Monday, November 16, 2009

Komên aştiyê ger û geşta xwe li Wanê didomînin

Komên aştiyê ger û geşta xwe li Wanê didomînin
Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê ger û geşta xwe li Wanê bi civînên gel didomînin

Endên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê civînên di nava gel de didomînin. Endamên komê Gulbahar Çîçekçî, Hamîyet Dînçer, Nurettîn Turgut û Nizar Buldan li Wanê beşdarî civînên gel bûn. Endamên komê li Taxa Karşiyaka a Wanê bûn û têkildarî aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd niqaş meşandin. Di civîna ku nêzî 2 hezar kes beşdar bidûn de, Parlementerê DTP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, endam û rêveberên DTP'ê û meclîsa şeredariyê û rêveberên ÎHD'ê amade bûn. Endamên komê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Slav slav ji îmralî her hezar slav" û "PKK gel e, gel li vir e" pêşwazîkirin. Girseyê di pêşwazîkirina komê de alên Konfederalîzma Demokratîk, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamên HPG'ê ên jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin.

Di civînê de endama komên aştiyê Hamîyet Dînçer, diyar kir ku herdu aliyan jî di şerê 30 salî de bedelên giran dane û wiha got: "Li Tirkiyeyê şer di nava du aliyan de ev 30 sale didome. Divê ev şer bi dawî bibe. Ji bo şer bi dawî bibe jî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatab bê girtin. Lê mixabin tê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dervê pirsgirêkê tê hiştin. Dixwazin bêyî Ocalan pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê gelê kurd vê yekê tu carî qebûl nake û dê neke."

Piştre endamê komê Nizar Buldan jî axivî û diyar kir ku wî slavên gelê Maxmûrê aniye û bi boneya bibin dengê aştiyê û dengê gelê kurd hatine Tirkiyeyê. Buldan wiha axivî: "Em bi banga Brêz Ocalan ji bo pêvajoyê vekin hatin. Eleqeya li hemberî hatina me ya girseyî gelek derdor aciz kirin. Ji ber vê yekê dixwazin vê pêvajoyê şolî bikin. Lê em dê ji bo aştiyê têbikoşin û têkoşîna xwe bidomînin.

'Gelê Maxmûrê bi Ocalan û PKK'ê ve girêdayî ye'

Berdevkê Koma Maxmûrê Nurettîn Turgut jî anî ziman ku tu kes nikare wan û PKK'ê ji hev qut bike û wiha axivî: "Di demê dawî de ji bo Qampa Maxmûrê vala bikin di nava lîstikan dene. Lê gele Maxmûrê heta dawî girêdayî PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe kes nayê."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment