Monday, November 16, 2009

Kurd di salvegera darvekirina Seyîd Riza de zihnîyeta CHP mehkum kirin



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Îro salvegera darve kirina ji aliyê dewleta Tirk ve a Seyîd Riza bû.

Bi rasthatina rojê, li gelek deveran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û hat gotin, ew ê ti carî êşên berê neyên jibîrkirin..

Seyit Riza û hevalên wî, îro hatin bîranîn. Yek ji deverên ku herî zêde li dijî CHP'ê nerazîbûn hat nîşan dan, Mêrsîn bû. Rêxistinên Elewî û Komeleyên Dêrsimiyan, meşek li dar xistin. Paşê, desteguleke reş danîn ber avahiya CHP'ê. Di çalakiya, Tevgera Elewiyan a Demokratîk de, wêneyên Onur Oymen yên bi nivîsa, 'em li vî kesî digerin' hatin hilgirtin..

Endamên Komeleya Dersimiyan jî, ber bi avahiya CHP'ê ve meşiyan û desteguleke reş danîn ber avahiyê. Di çalakiyê de, Seyit Riza û hevalên wî hatin bîranîn..

Li Meydana Taksîmê ya Stenbolê jî, Seyit Riza hat bîranîn. Dêrsimiyan li vir jî, li dijî zîhniyeta Oymen ya şoven, nerazîbûn nîşan dan. Bi heman armancê, li ber avahiya CHP'ê ya Beyogluyê jî, çalakiyeke protestoyê pêk hat. Li Sancaktepeyê jî, endamên Însiyatîfa Gelê li ber avahiya CHP'ê kom bûn û desteguleke reş danî berê. Li Edenê jî, CHP'ê ji aliyê Dêrsimî û alîgirên demokrasiyê ve hat şermezarkirin.. Li Îzmîrê jî, DTP'ê Seyit Riza û hevalên wî, bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.


Li Kurdistanê jî çalakî


Li Amed, Çewlik û Sêrtê jî, zîhniyeta CHP'ê ya komkujîparêz hat şermezakirin. Li Amedê rêxistinên civaka sivîl, CHP'ê protesto kirin. Ji neviyê Şêx Seîd Fexrettîn Akar jî, tevlî çalakiyê bû. Akar weha got, 'Kesên li Pîran, Zîlan û Dêrsimê hatin qetilkirin, em bûn, lê yê xwedî kîn, tolgirtin û nefretê jî, ew in.'...

Piştî daxuyaniyê, desteguleke reş li ber avahiya CHP'ê hat danîn. Li Sêrtê jî, Şaredar, sendîqevan û rêxistinên civaka sivîl, daxuyanuyek hevbeş dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, zîhniyeta Onur Oymen a komkujiyan diparêze hat şermezarkirin.. Rêxistina DTP'a Çewlikê jî, li dijî Oymen nerazîbûneke tûnd nîşan dan..

Di çalakiyê de hat gotin, ew ê li dijî helwestên nijadperest têkoşîn were xurtkitin.. Tevgera Elewiya ya Demokartîk jî, li salona NÇM'ê Seyit Riza û hevalên wî bi bîr anî.. Piştî axaftina Berdevkê tevgerê Ergîn Dogru, derbarê serhildana Dêrsimê de, sînevizyon hat nîşan dan. Piştî ku Onur Oymen ê CHP'yî li Meclîsa Tirkiyê komkujiya Dêrsimê rewa dît, hovîtiya 38'an rû dabû, careke din, ket rojevê. Her çiqas dewlet biser îdeolojiya xwe ya komkujiyê de bigre jî, lê belê nikarîbû heqîqeta wê demê ji mirovan veşêre. Komkujî, surgun û siyasetên asîmîlasyonê, ku bi deh salan dewam dikin, rê li ber birînên mezin vekir..

Banga jinên elewî yên kurd

Di danezana cîvana Meclîsa Jinê ya DTP'ê ku li Amedê hate lidarxistin de, li hemberî parastina qetliyama Dêrsîmê ya Cîgirê Serokê CHP'ê Onur Oymen, nerazîbûn hatin nîşandin û wiha hate gotin: "Lazime tu kurdên elewî yên bi rûmet di nav CHP'ê cîh negire".

Di danezanê de zanîn ku pakêta ku ji aliyê hikumetê ve pêşkêşî parlementoyê hate kirin vala derketiye û wiha hate gotin: "Li van polîtîkayên ku "Tê xwestin ku DTP'ê bê vîn bihêlin. Dixazin siyaseta kurd perçe bikin. Li aliyekî vîna siyasî muhatap nagrin, li aliyê din bi operasyonan hêza tevgêra kurd zeif dikin. Ji ber ku armanca rastîn ne aştî û demokrasiyî ye. Armanca rastîn perçekirin û tunekirin e. Ger ku armanc çareserî be, dê Brêz Abdullah Ocalan muhatab bê girtin, operasyon bêne sekinandin û pêvajoya muzekereyan bê destpêkirin." Di berdewama danezanê de hate xwestin ku hemû kurdên elewî ji CHP'ê îstîfa blikin û wiha hate gotin: "Tevgêra me li dijî CHP'ê û feraseta CHP'ê biryara helwestgirtinê stendiye. Divê hemû jinên elewî û kurd ji CHP'ê îstîfa bikin. Divê CHP ji Dêrsimê bê haqijkirin. Her wiha darvekirinên li Îranê pêk tên jî Hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e. Polîtîkayên li Suriyeyê pêş dikevin jî AKP berpirsiyar e."

Di danezanê de 25 Mijdar Roja Piştevanî û Têkoşîna li dijî Şîdeta Navneteweyî ya li Hemberîe Jinê jî hate nirxandin û hate zanîn ku bi feraseta nîjadperestî, şoven, dewlet û şovenê êrîşa li dijî jinê hîn zêdetir bûye. Di danezanê de hate xwestin ku jin li hemberî vê yekê bêtir xwe bi rêxistin bikin û biryara têkoşîna li dijî şîdetê hate girtin.


Meclîsa Jinê ya DTP'ê di civîna xwe ya 2 rojan de ev biryare girtin:

"Dê li her cihê rêxistina me heyî li ser mijar jinê civînên taxan bê kirin û dê têkîşîna zayendî ya civakî bê nirxandin. Dê di xebatên jinê yên li herêmê de, rêxistinî bê astekî bilind û armance wan hej berfirhetir kirina rixistkirina jinê ye. Dê bi rêxistinên jinan re hevdemî meşên li hemberî şîdeta jinan pêk bînin. Dê bi awayekî girseyî tevlî mitîna 22'yê mijdarê ya li Qoserê pêk tê bibin. Dê danezê bidin parlementoyê û ji bo şîdeta li hemberî jinan pêk tê tedbîran bigrin. Dê koma DTP'ê bi rojevekî cuda kombibe û dê Hevseroka me Birzê Emîne Ayna banga têkoşîna li hemberî jinê tê kirin bike. Dê di şexsa Zeynepa li Îran'ê cezayê darvekirinê girtî dê bo hemû kesên cezayê dervekirinê girtî çalakiyan li dar bixin. Dê bang li dezgehên navnetewî bikin ku bi awayekî lezgînî çalakiyan li dar bixin. Dê ji bo partiyê pêşniyariya banga li dewleta Îranê bê kirin ku darvekirinan bide seknanidin bikin."

Komeleya D êrsimiyan: Divê ne Onur Oymen hemû elewî û dêrsimî ji CHP'ê îstîfa bikin

Komeleya Tunceliyan duh bi pêşniyarnameyekê navê komeleyê bi yek dengî wergerandin 'Komeleya Dêrsimiyan'. Rêveberiya nû hatiye hilbijartin diyar kir ku ji bo avakirina akademiya elewiyan dê dest bi xebatan bikin. Serokê Komeleyê Bulent Akdag diyar kir ku hind derdor dixwazin Cîgerê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen îstîfa bike û wiha got: "Ev ne rasat e. Lazim e hemû elewî û Dêrsimî ji CHP'ê îstîfa bikin."

Platforma Dêrsîmiyên ku li Amedê Dijîn, bi armanca şermezarkirina daxuyaniya Cîgirê Serokatiya CHP'ê ya Onur Oymen, çelengek reş dînin ber avihaya Rêxistina CHP'ê ya Amedê. Lê ji ber endamên CHP'ê xwestin asteng bikin, gengeşî derket. Rêxistinên DTP'ê yên Wanê û Platforama Demokrasiyê ya Rihayê jî, daxuyanî dan û xwestin ji CHP'ê îstîfa bikin.


© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment