Monday, November 16, 2009

Serhildaneke bo azadiyê û qetlîma Kemalîzma hov; Komkujîya Dêrsîmê


TAYBET -- Seyîd Riza (1862-1937) yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê bû.

Seyîd Riza di sala 1862an de, li Dersimê hate dinê. Seyîd Riza kurê Seyîd Îbrahîm e. Ew ji aliyê zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ve ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyetiyê de perwerde dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di beldeya Agdadê de bi cîh bû. Di rojên serhildana Koçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û telgirafeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da muhaciran.

Berî serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza, li hemberî îhtîmala operasyonê bi sereke eşîran re hevdîtinê çêdike ku di nava xwe de yekîtiyê çêkin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5ê Îlona 1937an de rayedarên hukumetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bang li Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di rêya Erzînganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi îdamê tê mehkûmkirin.

Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 18ê mijdara sala 1937an de, bi tevî 7 hevalên xwe ve, ji aliyê rejima Tirkiyê ve hatin dardakirin.

Qetlîma Dêrsîmê çawa pêk hat

'Dêrsim ji bo hukumeta Komarê, kunêreke xirab e. Ji bo selametiya welêt, pêwistî bi ameliyeta vê kunerê heye'. Ev rapora ku mufetîşê mulkiyeyê Hamdî Beg bi van gotinan da Wezereta Karên Hundur, bingeha komkujiyê amade dikir.

Li gorî qanûna Tuncelî ya hezar 1935'an, walî û fermandarê leşkerî jî, qasî wezîrekî xwedî erk bûn. Wan kesan, kî bixwasta dikarîbûn wezîfedar bikin û kî bixwasta dikarîbûn surgun bikin.

Dewlet li gorî dîroka fermî, di bin bahaneya çûyina leşkerî û dayina bacê red dikin de, ji bo îsyana derketiye bi tepisîne ketiye nava tevgerê, lê belê di rastiyê de, dest bi komkujiya Dêrsimê kiriye. Dewletê berê bi tedîp, yanî dest bi tevgera terbiyeyê kir. Rêveberiya tirk, fermana destdanîna ser çekên hemû eşîran û kumê sor qedexe kir.

Di raporên wê demê şandine Serokatiya Fermandariya Giştî re jî, tê gotin ku, ji Sabîha Gokçen xanimê bi bombeyên 50 kîloyî, zirarên mezin dane komên asî yên ber bi bakûr direviyan'. Ji bo mirov vê komkujiyê fêm bikin jî, tenê pirtûka bîranînên Mûhsîn Batûr ya bi navê 'Anilar û Goruşler' ango Bîranîn û Nêrîn' bi serê xwe bes e.

Batûr wiha dibêje:Me li qûntarên Xarpêtê, biryargehên bi konan saz kirin û dûre jî wekî rawestgeha yekemîn ber bi Pertekê bi rê ketin. Li wir zêdetirî 2 mehan me wezîfeyên taybet kirin. Lê ez li vir, ji xwedevanan lêborînê dixwazim û ezê vê beşa bîranînên xwe, nenivîsim'.

Di arşîvên fermî yên dewleta tirk de jî, şopên komkujiyê tên dîtin. Di biryara veşartî ya Desteya Wezîran de wiha dihat gotin: 'Ji bo bêzirarkirina kesên çek bikartînin, texrîpkirina gundan û dûrxistina malbatan, şert bûye'. Şahîd jî dibêjin, gel li meydanekê kom kirin û gotin, piştî hûn çekên xwe deynin hûnê serbest bên berdan', lê belê yên çek danîn, bi gulebaranê hatin kuştin Kesên xwe di kendalan re avêtin, kuştina jinên du-canî, êdî bû ew rojên tarî kir weke birîneke reş ya ti car nayê bîrkirin. Lê belê van hemûyan jî têr nekir. Hukumetê qaşo wê pê re hevdîtinan pêk bîne, Seyît Riza dawetî Erzînganê kir û di 10'ê îlona 1937'an de girt.

Dewleta tirk ji bihara 1937'an heta bihara 1938'an, zêdetirî 40 hezar kes kuştin


Dewleta tirk di cihê hejmara rastîn de, bi gotinên gilover ên wekî 'ji herêmê, sax û mirî 7 hezar û 954 kes hatin derxistin' bîlançoya rastî vedişêre. Yên sax man jî, hatin surgûnkirin. Desteya Wezîran di bi navê 'neqil û îskanê' de, biryara surgunê ya 7 hezar kesan girt. Îsmet Înonu, piştî dardekirina Seyît Riza got ku wan 'pirsgirêka Dêrsimê ji holê rakiriye'. Lê belê, ev polîtîkaya rê li ber kuştina bi hezaran kesan, surgun û koçberiyê vekir, ti caran negihişt armanca xwe.

Dêrsimiyan guh da van gotinên Seyit Riza yên dema dardekirinê de: Min nekarî li hemberî hîle û derewên we ez bi ser bikevim, ev ji min re bûn derd, lê belê ezê jî serê xwe li ber we netewînim, bila ew jî, ji we re bibe derd.

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment