|
Cîgirê Hevserokên DTP'ê û Serokê Komîsyona Dadê Hasîp Kaplan têkildarî mijara guhdarkirina telefnan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Kaplan bi bîr xist ku rêxistinên îstîhbaratê, dewlet û niha jî çete telefonan guhdar dikin û wiha got: "Briyarên darazê di nav 5 salên dawiyê d e dayîn bûne sedema pêkanînên derveylî exlaq, berpirsyarî û windakirina rewabûnê." Kaplan derbarê mijarê diyar kir ku derbarê mijarê de teklîfa zagonê dane Meclisê û xwest ku hikûmet di vî warî de bi berpirsyarî tevbigere. Kaplan ev tişt gotin: "Ev guhdarkirina di encama biryarên darazên yên li şûna azadiya mirovan biparêzin, xeletiyên dewletê diparêzin dayîn de, derketine holê. Daraz li şûna ji guhdarkirina xwe loman dike, lazim e li biryarên guhdarkirinên ên bê pîvan dayîn binêre. Di encama van biryaran da mixabin daraz bûye alava şerê îdeolojîk ya di navbera hêzan de."
'Pêkanîn şêlû ne'
Kaplan bi bîr xist ku pêkanîn di encama van birayên guhdarkirinên yên darazê dayîn de derketine holê bêdadî û zordarî rewa kirine û wiha domand: "Nexwe peymanên navneteweyî mafên keseyî û civakî hildane bin misogeriyê. Tirkiyeyê jî îmze avêtiye binê van biryaran.
Ji ber ku mijar û pîvanên guhdarkirinê şêlû ne. Ji ber vê darazê biryara guhdarkirina hezaran kesî daye û niha ew jî ketiye nav pêla guhdarkirinê. Li gorî lêkolînên pisporan li hemberî 10 hezar TL'yî herkes dikare mirovan guhdar bike û herkes û saziyên 10 hezar TL'yê wan heyîn dikarin bi aletên Jammer heta 200 metreyan derdorê guhdar bikin. Heta niha gelek tişt di bin navê 'Têkoşîna bi terorê re' hatin kirin û di vê encamê de kesî dengê xwe dernexist. Lazim e pîvanên vê yekê hebin." Kaplan bi bîr xist ku partiya wan têkildarî guhdarkirina teklîfa zagonê daye Meclisê û xwest ku hikûmet bi berpirsyarî tevbigere û vê mijarê hilde dest.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment