Wednesday, November 11, 2009

Li Îranê Bo Xwendina Kurdî Fetwaya Muntezirî Jî Têr Nake


11-11-2009

Rûdawnetnet – Tehran: Husên Elî Muntezirî, kesayetî û merce'ê mezin ên Şî'e û yek ji damezrênerên Komara Îslamî di bersiva nameyekê de ragehandiye ku neteweyên ne Fars ên Îranê dikarin li xwendingehan bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û heqê kesî tune wî mafê wan binpê bike. Her ji destpêka damezrandina Komara Îslamî ve, di Destûra Îranê de rê bi xwendina bi zimanê dayikê hatiye dan, lê heta niha bi kiryar ew maf hatiye asteng û binpêkirin. Li gor madeya 15an a Destûra Bingehîn a Îranê, hemû neteweyên Îranê dikarin ji qonaxa destpêkê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Di demekê de ku ew maddeya destûrî bi berdewamî ji aliyê parlamenterên ser bi neteweyên ne Fars li Parlamenê Îranê ketiye rojevê, lê tu bersivek bi dest wan neketiye. Belavbûna wê fetwaya kesayetiyê mezin yê Şî'e û yek ji damezrênerên Komara Îslamî Husên Elî Muntezirî, ku niha wek alîgirê baskê Reformîst rolê opozîsyonê dilîze, careke din ew mesele anî rojevê. Muntezirî di fetwaya xwe de dibêje: “Hemû kesên ser bi neteweyên Îranê mafê wan e bi zimanê xwe yê dayikê dersan bixwînin, ew jî mafekî şer'î û însanî ye û tu kes nikare wî mafî binpê bike.” Çend meh berî niha Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad biryar da ku xwendekarên ser bi neteweyên ne Fars li zanîngehên Îranê mafê wan heye ji 180 yekeyên ku di çar salên zanîngehê de dixwînin, 2 yekeyan (wahidên xwendinê) bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Berpirsê Nivîsîngeha Nûnerê Xelkê Sine li Parlamenê Îranê Ebdulcebar Keremî, wê fetwaya Ayetulah Muntezirî wek palnerek nabîne ku bikare maddeya 115an a Destûra Îranê pê were cîbicîkirin û daxwiyand ku divê pirsa wê maddeya destûrî bi rêya dezgehên têkildar ve bê cîbicîkirin û domand: “Ji bo ku zimanek di dibistan an zanîngehan de were xwendin, divê ji aliyê Civata Bilind a Şoreşa Çandî ve bê pejirandin û heta niha civata navbirî biryara dû yekeyên xwendinê li zanîngehên Îranê bo neteweyên ne Fars pejirandiye.” Derbarê bandora fetwaya wî merce'ê Şî'e li ser muhafezekarên desthilatdar li Îranê, Keremî wiha axifî: “Herçiqas bandora wê fetwayê heye, lê belê fetwaya merce'ekî nikare ji bo Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind, bi taybet di vê rewşa niha de bibe biryar û siyaseta giştî.” Nûnerê Bajarê Mehabadê li gera şeşem a Parlamenê Îranê Rehman Behmenî, ew fetwaya Muntezirî ne wek tiştekî nû hesiband û bi baweriya wî, heta niha gelek ji kesayetî û parlamenteran ew pirs şopandine. Behmenî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ew mafekî bê vir û wir yê xelkê Îranê ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û di Destûra Bingehîn a Îranê de jî amaje bi wî mafî hatiye dan, lê mixabin kar pê nehatiye kirin.” Rehman Behmenî karkirin bi bend û madeyên peywendîdar bi mafên neteweyên ne Fars wek sedema çêbûna aştiya nîştimanî hesiband û got: “Me berê wek Fraksyona Nûnerên Kurd li Parlamenê Îranê, çendîn car Wezîrê Perwerde bo parlamenê gazî kir û heta ji aliyê Parlamenterên ser bi neteweyên din jî piştgiriya me hat kirin, lê tu bersiveke wiha ji me re nedan.'' Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî wê fetwaya Muntezirî wek gaveke erênî dibînin, lê ew jî ne bawer in fetwa bikare guhertinan bi ser helwêsta desthilatdarên niha ên Îranê de pêk bîne. Çavkaniyeke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di vê derbarê de wiha dibêje: “Ew fetwa tiştekî baş e, lê Muntezirî ji aliyê baskê muhafezekaran ve hatiye perawêzkirin û giringî pê nadin, lewra nayê çaverêkirin ku guhertinek di helwêsta qanûndaner û karbidestên muhafezekar de çêbibe.”

No comments:

Post a Comment