Tuesday, November 10, 2009

Jinên Amedî bernameya 25'ê mijdarê aşkere kir

Jinên Amedî bernameya 25'ê mijdarê aşkere kir
Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê di çarçaveya 25 Mijdar Roja Piştevaniya Navneteweyî ya Şîdeta li Dijî Jinê, bernameya xwe diyar kirin. Jin, dê ji bo fînala kampanya "Em ne namusa tu kesî ne, namusa me azadîya meye" di 22'ê mijdarê de li Qoserê mîtîngekê li dar bixin.

Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê, bernameya di çarçaveya 25 Mijdar Roja Piştevaniya Navneteweyî ya Şîdeta li Dijî Jinê, li EPÎ-DEM'ê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di civîna çapemeniyê de endam û nûnerên rêxistinên jinan amade bûn. Li ser navê rêxistinên jinan Berpirsiyara EPÎ-DEM'ê Rozan Kahraman daxuyanî xwend. Kahraman, destnîşan kir ku êrîş û şîdeta li dijî jinê roj bi roj li her qadên jiyanê zêde dibe û wiha got: "Di sala 2002'an de 66 jin hatin kuştin. Di sala 2007'an de vê hêjmarê hezar derbas kir. Di sala 2009'an de jî 953 jin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di 7 salên dawî de ji 15 hezar sucdarên têne tarizandin tenê 5 hezar sucdar hatin cezakirin."

Fînala Qampanyayê li Qoserê ye

Kahraman, diyar kir ku bi boneya Piştgiriya Navnetewiya ya li hemberî Şîdeta Jinê ew wekî Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê bi diruşmeya "Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadîya meye" dê bi mîtînga jinan a Qoserê fînala qampanyayê bi dawî bikin. Kahraman, ani ziman ku dê di 22'yê midarê de li Qoserê mitîngê li dar bixin û wiha got: "Em wekî jin dê li hemberî şer, şîdet û milîtarîzma dewletê, şîdeta nava malê, cinayetê bi navê namusê, tacîze, tecawîza zayendîyê, desthiladariya keda me û hwd. têkîşîna xwe bidin. Em bang li hemû jinan dikim ku bên cem hev û têkoşîna xwe bilind bikin."

Bernameya Meclîsa Jinan ya Bajarê Amed, EPÎ-DEM, Kooperatîfa Jinên Bağlarê, Komelaya Jinan a SELÎS'ê, Komeleya Jinê ya Cerenê, KESK û DÎKASUM ya 25'ê mijdarê wisaye:

18'ê mijdarê: Dê tevlî danişîna Tuba Kiliçê bibin
Cih: Li ber Edliyeyê
Saet: 13.00

19'ê mijdarê: Dê li Navçeya Hezroyê bi tevlêbûna perlementer û serokên bajar û navçeyan ên DTP'î dê civîna gel pêk bînin.
Saet: 13.00

21'ê mijdarê: Dê meşa jina pêk bê
Cîh: Qada Derê Çiyê
Saet: 13.00

EPÎ-DEM, dê di 11'ê mijdarê de li EPÎ-DEM'ê, di 20'ê mijdarê de li Taxa Dîcleyê saet 13.00 de semînerekê pêk bîne.

Di çerçoveya bernameya Mala Jinan a Kardelenê dê di 6'ê mijdarê de li Taxa Kaynartepeyê, di 17'ê mijdarê de li Mala Alîkariyê ya Perwerdehiyê ya Şaredariya Baglarê, di 18'ê mijdarê de li Mala Jinan a Kardelenê, di 20'ê mijdarê de li Taxa Yunus Emreyê di saet 13.00'an de dê semîner bên kirin. Dê di 25'ê mijdarê de li Taxa 5 Nîsanê de "Navenda Şîowormendiyê ya 5'ê mijdarê" dê bê vekirin.

Kooperatîfa Jinê ya Baglarê jî dê di 13 û 16'ê mijdarê de di saet 10.00'an de semînerê bikin.

Komeleya Jinê ya SELÎS'ê dê di 14'ê mijdarê de li SELÎS'a Erxaniyê de, di 17'ê mijdarê de li Komeleya Jinan a CEREN'ê de semîner pêk bê.

Komeleya Jinan a CEREN û Şaredariya Kayapinarê dê di 15'ê mijdarê de saet 13.00'an de li Navenda Çandê ya Cegerxwînê panelê bidin.

KESK, dê di 14'ê mijdarê de li ber Abideya Jiyanê ya li Parqa Koşuyoluyê, di 15'ê mijdarê de li ber AZC Plazayê di saet 13.00'an de li kolanê pêşendeyê pêk bînin.

DÎKASUM jî di 17, 18, 19 û 20'ê mijdarê de li Sumerparkê semîneran pêk bîne.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment