neavêtiye û ev mînakên armanca tasiyeyê nîşan didin jî, rêz kirin.
*Digel biryara bêçalakîtiya leşkerî, operasyonên tinekirinê bê-navber dewam kirin.
* Operasyonên li hemberî saziyên demokratîk dewam kirin.
* Kuştinên kiryarên wan ne-diyar ji nû ve dest pê kirin.
* Kuştina zarokên kurd, wekî berê dewam kirin.
* Tirkiyê têkiliyên dîplomatîk ên bi welatên herêmê û ên di warê navnetewî de, li ser bingeha tasfiyeyê pêk anîn.
KCK'ê bi bîr xist ku digel van pêkanînên dewleta tirk, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya çûyina Komên Aştiyê daye destpêkirin û got: 'Lê belê dewleta tirk ev gavên ji bo niyeta baş jî, bi gotinên wekî provokasyon û şowê, ew bi xwe provoke dike.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo nîqaşên vê hefteyê li parlemena Tirkiyê derbarê pirsgirêka kurd de pêk bên, hin peyam dan.
KCK: LI PARLEMENÊ NÎQAŞKIRINA
PIRSGIRÊKA KURD GIRÎNG E, LÊ DIVÊ RAST BÊ NÎQAŞKIRIN
KCK'ê anî ziman ku li parlemenê nîqaşkirina pirsgirêka kurd girîng e, lê belê rast nîqaşkirina pirsgirêkê girîngtir e û wiha dewam kir:
"Hukumeta AKP'ê hinek bi derengî be jî, li Parlemenê nîqaşkirina pirsgirêka kurd girtiye rojeva xwe. Di dîroka Tirkiyê de, cara yekemîn li Parlemenê nîqaşkirina pirsgirêkê girîng e. Lê belê rast-nîqaşkirina pirsgirêkê û fikirîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd girîngtir e. Ji ber ku pirsgirêk heta niha rast nehatiye binavkirin û nîqaşkirin, çareseriyên rast nehatine dîtin û pirsgirêk gihiştiye asta îro. Hê jî hinek ji wan pirsgirêkê weke teror bi nav dikin. Banga teslîbûna bêşert û merc li gerîlayên azadî yên Kurdistanê tên kirin. Hê jî hinek ji wan naxwazin zimanê netewekî wekî zimanê perwerde û hîndekariyê bibînin û dixwazin wî bi derseke hilbijartî bisînor bikin. Ev yek tê wateya heqereta li kurdan. Ji hertiştî girîngtir jî hin ji wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah û PKK'ê, wekî mûxatabên siyasî yên pirsgirêka kurd nabînin. Ev hemû ji çareseriyê zêdetir, bêçareseriyê pêş dixin. Ti pirsgirêk bê mûxatabê wê çareser nabe. Ti şer jî, bê nîqaş û hevdîtinên bi îradeya azad yên aliyan, bi dawî nabe'.
KCK: AKP HÊ JÎ, PIRSGIRÊKÊ WEKÎ
PIRSGIRÊKEKE DESTHILATDARIYÊ DIBÎNE
KCK'ê anî ziman ku hukumeta AKP'ê rast nêzî pirsgirêka kurd nabe û hê diyalog û muzekareyan zêdetir, teslîm-girtina gerîla difikire û wiha dewam kir:
'Hukumet hê pirsgirêka kurd, wekî pirsgirêka desthilatdariyê dibîne. Li gorî xwe, pirsgirêka kurd bi nav kiriye û çareseriyeke li gorî xwe difikire. Li hemberî zextên înkarî, şoven û nijatperestî yên CHP û MHP'ê, hilbijartninên herêmî difikire û paşde gavan diavêje'.
KCK'ê ji rêveberiya tirk xwest ku bi hesabên siyasî yên biçûk nêzî pirsgirêka herî bingehîn ya Tirkiyê û got: '
'Pirsgirêka kurd bi perspektîfên ji rêzê, biçûk û bi pîneyan çareser nabe.
Hewldanên ji bo şandina hêzên Başûrî bi ser PKK'ê ve, û bi zextên siyasî û leşkerî şer li ser wan ferzkirin, pirsgirêka kurd çareser nakin.
Birina Tirkiyê ya kesên li derveyê pêvajoyê mane, û êdî ne aliyekî pirsgirêkê ne, wê xizmetê ji çareseriyê re neke'.
KCK'ê ji bo çareseriya pirsgirêkê, rê jî nîşan da.
Û pêşniyara çareseriya demokratîk li meclîsa Tirkiyê kir.
KCK diyar dike ku di serî de pêdivî bi diyalogê heye û dibêje, muxetabgirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan, PKK'ê û tevgera siyasî êdî neçare ku were qebûlkirin.
KCK'Ê PÊŞNÎYARÊN ÇARESERIYÊ
PÊŞKÊŞÎ MECLÎSA TIRK KIRIN
Konserya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de pêşniyarên çareseriyê ji meclîs Tirk re pêşkêş kirin.
Modela çareseriyê jî bi gotinên; "bê destdayîna sînorên Tirkiyê, di nava xweseriya demokratîk de, pirsgirêk dikare were çareserkirin" anî ziman.
Li gorî KCK'ê di serî de pêdivî bi diyalogê û muzakereyan heye.
Ji bo vê yekê jî, divê mijara muxetabiyê ji rewşa nediyar bê derxistin û wiha dewam dike:
"Muxetabgirtina Rêber Apo, PKK'ê û tevgera siyasî, êdî mecbûre were qebûlkirin. Divê ev yek li derveyî hemû nîqaşan bê hiştin û weke pêdiviyek xwezayî ya vî karî bê qebûlkirin. Bêî vê, pêşketin û di rêya çareseriya pirsgirêkê de gav avêtin ne mumkun e."
KCK'ê ji bo pêvajoya diyalog û çareseriyê dest pê bike jî ev pêşniyar kirin:
Divê nexşerê were eşkerekirin
Heta neha eşkerenekirina nexşerêya ku Rêber Abdullah Ocalan amade kiriye û çareseriya siyasî, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd di nava xwe de himbêz dike xeletiyeke mezin e. Di dema herî kin de vegera ji vê xeletiyê û aşkere kirina ji raya giştî re ya Nexşerêyê êdî pêwistiyek e.
Divê operasyon werin rawestandin
Hem qalkirina çareserî û aştiyê, hem jî meşandina operasyonên leşkerî û yên li dij qada siyasetê, daxuyaniyên dewlet û hikûmeta tirk a ji bo çareseriyê rê li ber fikaran vedikin. Ji bo ji holê rakirina van şik û gûmanan divê operasyonên leşkerî û yên li dij qada siyasî werin rawestandin.
Divê nasnameya gelê kurd were misogerkirin
Çareseriya pirsgirêka kurd bi hin guhertinên bisînor ên yasayî û rêziknameyan çareser nabe. Ew tenê bi rêya guhertinên destûrî dikare bigihije çareseriyê. Ji bo vê yekê jî divê nasnameya gelê Kurd, mîna parçeyekî netewa demokratîk a Tirkiyeyê di destûra bingehîn de were misogerkirin, û derfetên jiyana wekhev û bihev re bên afirandin. Zimanê kurdî divê bibe zimanê perwede û hîndekariyê
Divê Kurdî bibe zimanê perwerdê
Di rewşa niha de bisînorkirina zimanê kurdî ku yek ji zimanê bingehîn û kevin yê cîhanê ye, bi rêya kurs an mîna dersa hilbijarî girtina dest pirsgirêk bi tu awayî çareser nabe. Divê zimanê kurdî ji dibistana seratayî heta bi zanîngehê bibe zimanê perwerde û hîndekariyê. Li her derê bi rengekî azad fêrbûn, axaftin, pêşxistin û jiyîna nîrxên dîrokî, çand, hûner û erdnîgariyê ya bi zimanê zikmakî divê mîna mafê herî xwezayî were qebûlkirin.
Divê rê li ber siyaseta demokratîk were vekirin.
Pêwiste astengiyên li pêşiya mafên pêşxistina rêxistinbûyina demokratîk ya gelê kurd, meşandina siyaseta demokratîk û xwe bi rengekî azad îfadekirinê werin karin û gavên berbiçav bên avêtin.
Divê sîstema cerdevaniyê were rakirin.
Mîna îfadeya dilsoziya dewlet û hikûmeta tirk a di çareseriya aştiyane û demokratîk de divê hêzên tevgera taybet ên li gund, bajarok û bajarên Kurdistanê paş de werin kişandin, sîstema cerdevaniyê were rakirin. Dîsa li Kurdistanê divê derfet werin afirandin ku gel ji zilm û zexta polîsan dûr û di nava ewlekariyê de karibe jiyana xwe saz bike û bipêş bixe.
KCK: EGER PARLEMEN JI BO AŞTIYÊ GAVAN BAVÊJE
ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EMÊ BIKIN
KCKê di dawiya daxuyaniya xwe de hevdîtinên li Meclîsa Tirkiyeyê yên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de mîna firsetekê binav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin. Divê meclîs ji bo çareseriya pirsgirêka ku ji 1925an û vir ve sedema şer û pêvçûnan e, gavên cidî biavêje. Eger meclîs di vê çarçoveyê de guftûgo bike, tiştê bikeve ser milê Tevgera Azadiya Kurdistanê û berpirsiyarî wê bên bicih anîn. Eger li gor berjewendiyên teng ên siyasî û hasametê nêzî mijarê bibin, divî bizanin ku ev yek wê bi kêrî çareseriya pirsgirêkê neyê.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment