|
AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Doh li meclîsa Tirk ji bo "çareseriya pirsgirêka Kurd" kom bû. Li ser navê CHP'ê Onur Oymen axivî û got çawa ku li Dêrsîmê qetlîam hatiye pêk anîn û kes negotiye "hêsîrên dayikan bila nerje" divê îro jî neye gotin. Divê îro jî çareserî bi vî şiklê be.
Alîkarê Serokê MHP'ê Oktay Vural jî, heqaretên li dijî gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê dubare kirin..
Paşê, li ser navê DTP'ê, Cîgira Serokê Koma Partiyê Gultan Kişanak axivî...
Kişanak diyar kir ku piştî 86 salan, cara yekemîn navê wê bi awayekî zelal neyên gotin jî, pirsgirêka Kurd li Meclîsê tê nîqaşkirin û ev yek weke gaveke girîng binav kir..
Kişanak diyar kir ku ji bo salên wendabûyî, berteref bikin, fersendeke mezin peyda bûye û bang li her kesî kir da ku vî şensê baş binirxînin...
Ji bo çareserkirina demokratîk û aştiyane jî, Kişanak xwest operasyonên eskerî were rawestandin û got, an na, pirgirêkeke mezin mîna ya Kurd, ne mumkine çareser bibe. Ji ber ku sedemên derketina pirsgirêkê nayên dîtin û nîqaşkirin, Kişanak rexne li hukûmet û muxalefetê girtin. Li hemberî gotinên mîna tesfiyekirina tevgera azadiya gelê Kurd jî Kişanak weha got, bi salane dewleta Tirk hewl da PKK'ê tesfiye bike, lê biser nekt, eger hewldanên weha dewam bikin wê çareserî jî bixetime.. (ajansan)
© HAWAR NET 2009

No comments:
Post a Comment