Wednesday, November 11, 2009

Bulent Arinç 'Emê vê projeyê heta bi dawî bibin'


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Wezîrê Dewletê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, di serdana xwe ya Diyarbekirê de ragehand ku bi hîç awayekî hikûmet di 'Vebûna Kurd' de bipaş de gavan navêje û got: ''Dibe ku di rabirdû de xeletî hatibin kirin. Divê em bihev re vêna sererast bikin, cudahiyan wek hêz û dewlemendî bibînin.''

Wezîrê Dewletê Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ku ji bo merasîma vekirina sala akademîk a Zanîngeha Dîcleyê hat Diyarbekirê, ligel Wezîrê Kiştûkalî Mehdî Eker, Parlamenterên Diyarbekirê Qutbettin Arzu, Abdurehman Kurt û Parêzgarê Diyarbekirê Huseyîn Avnî Mutlu serdana Şaredariya Mezin a Diyarbekirê kir.

Bulent Arinç û parlamenterên AKPê ji aliyê Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr û dû zarokên keç ên ku cilên Kurdî li xwe kiribûn bi gulan hatin pêşwazîkirin. Baydemir di vê hevdîtinê de diyar kir ku di sedsala 21ê de hîç şer û pevçûnek fêdê naghîne û domand: ''Şer, mirin û rondikên çavan xisar gihandin hemû beşên civakê. Ligel vê pêvajoya dawî bi rastî cesaret û bi biryarbûna ku we pêşandaye baweriyê çêdike. Înşelleh emê vê baweriyê bighînin aştiyeke bi rûmet.''

Bulent Arinç jî diyar kir ku bi serdana şaredariyekê ku nûneratiya xelkê dike pir kêfxweş bûye û daxwiyand pêwistiya wan bi yekîtî û bihevrebûnê heye.

Arinç da zanîn ku hajê wan ji êş û janên di rabirdû de hatine kişandin heye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ''Armanca serekî ya siyasetmedar çareserkirina pirsgirêk, êşên civakê û afirandina çareseriyan e. Me hemûyan berê xwe da wan dîmenên ku pişta xwe bi zorbatiyê ve girêdidin ên Meclêsê. Lê emê ji bo vî welatî, bo aramiyê çi baş be wêna bikin. Pêwistiya me bi nexşe-rê û planekê heye ku êşên hemû kes û civakê rawestîne. Wek Cîgirê Serokwezîr û birayekî we ku kêfa min ji Diyarbekiriyan re tê bi rastî pir kêfxweş im bi wêya min serdana şaredariyekê kir nûneratiya xelkê dike. Dibe di rabirdû de xeletî hatibin kirin. Divê em bi hev re vêna sererast bikin, cudahiyan wek hêz û dewlemendî bibînin.''

Arinç, da zanîn ku ev dû ger e partiya wan bi dengên ji sedî 47an hatiye ser desthiatê û pêde çû: ''Ger Vebûna Kurd wek projeyekê bê dîtin ku van dengan bixe rîskê jî dîsan emê vê projeyê heta bi dawî bibin.''

Piştî serdanê, Baydemîr, Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Zana Farqînî ku ji 2 hezar û 132 rûpel û 146 hezar maddeyan pêk tê û pirtûka Antolojiya Dengbêjan ku ji aliyê Enstîtuya Kurd a Stenbolê ve hatine çapkirin, wek diyarî dan Bulent Arinç. (Dîha)

© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment