Hunermend Ahmet Kaya di 12’ê sibata 1999’an di şeva xelatan a Komeleya Rojnamegerên Magazînê de axaftinek kir û hunermendên tirk ên faşîst ji aliyekî kevçî çetel diavêtin û ji aliyê din jî sirûda neteweperestiyê ya Sala 10’emîn xwendin. 16/11/2009
|
|
| ÎSMAÎL YILDIZ - STENBOL Hunermend Ahmet Kaya di 12’ê sibata 1999’an di şeva xelatan a Komeleya Rojnamegerên Magazînê de axaftinek kir û hunermendên tirk ên faşîst ji aliyekî kevçî çetel diavêtin û ji aliyê din jî sirûda neteweperestiyê ya Sala 10’emîn xwendin. Kaya di axaftina xwe de gotibû “Ez ê di albûma xwe ya nû de straneke kurdî bibêjim û klîbê ji vê stranê re bikişînim û li kanalên wêrek ku vê klîbê biweşînin digerim.” Ev gotin ji bo hunermend bû sedema derketina rêwîtiya mirinê. Hunermend piştî lêpirsîn û dozan neçar ma ku derkeve derveyî welat û hunermend 16’ê mijdara 2000’an li Parîsê jiyana xwe ji dest da. Konserên hunermend wekî mîtîngan derbas dibûn û hunermend bi sekna xwe kurdbûna xwe dianî ziman û di warê afirîneriya hunerî de cihê wî nayê tijekirin. Ahmet Kaya di sala 1957’an de ji dayik bû. Bavê wî kurd û dayika wî tirk bû. Malbatê ji Semsûrê koçî Meletî kiribû û dibistana seretayî li vir xwend. Hunermend di belgefîlma ku jiyana wî vedibêje de dibêje di 6 saliya wî de bavê wî tembûrekê diyarî dide wî û bi vê tembûrê bi muzîkê re eleqedar dibe. Di sala 1972’an de malbata wî ji ber pirsgirêkên aborî koçî Stenbolê dike. Ahmet Kaya li Stenbolê di gelek karan de dixebite. Hunermend li vir gelek zehmetiyan dikişîne û di hevpeyvînekê de zehmetiyên ku dikişîne wiha tîne ziman: “Ez bi wan re nediaxivîm ji ber ku min nikaribû bi wan re biaxivim. Kinc û axaftina wan cûda bû. Min hewl dida wek wan biaxivim. Mînak ez çûbûm terzî xwest ku kincên mîna wan bidim durîn. Min didît ku ev kinc ji min nedihatin. Ji wan dihat lê ji min nedihat. Evîndara zarokatiya her kesê heye, keçek hebû di dibistanê de min got ez dixwazin bi te re biaxivim tu her tim direvî. Ji min re got rîca dikim. Gelek zora min çûbû, min jî wateya rîcayê nizanibû û min her zanibû çêran dike, min jî got çima ez rica dikim.” Ahmet Kaya di 16 saliya xwe de ji ber daliqandina afîşan hat girtin. Piştî demekê tevî çend hevalên xwe di nav komeleyekê de cih girt û di hin bernameyan de li tembûrê da. Bû şahidê bûyerên 1’ê îlona 1977’an. Di sala 1982’an de piştî ku ji leşkeriyê vegeriya bi Emîne re zewicî û bi navê Çîgdem zarokeke wan bû.
Xebatên profesyonel Hunermend ji ber betalî û bêperetiyê zehmetiyên aborî kişandin. Di vê demê de hevsera wî dev ji wî berda. Di sala 1985’an de bi navê Aglama Bebegîm (Negrî Berxika Min) albûmekê derdixe. Albûm wê salê tê tomarkirin. Piştî demekê qedexeya li ser albûmê radibe. Di heman salê de albûmeke din derdixe. Piştî demekê bi Gulten Hayaloglu re dizewice. Piştî Yusuf Hayaloglu nas dike di albûmên xwe de cih dide helbestên wî. Albûma Ahmet Kaya ya bi navê ‘Şarkilarim Daglara’ (Stranên Min Ji Bo Çiya) 2 mîlyon 800 hezar difiroşe û rekorê dişikêne. Lê ji ber strana albûmê ya ‘Birayê te dê rojekê ji çiyayan vegere, tu hembêz bikî berxika min’ biryara tomarkirina albûmê tê dayîn û konserdayîna wî tê qedexekirin. Ji bo tarzê muzîka wî ‘Arabeska Şoreşgerî’, protest tê gotin lê ew van bi navkirinan qebûl nake. Hunermend ji aliyê gelek girseyan û balkêş e ji aliyê neteweperestan jî dihat guhdarîkirin.
Doz, girtin û manşet Piştî vê axaftina Ahmet Kaya ya şeva xelatdayînê ya Komeleya Rojnamegerên Magazinê êdî bû hedef. Rojnameya Hurriyetê piştî vê axaftinê wêneyên Ahmet Kaya yên ku di sala 1993’an de li Berlînê konsera ku ji aliyê karsazên kurd hatibû organîzekirin weşandin. Ji bo Ahmet Kaya bi boneya ‘alîkarî daye PKK’ê û gel ji bo rik û dijminahiyê tahrîk kiriye’ ji aliyê Mehkemeyên Dewletê yên Ewlehiyê (DGM) du dozên cûda hatin vekirin û bi giştî cezayê 10 û nîv sal jê re hate xwestin. Hunermend di hezîrana 1999’an de ji Tirkiyeyê revî û ji ber dozên lê hatine vekirin ji bo wî cezayê 3 sal 9 meh hat birîn. Lê ji ber ku derveyî welat bû neket girtîgehê. Di vê navberê de Walîtiya bajarê Orduyê firotin û ketina kasetên Ahmet Kaya ya nav bajêr qedexe kir. Ji ber nûçeya rojnameya Hurriyetê ya ‘Min erebeya xwe li welatê wan bêşerefan hişt’ careke din doz lê hat vekirin. Hunermend di sala 2000’an de dema ji bo derxistina albûmê amadekarî dikir û qeyd çêdikir li Parîsê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Hunermend di vê albumê de bi navê ‘Karwan’ straneke kurdî got. Merasîma cenazeyê hunermend li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê pêk hat. Piştî mirina hunermend di sala 2002’yan de ji aliyê 20 hunermendên binavûdeng ve 20 stranên wî hatin gotin û ev wekî albûm hat çapkirin. Di albûma bi navê ‘Xatrê we çavê min’, ‘Hinekî jî tu bigirî’ strana kurdî ya bi navê ‘Karwan’ hat weşandin. Gora wî ya li goristana Père-Lachaise di sala 2003’an de careke din hat çêkirin. Hunermend piştî xwe bi dehan albûm û jiyaneke ku mîlyonan kes ber wî rêz digirin hişt. Hikûmetê xwest ku li ser navê nîqaşên pirsgirêka kurd gora Ahmet Kaya bîne Tirkiyeyê lê Gulten Kayayê ev xwestek paşve vegerand.
© Azadiya Welat
|
|
No comments:
Post a Comment