Monday, November 16, 2009

Rapora saxlemiyê dan girtiya 60 salî

Nexweşa 60 salî Kazê Ozlu ku li ji doza PKK’ê li Girtîgeha Girtî ya Karataşê ya Edeneyê ya Jinan tê girtin, demek dirêj e bi boneya nexweşiyên heliyana hestî, tansiyon û pirsgirêkên rûviyan êşê dikişîne.
16/11/2009

Nexweşa 60 salî Kazê Ozlu ku li ji doza PKK’ê li Girtîgeha Girtî ya Karataşê ya Edeneyê ya Jinan tê girtin, demek dirêj e bi boneya nexweşiyên heliyana hestî, tansiyon û pirsgirêkên rûviyan êşê dikişîne. Lê Zanîngeha Balica ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê rapora saxlemiyê da Ozlu. Teyfîk Ozlu nerazîbûn nîşanî raporê da û diyar kir ku tiştek bê serê diya wî dewlet berpirsyar e.
Pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê yên binpêkirina mafên girtiyan û bêdadî bi dawî nabin. Li girtîgehan bi dehan girtî ji nexweşiyên mirinê di nav êş û ezabek mezin de jiyana xwe didomînin. Pergala daraz û tenduristiyê ya tirk hin diçe ji exlaqê hiqûq û tenduristeyê zêdetir dûr dikeve. Mînaka herî dawiyê jî li Girtîgeha Girtî ya Karataşê ya Edeneyê ya Jinan derket holê. Nexweşa 60 salî Kazê Ozlu ku li ji doza PKK’ê li Girtîgeha Girtî ya Karataşê ya Edeneyê ya Jinan tê girtin, demek dirêje bi boneya nexweşiyên heliyana hestî, tansiyon û pirsgirêkên rûviyan êşê dikişîne. Lê ligel nexweşiyên wê Zanîngeha Balica ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê rapora saxlemiyê da Ozlu.

‘Berpirsyar dewlet e’
Kurê Ozlu, Teyfîk Ozlu nerazîbûn nîşanî raporê da û diyar kir ku tiştek bê serê dayika wî dewlet berpirsyar e. Ozlu anaî ziman ku diya wî ev 7 meh in li girtîgehê ye û wiha got: “Ev demek e ji bo tedawiyê bidin nexweşxaneyê. Lê tedawiyek cidî nakin. Heta xirabtir bûye. Bijîşka Beşa Norolojiyê ji diya min re gotiye ‘Tu çima têyî vir. Nexweşiya te giran e û dewlet nikare li te binêr e’. Ligel vê yekê heman nexweşxaneyê rapora saxlemiyê da diya min. Bijîşkên Nexweşxaneya Nimûneyê ya Edeneyê jî 2 hefte berî niha ji diya min re gotin di rewşa de de guherînek tune ye. Ji diya min re gotin her du gurcikên te riziyan e. Her wiha doxtor dibêjin ji ber îşkenceyên dîtî lazim e ji rûviyên xwe jî emeliyat bibe. Ligel vê yekê jî Nexweşxaneya Balicayê rapora saxlemiyê daye dayîka min. Diya min tedawî nakin. Ez ji ber jiyana wê bi fikar im. Tiştek bê serê diya min berpirsyar dewlet e.” Ozlu diyar kir ku di hevdîtina herê dawî de rewşa diya wî pir xirab xuya kiriye û diya wî nikare êdî xwarinê jî bixwe. Ozlu derbirî ku têkildarî rewşa diya xwe, helwesta doxtorên li Nexweşxaneya Balicayê û tedawî nekirina diya xwe de daxwazname da dozgeriyê û dê mafên xwe yên hiqûqî bikar bîne.

© (DÎHA)

No comments:

Post a Comment