| 16/11/2009 |
| |
| Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ew ji bo çareseriyê amade ye û çi bikeve ser milê wî dê bi cih bîne. Tevî vê yekê jî, li Ocalan lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Ocalan, rastiya hewldanên AKP'ê yên di bin navê çareseriyê de jî, deşîfre kirin û wiha got: “Hewldanên hikûmetê aşkera bûn û şova wî bi dawî bû.” Rêberê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Abdullah Ocalan roja înê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û got ku ew li Girava Îmraliyê dîlekî siyasî ye. Ocalan diyar kir ku rêveberiya tirk der barê wî de lêpirsîneke din vekiriye û wiha got: “Yên vê derê rêve dibin, Amerîka û Îngilistan in. Hewl didin bi zextên li ser min tevgera kurd tasfiye bikin. Ji ber vê cezayên hucre yên didin min û lêpirsîneke nû ya din vekirin. Ne mimkûn e, ez ji vir biryara şer bidim û tiştek wisa ne rast e jî. Ez tenê rewşê tespît dikim. Tiştên biqewimin berê tespît dikim. Lê belê ji ber van lêpirsînan vedikin û cezayan didin parêzerên min. Bi vî rengî jî zextan li me dikin”. ‘Şoveke mezin bû û bi dawî bû’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku tiştên hikûmetê dikir diyar bû, şovek bû, bi dawî bû û wiha dewam kir: "Min berê jî texmîn dikir. Lê belê dîsa jî, pêwist bû, mirov niyeta wan bibîne. Hatina komên aştî yên yekemîn û duyemîn rast nehatibû nirxandin. Ev koma aştî ya sêyemîn bû. Min dixwest samîmiyeta AKP'ê bibînim. Û jixwe fêm jî bû ku, AKP ne samîmî ye.” ‘Hêza dide axaftin yek e’ Ocalan ragihand ku AKP, CHP û MHP, pêwistiya rola dane wan bi cih tînin, di rastiyê de ferqa wan ji hev nîn e û got: “Hêza CHP û MHP'ê dide axaftin û hêzê AKP'ê dide axaftin, heman navend e. Navenda wan bi rê ve dibe û wan di bin kontrolê de dihêle, dixwaze beşeke kurdan jî bigire bin kontrolê. Peyama wekî 'eger hûn vê plana me qebûl nekin, em ê we tasfiye bikin, didin DTP'ê. Ji ber vê doza girtinê her tim di rojevê de dihêlin. Bi sedan DTP'î hatin girtin û girtina gelek kesan hêj didome. Dikarin operasyonên mezintir pêk bînin.” Ocalan bi bîr xist ku AKP, hewaya wê pirsgirêkê çareser bike belav dike û got ku AKP dîsa li dû planên xapandinê, dek û dolaban in. Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku AKP dîsa planên lîstikan dike û got: “Tê zanîn, kerê Mele Nasrettîn winda kirine û dûre jî anîne gotine mele tu kêfxweş bûyî? Niha heman rêbazê ji me kurdan dikin. Zarokên kurd berê diavêjin girtîgehan û dûre jî, dibêjin ku zarokan ji girtîgehê derdixin û van jî wekî gavên çareseriyê nîşan didin. Behsa li Zanîngehan vekirina beşê kurdî, televîzyonên kurdî dikin û van wekî gavên ji bo çareseriyê nîşan didin. Pêwîstiya kurdan bi televîzyonan nîne. Jixwe televîzyonên kurdan hebûn û jixwe televîzyon ji mafbûnê derketine. AKP dîsa ji bo dengên kurdan bigire, planên lîstikan dike. Bi GAP, Holdîng û krediyan dixwaze kurdan bigire bin kontrolê. AKP dixwaze bi riya hin malbatên beg û şêxan bigirin bin kontrola xwe”. Ocalan, gotinên rayedarê CHP'ê Onûr Oymen yê ji bo çareseriyê komkujiya Dêrsimê mînak da jî nirxand û got: “Ev pêşniyar, rastiya zîhniyeta wan radixe ber çavan. Divê akademiyên siyasetê ji bo fêmkirina vê zîhniyetê nîqaş bikin.” Têkoşîna alîger û dijberên aştiyê Ocalan, da zanîn ku pêvajo dibe ku bi 2 şêwazî bipêş bikeve û wiha got: “Li gorî vê yekê, an Tirkiye dê demokratîk bibe û her kes ji vê yekê sûdê werbigire. An zext wê zêdetir bibin û girtinên nû werin rojevê. Ocalan, destnîşan kir ku pêvajoya nû dest pê dike û têkildarî pêvajoya nû ya dest pê dike de ev nirxandin kir: “Bi hatina komên aştiyê re min û PKK’ê me nîşan da ku ji bo aştiyê em amade ne. Ya rast dewlet jî xirab nêzîk nebû, erênî nêzik bû, serbest berdana kesên hatî erênî bû. Atmosfereke baş hate afirandin, lê belê Bahçelî sabote kir û atmosfera erênî berovajî kir. Mêze bikin niha dîsa tasfiye û tunekirin tê rojevê. Di nava dewletê de alîgirên çareseriyê hene. Lê hêza wan nagihije. Di nava hêzan de kîjan serkeftî be AKP dê alîgirê wê hêzê be. AKP tim alîgiriya yê bihêz kiriye. Di nava dewletê de û di nava AKP’ê de yên çareseriyê dixwazin û yên naxwazin hene. Kîjan ji van bi ser dikeve; ev girêdayî têkoşîna van hêzên di nava dewletê de ye. Sefheyeke nû dest pê kir. Dîsa jî heger pêşketinên erênî pêk werin, gav werin avêtin ez ê dîsa rola xwe bileyizim. Tiştê bikeve ser milê min ez ê pêk bînim.” Navenda xebatên kontrayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz kir ku pêvajoya nû ya qala wê dike rast were fêmkirin û ev tesbît kirin: “Xebatên konta (Gladio) yên di sala 1987’an de dest pê kirin bi bûyerên mîna Tevkujiya Gundê Bîlgeyê were domandin. Tiştên ku hê jî cerdevan dikin hene, ev tev xebatên kontrayî yên ji yek navendê tên meşandin in. Derkete holê ku tevkujiya gundê Bîlge bi agahdarî û têkiliya leşkeran pêk hatiye. Dixwestin bûyerê bavêjin ser PKK’ê lê PKK’iyekî ku bûyerê bigire ser xwe nedîtin.” Ocalan têkildarî sûc û bûyerên avêtine ser PKK’ê careke din banga xwedîderketina li berpirsiyariyê li dozgerê Ergenekonê kir û got, “Divê dozger were li min guhdarî bike.” ‘Wezîfedarên taybet in’ Rêberê KCK’ê ji dîroka nêz jî mînak dan û bal kişande ser rola Ergenekonê ya di bêçareserî hiştina pirsgirêkê de û wiha pêde çû: “Ozal samîmî bû. Ji tiştê werin serê xwe ne haydar bû. Erbakan jî dest avête mijarê. Ew ne kuştin lê ji desthilatdariyê dûr xistin. Karadayi û Kivrikoglu ji polîtikayên DYA’ê û Ergenekon haydar bûn. Ya rast dixwestin pirsgirêkê jî çareser bikin. Lê Ergenekon pir bihêz bû. Ecevît xwest tiştinan bike. Bahçelî bû asteng, kesekî xwedî wezîfeya taybet bû. Li benda darbeyê bûn lê DYA’yê destûr neda darbeyê. Bahçelî niha jî bi heman rengî dixwaze li pêşiya çareseriyê bibe asteng. Wezîfeya danê bicîh tîne. Baykal jî ji bo li pêşiya çareseriyê bibe asteng bi taybetî hatiye wezîfedarkirin. Baykal ji aliyê JITEM’ê ve bi darbeyeke hundirê partiyê anîn ser wezîfeya Serokatiya CHP’ê . Altan Oymen têk birin û Baykal anîn. Di nava CHP’ê de hin demokrat hene, yên çareseriyê dixwazin. Di nava AKP’ê de jî yên niyet baş û alîgirê çareseriyê yên demokrat hene.” ‘Dixwazin kurdan heps bikin’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têgihiştina roja me careke din ji dîrokê hin mînak dan. Ocalan gotinên Îsmaîl Beşîkçî yên “Divê kurd bizanibin di salên destpêka 1920’an de çi bû” bibîr xistin û ew dema dîrokê wisa nirxand: “Di 1921’ê de di civîna Kahîreyê de rewşa kurdan danîn ser maseyê. Îngîlîz ji bo ku kurdan destek da Mustafa Kemal ji kurdan gelekî bihêrs in. Kurd li pêşiya planên îngîlîzan ên Rojhilata Navîn û Qefqasyayê bûne asteng. Kurdên Sûriyeyê di nava Mîsak-i Millî de bûn. Ev parçe dan Fransayê. Kurdên Iraqê di nava Misak-i Millide bû. Ev parçe jî îngîlîzan girt û bi Iraqê ve girê dan. Musul û Kerkûk jî, tê zanîn li wir herêma dewlemend a petrolê heye Îngîlîzan ji xwe re bir.” Ocalan ku dibêje “Li her parçeyî hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyê çandî ve ji bo tunekirinê dê bi ser kurdan de biçûya ne.” û destnîşan dike ku di roja me de jî heman plan li dar e. Ocalan têkildarî mijarê bi vê hevokê gotinên xwe bidawî kirin: “Mumtaz Soysal ji bo mubadeleyeke îro ji kiriye û dixwazin kurdan bi hebûna Başûr -ez ji vê re dibêjek dewletok- hepis bikin û di bin kontrolê de bihêlin.” Naveroka parêznameyê Ocalan di hevdîtina xwe de behsa parêznameyên xwe jî kir û bersiv dan hin rexneyan: "Ji bo nirxandinên ku dibêjin serdema Neolotîkê zêde erênî dibîne, ez dikarim viya bêjim: Li wê derê serdemek hatiye jiyandin û têkilî hene. Dîrok du caran nayê jiyandin. Ez dibêjim lazime ew rojana li gorî îro were lêanîn. Ez bawerim min li vê derê rastiya tektî û gerdûnî baş vekiriye. Dîsa kesên ku behsa paradigmaya Zerduştiyê dikin hene. Ez parêznameyên xwe de rê û rêbaza rave dikim. Ez nebim jî, ev parêznameyên min dikare rê rave bike. Divê ji vana sûd bê wergirtin." Ocalan diyar kir, wî moderniteya kapîtalîst jî, ku di parêznameyên xwe de cihek berfireh daye, ji hev derxistiye. Rêberê Gelê Kurd got, ez bawerim min rexneyên serkeftî li kapîtalîzmê kiriye, û min maskeyê kapîtalîzmê daxist. Rexne li rewşenbîrên ewropî Ocalan her wiha rexne li rewşenbîrên Ewropî jî girt û wiha dewam kir: "Wan jî li wê derê tiştek bi rêk û pêk nekirin. Mînak Hannah Arendt fîlozofek polîtîk ê baş e. Lê di tenê di ber peravên vê rastiyê re derbas dibe. Ev fîlozofana tenê bi teoriya vî karî re mijûl dibe. Lê ez hem bi teorî û hem jî bi pratîka wê, siyaseta pratîk re mijûl dibim. Arendt tenê dikare nêrînek veke. Ew Marksê mezin jî, kapîtalîzmê daqurtand. Ji ber ku kapîtalizm ji hev dernexist, di encamê de ket rewşa ku ji kapîtalizmê re xizmetê dike. Lenîn jî, ji ber vê sedemê di pratîkê de bê çare ma. Du tiştan bi pêş dixin, endustiyalîzm û netew-dewlet. Stalîn jî, di encamê de ji kapîtalîzmê re xizmet kir. Mao dîsa heman tişt kir. Çîna ku Mao saz kir niha kapîtalîzmê li ser piyan dihêle, ji DYA'yê re xizmetê dike. Rusya jî kapîtalîzma Ewropayê li ser piya dihêle û ji wê re xizmetê dike. Ez ji ber vê yekê Mustafa Kemal girîng dibînim, li dijî vana dixwest serbixwe bimîne." STENBOL (ANF) Rewşa Îran û Sûriyeyê... RÊBERÊ KCK’Ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de, behsa berxwedana girtiyên kurd li dijî cezayê dardekirinê li Îranê û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên kurd li Sûriyeyê jî kir. Ocalan peyama da dewleta Îranê jî, ku di demê dawî de dîsa îdam aniye rojevê. Ocalan got; "Ez silavê xwe ji girtîyên li girtîgehên Îranê re dişînim, ji wan re sebrê dixwazim” û wiha dewam kir: "Îran bi vê tengavbûna di nava xwe de, berê xwe dide îdaman. Dibe ku zextên xwe hê zêdetir bikin. Dibe ku li dijî xelkên Belucî, Kurd Azeriyên di nava xwe de serî li riyên dijwartir bide. Lê heman Îran dibe ku têkiliyan jî lidar bixe. Her tim politikayên Îranê yên dualî hene. Divê mirov li dijî vê siyasetê bi tedbîr bin." Ocalan her wiha bal kişand ser zextên li girtîgehê Sûriyeyê jî û ev tişt gotin: "Sûriyeyê li gorî Tirkiyê tevdigere. Sûriyeyê kurdên li wir ji xwe dihesibîne. Li gorî dewletên din, ji dema Hafiz Esad vir ve ew siyasetek erênî dimeşîne. Belkî yek caran zextên xwe zêdetir dikin hema zêde pêşde naçin. Sûriyeyê zêdetir, dixwaze bi riya îstixbaratê kurdan di bin kontrola xwe de bihêle. Ji bo kurdên li wir, bi qandî ku ne-dijminahiya li dijî Sûriyeyê, tawîznedayîna ji bo mafên xwe yên demokratîk jî gelek girîng e. Dikarin rêxistinbûyîna xwe ya demokratîk xurtir bikin." Ocalan her wiha ji xelkê Batmanê, Mûşê û hemû girtiyên li zindanan re silavê xwe şand. Ji bo aştiyê pêşiya min vekin OCALAN, diyar kir ku sedema rewşa tenduristiya wî şertên wir û bi pêvajoya siyasî re girêdayî ne û careke din şertên lê dijîn rawe kirin: “Wekî kesekî ku girêdayî makîneya nefesgirtinê bin. Yanî dema bixwazin fîşa wê bikişînin. Di bin navê lêpirsîn û cezayên hucreyê de, fîşê dikişînin û dîsa dixin cihê wê. Rewşa min ya tenduristiyê jî ne baş e. Xurîna timî ya di bedena min de û pirsgirêka îdrarê dewam dikin. Dîsa di nefesgirtinê de zehmetiyan dikişînim. Ev der pir bêhewaye. Nikarim bêhnê bigirim. Neçar dimînim tim çavên xwe bigirim, di dema girtin û vekirina çavên xwe de zehmetiyan dikişînim. Herikîna di qirika min de dewam dike. Nikarim razêm. Dema klîmayê vedikim, aciz dibim. Zivistan tê. Wê zehmetir bibe. Li vir rojekê jî jiyin mûcîzeyek e. Jiyana min a li vir mûcîzeyek e. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li vir dikarim bimirim jî. Naxwazin biaxivim. Eger ji bo aştiyê samîmî ne, dikarim rol bigirim. Min berê jî gotibû, eger pêşiya min neyê vekirin, nikarim rola xwe bilîzim. Eger biçim biaxivim, ez ê karibim îkna bikim. Min ev yek bi hatina komên aştiyê jî îspat kir. Min dikarî, di sala 99'an de jî, gerîla vekişînim derveyî sînor. Di sala 2006'an de min banga agirbestê kir. 3 caran rê li ber dirêjkirina agirbestê vekir. Min Nexşerê jî da. Gelek caran banga aştiyê kir û min parêznameyên xwe nivîsan. Digel şerên nebaş yên li vir, ji bo aştiyê çi ji destê min tê dikim. Ji bo karibim rola xwe bilîzim, divê pêşiya min were vekirin.” © Azadiya Welat |
| |
Monday, November 16, 2009
Ocalan: Heman navend AKP û CHP’ê kontrol dike
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment