Monday, November 16, 2009

SEMÎNERÊN JI BO PERWERDEHIYA KURDÎ DEMA KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ WÊ AZAD BIBE

SEMÎNERÊN JI BO PERWERDEHIYA KURDÎ DEMA KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ WÊ AZAD BIBE

Enstîtuya Kurdî ya Stenbol û Tevgera Ziman û Perwerdehî ya Kurdî TZP, semînerên ji bo perwerdehiya kurdî dewam dikin.

Di semînera li Stenbolê de hate gotin, kengî kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, hingî wê azad bibe.

Semînera bi daxwaza perwerdehiya kurdî, li avahiya DTP'a navçeya Stenbolê Bagcilarê pêk hat.

Ji mamosteyên Enstîtuya Kurdî, Mamoste Marûf û Mevlut Aykoç di semînerê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê.

Mamoste Marûf ji dê û bavan hemûyan xwest, di her şert û mercî de zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin.

Mewlut Aykoç jî girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê anî ziman û xwest ku, zimanê kurdî, ji dibistanên dayikê heta bi zanîngehan bibe zimanê perwerdeyê.

Aykoç got, kengî kurdî bibe zimanê perwerdeyê wê hingî azad bibe û weha peyivî:

'Eger weke AKP dibêje, Kurdî wê bibe zimanê dersên bijartî, ev wê nîşan bide ku, kurdî hê azad nebûye'.

Piştî semînerê, xwendekarên fakulteyên tipê, beşdar derbarê şewba barazan de agahdar kirin û semîner bi xwendina helbestan bi dawî bû.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment