|
DARDEKIRINA CIWANÊ KURD ÎHSAN FETAHIYAN
LI STENBOLÊ JÎ REJÎMA ÎRANÊ HATE ŞERMEZARKIRIN
Tevgera Azadî û Demokrasiyê, li Stenbolê, ji ber dardekirina ciwanê kurd Îhsan Fetahiyan, rêveberiya Îranê şermezar kir.
Çalakgeran ji bo pêşî li cezayên dardekirinên yên din were girtin, banga hestiyariyê kirin.
Çalakiya protestoyî ya Tevgera Azadî û Demokrasiyê doh li ber sefereta Îranê ya li Stenbolê, pêk hat.
Endamê Meclîsa DTP'ê Halîl Aksoy jî di nav de, gelek kes tevlî çalakiyê bûn û dovîzyên li ser nivîsandî 'Îhsan Fetahiyan nemir e' hildan.
Berdevkê Tevgera Azadî û Demokrasiyê Yaman Yildiz li ber deriyê seferata Îranê daxuyanî xwend û rejîma Îranê şermezar kir.
Yaman Yildiz anî ziman ku ew ji bo pêşî li dardekirina Îhsan Fetahiyan bigirin dereng mane û ji ber vê jî xemgîniya xwe anî ziman.
Yaman Yildiz cezayê dardekirinê, weke gunehê li dijî mirovahiyê nirxand û ji rêveberiya Îranê xwest ku dawî li cezayên dardekirinê bîne.
Yaman Yildiz bi bîr xist ku ji girtiyên kurd Şêrko Maerfî û Hebîbullah Letîfî jî, bi dardekirinê re rûbirû ne û ji bo astengkirina vê jî, banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.
Çalakî bi siloganên 'Îhsan Fetahiyan nemir e' û 'Îran wê di xwîna dirijîne de bifetise' bi dawî bû.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment