|
Endamên komên aştiyên yên ji Qendîl û Mexmûrê li navçeya Amedê Baglarê civîa gel li dar xistin..
Berdevkê Koma Aştiyê ya Qendîlê Mehmet Şerîf Gençdag di civînê diyar kir ku gel Kurd bi pêşwazîkirina komên aştiyê, hesreta xwe ya ji bo azadiyê nîşan daye..
Gencdag di civînê de, nîqaşên li ser pêşwazîkirina komên aştiyê yên weke 'şov' nirxandin û got, bi mîlyonan kesên daketin qadan ne ji bo şexsê wan bû, lê belê ji bo aştî û azadiyê bû..
Şerîf Gençdag careke din bi bîr xist ku ew li ser banga Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatin Tirkiyê û weha dewam kir:
"Gelê Kurd bi pêşwazîkirina komên aştiyê, helwesteke bi rûmet nîşan da. Armanca sereke ya ji hatina komên aştiyê, çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Ji bo ev pêk were jî, emê têkoşîna xwe xurt bikin."...
Endama Koma Aştiyê Vîlayet Yakût jî got, ew ê tevî gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin..
Endamê Koma Maxmûrê Nurettin Turgut jî destnîşan kir ku heta aştî pêk neyê wê ti komên din ji Mexmûrê venegerin..
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment