Wednesday, November 11, 2009

Rejîma hov a Îranê ciwaneke Kurd qetl kir


MEHABAD, rojhilatê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Rêjîma Îranê, tevî hemû bangan jî, îro li ber çavên cîhanê ciwanê Kurd Îhsan Fetahiyan darve kir...

Ceza îro danê sibe, saet 4'an pêk hat...

Ciwanê bi navê Ihsan Fetahiyan ê ji Rojhilatê Kurdistanê, 2008'an de li herêma Kamyaranê hatibû girtin.

Di rûniştina doza wî ya ewil de, 10 sal ceza lê hat birrîn, lê paşê dadgeha Sînê cezayê îdamê lê birrî.

Tevî hemû bangan jî, rêjîma Îranê ya qaşo Îslamî, îro li Girtîgeha Navendî ya bajarê Rojhilatê Sinê, saet 4'ê Sibê ciwanê Kurd ê 19 salî îdam kir...

Fetahiyan beriya ceza pêk were, bi riya Saziya Malbatên Girtiyan nameyek weşandibû...

Di nameyê de Îhsan Fetahiyan weha digot:

"Cezayê li dijî min hatiye birîn, siyasî ye û li dijî huquqê ye. Ne mirina min, ne jî mirina bi hezaran ciwanên Kurd wê pirsgirêka Kurd ji holê raneke."

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment