| Nivîskar Tsiatsan Dîrok: DuŞem, 16. Mijdar 2009 |
15/11/2009
Danişîna Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Amedê hate nirxandin. Di bernameya Ozel Gundem a Gun TVê de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Tayyîp Temel, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Muharrem Erbey û Nivîskar Altan Tan beşdarî bernameyê bûn.
Destûra weşanê bêqîmet bû
Gerînendeyê Giştî yê Azadiya Welat Tayîp Temel got, ligel ku nîqaşkirina pirsgirêka kurd a di parlamentoyê de gaveke erêniye, têr nake. Temel got: Divê gavên şênber bihatina avêtin. Hikûmet dê çi bike, ew girîng e. Di rewşa heyî de her wekî di navbera hikûmet û muxalefetê de rolek heyî dixuyê û divê ev tablo ji holê bê rakirin.Temel anî ziman ku serbestkirina weşana kurdî ji bo gelê kurd litûfek nîn e û jixwe ev qedexeyeke bêwate bû. Zêdetirî 13 televîzyonên kurdan ên li ser satalaytê weşanê dikin hene. Tirkiye destûrê nede dê çi be?
Îdiaya siyaseta kurd
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku hikûmet bi pêngavên palyatîf dixwaze pêvajoyê bibe serî û wiha got: Wisa nabe. Hikûmet zêdetir nikare gelê me berdewar bihêle. Dê çi bikin bila bêjin. Em hemû baş dizanin ku pirsgirêka kurd di nava şev û rojekê de çareser nabe. Nexşeriya hikûmetê ya ji bo çareseriyê divê zelal be. Di axaftinên rayedarên hikûmetê de min ev zelalî nedît. A girîng ew e ku dê ji niha şûn de çi bê kirin. Hevserokê DTPê Ahmet Turk got, heke gavên şênber bên avêtin di nava 3 mehan de dê çek ji rojeva Tirkiyeyê derbikevin. Ev gotineke bi îdia ye. Divê hikûmet jî li hemberî vê îdiaya siyaseta kurd gavan şênber bavêje.
Divê rast nêzî bibin
Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Muharrem Erbey jî derbirî ku pirsgirêka kurd zêdetirî 200 salan e didome û heke çareseriyeke mayînde tê xwestin divê neşxeriyek hebe. Erbey wiha got: Dibêjin em ê PKKê tasfiye bikin. Li ser tasfiyekirina siyaseta kurd çareserî pêk nayê. Bila kes xwe nexapîne. PKK jî encama vê pirsgirêkê ye. Heke hikûmet wekî pirsgirêka dayîna mafên kolektîf a gelê kurd nêzî bibe çareserî mimkûn e.
Li pey şovê ne
Nivîskar Altan Tan jî di bernameyê de diyar kir ku berdevkên hikûmetê tu daneyên şênber nedanîne holê û heke samîmiyet hebe divê gavên şênber bêne avêtin. Tan got ku endamên partiya îktîdarê li pey şovê tevdigerin û ji bêyî ku nav bide helwesta parlamenterê AKPê yê Amedê Abdurrahman Kurt mînak nîşan da. Tan wiha got: Hewce nake nav bidim. Dema TRT6 dê bihata vekirin zatekî ku parlamenterê Amedê ye li Ewropayê bi Şivan Perwer re hevdîtinek pêk anî û ew ji bo bernameyeke TRT6ê vexwend. Wê demê hevalekî min mînak da. Got, Şivan bê, dê rewşa 160 hezar gavanên îro li Ewropayê multecî ne çi be? Ey zatê muhterem, Şivan bê dê çi bibe? Madem dixwazî vegera wan a ji bo Tirkiyeyê çêbibe, çima li parlamentoyê pêşnûmeyeke qanûnê nadî? 160 hezar kurdên li Ewropayê dijîn hene. Hin ji wan 25 sal in ku multecî ne. Bixwazin jî ji ber qanûnên heyî nikarin vegerin. Peywîra te çi ye? Peywîra xwe bi cih bîne. Li pey şovê tevnegere. Paşê bila Şivan, Kemal Burkay û Kendal Nezan ji we re bin. Pê re çi dixwazî bike.
No comments:
Post a Comment