Monday, November 16, 2009

DTP derbarê şîdeta li hemberî jinê dê, pêşniyarnameyê bide Meclîsê

DTP derbarê şîdeta li hemberî jinê dê, pêşniyarnameyê bide Meclîsê
Di danezana cîvana Meclîsa Jinê ya DTP'ê ku li Amedê hate lidarxistin de, li hemberî parastina qetliyama Dêrsîmê ya Cîgirê Serokê CHP'ê Onur Oymen, nerazîbûn hatin nîşandin û wiha hate gotin: "Lazime tu kurdên elewî yên bi rûmet di nav CHP'ê cîh negire". Di danezanê de, pêşniyarname dan Meclîsê û xwestin li hemberî şîdeta li dijî jinê tedbîr bên girtin.

Meclîsa Jinê ya Amedê, cîvîna xwe ya asayî li Amedê li dar xist. Danezana cîvîna 2 rojan a bi nirxandinên mijarên pêşketinên siyasî yên rojên dawî, rewşa rêxistinî, çalakiyên 25'ê Mijdarê û plansaziyê diyar bû. Di danezanê de hate diyar kirin ku pêvajo siyasî ya xitimî bi biryara KCK'ê ya agirbesta yek alî ya di 13'ê nîsanê de û bi nêxşeriya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxist ve pirsgirêka kurd kete rojeva Tirkiyeyê. Di danezanê de hate destnîşan kirin ku di rojeva çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd de ji ber Hikûmeta AKP'ê bê tu amadekarî nekir, berê gotin, çareserkirina pirsgirêka kurd, pişre jî wekî hewldana demokratîk bi nav kirin û herî dawî jî wekî, projeya yekîtiya neteweyî hate nîşandin û ev tişt hatin gotin: "Bi gotinên qedandin, teror û teslîmgiritnê, bi nêzîkatiya qedandinê, pêvajo berbi xitimînê ve birin.

'Polîtîkaya bide û lêxe tê meşandin'

Di danezanê de hate diyar kirin ku komên aştiyê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Tirkiyeyê û coş û girseyek pir mezin hatine pêşwazîkirin. Di danezanê de hate destnîşankirin ku pakêta çareseriya demokratîk ku pêşkêşî parlementoyê hatiye kirin, bi armanca hilbijartinê hatiye pêşkêşkirin û wiha hate gotin: "Piştî ku hikûmetê fam kir ku pirsgirêka kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabin, dest bi pêvajoya niqaşê kir. Ev encama têkoşîn û serkeftina kurdan e. Lê dewlet dixwaze vê pêvajoyê li gorî xwe pêş bixe û kurdan bi rêbazên din tasfiye bike. Di vî alî de CHP'ê û AKP'ê rolê xwe baş lîstine. Ev polîtîkaya bidê û lêxe ye. Dixwazin vîna kurd bişkînin û hêza kurd tasfiye bikin."

Banga jinên elewî yên kurd

Di danezanê de zanîn ku pakêta ku ji aliyê hikumetê ve pêşkêşî parlementoyê hate kirin vala derketiye û wiha hate gotin: "Li van polîtîkayên ku "Tê xwestin ku DTP'ê bê vîn bihêlin. Dixazin siyaseta kurd perçe bikin. Li aliyekî vîna siyasî muhatap nagrin, li aliyê din bi operasyonan hêza tevgêra kurd zeif dikin. Ji ber ku armanca rastîn ne aştî û demokrasiyî ye. Armanca rastîn perçekirin û tunekirin e. Ger ku armanc çareserî be, dê Brêz Abdullah Ocalan muhatab bê girtin, operasyon bêne sekinandin û pêvajoya muzekereyan bê destpêkirin." Di berdewama danezanê de hate xwestin ku hemû kurdên elewî ji CHP'ê îstîfa blikin û wiha hate gotin: "Tevgêra me li dijî CHP'ê û feraseta CHP'ê biryara helwestgirtinê stendiye. Divê hemû jinên elewî û kurd ji CHP'ê îstîfa bikin. Divê CHP ji Dêrsimê bê haqijkirin. Her wiha darvekirinên li Îranê pêk tên jî Hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e. Polîtîkayên li Suriyeyê pêş dikevin jî AKP berpirsiyar e."

Di danezanê de li ser

Di danezanê de 25 Mijdar Roja Piştevanî û Têkoşîna li dijî Şîdeta Navneteweyî ya li Hemberîe Jinê jî hate nirxandin û hate zanîn ku bi feraseta nîjadperestî, şoven, dewlet û şovenê êrîşa li dijî jinê hîn zêdetir bûye. Di danezanê de hate xwestin ku jin li hemberî vê yekê bêtir xwe bi rêxistin bikin û biryara têkoşîna li dijî şîdetê hate girtin.

Biryarên di civînê de hatine girtin

Meclîsa Jinê ya DTP'ê di civîna xwe ya 2 rojan de ev biryare girtin:

"Dê li her cihê rêxistina me heyî li ser mijar jinê civînên taxan bê kirin û dê têkîşîna zayendî ya civakî bê nirxandin. Dê di xebatên jinê yên li herêmê de, rêxistinî bê astekî bilind û armance wan hej berfirhetir kirina rixistkirina jinê ye. Dê bi rêxistinên jinan re hevdemî meşên li hemberî şîdeta jinan pêk bînin. Dê bi awayekî girseyî tevlî mitîna 22'yê mijdarê ya li Qoserê pêk tê bibin. Dê danezê bidin parlementoyê û ji bo şîdeta li hemberî jinan pêk tê tedbîran bigrin. Dê koma DTP'ê bi rojevekî cuda kombibe û dê Hevseroka me Birzê Emîne Ayna banga têkoşîna li hemberî jinê tê kirin bike. Dê di şexsa Zeynepa li Îran'ê cezayê darvekirinê girtî dê bo hemû kesên cezayê dervekirinê girtî çalakiyan li dar bixin. Dê bang li dezgehên navnetewî bikin ku bi awayekî lezgînî çalakiyan li dar bixin. Dê ji bo partiyê pêşniyariya banga li dewleta Îranê bê kirin ku darvekirinan bide seknanidin bikin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment