AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê hatibûn Tirkiyeyê, di civîna gel a Amedê de diyar kirin ku kurd ji aştiyê re amade ne û heta çareseriyek aştiyane pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin. Berdevkê Koma Maxmûrê Bulent Aka, têkildarî niqaşên derbarê hatina komên aştiyê de wiha got: "Rayedarên dewletê bi hatina me hin tişt hevî dikirin. Lê piştî ew tiştên hevî dikirin bi dest nexistin, gotin poşman bûne. Lê belê yên poşman bûne dewlet e, ne emin. Bi hezaran welatî ji ber êrîşa dewletê koçberî dervê welat bû. Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê li Navçeya Bîslîmê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Berdevkê Koma Qandîlê Mehmet Şerîf Gençdal, di civîna gel de xwest rayedarên dewletê di demek nêzîktir de nexşeriya Ocalan diyar bikin.
(ajansan)
© HAWAR NET 2009
(ajansan)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment