| |
AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- 56 rêxistinên saziyên sivîl ên li Amedê, derbarê darvekirina ciwanê kurd Îhsan Fetahiyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nerazîbûn nîşandan û xwestin rayagiştî ya cîhanê li hemberî darvekirinan bi hîstîyarî tevbigerê û hikûmet li hemberî van darvekirina seknekê nîşan bide.
56 rêxistinên saziyên sivîl ên li Amedê, derbarê cezayên darvekirinê li Îran li ber Peykera Mafên Jijyanê ya li Parqa Koşuyoluyê, daxuyanî da çapameniyê. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Belediye-Îş, BES, BTS, Komeleya Jinê ya CEREN'ê, Baroya Amedê, Diya-Der, Odeya Sanatkaran û Esnafan. Egitim Sen, Odeya Tabîban, Goç-Der, KURDÎ-DER, Enstîtûya Kurdî, ÎHD, DÎYÎAD, MMO, MAZLUM DER, SES, Komeleya Sarmaşik, TUHAD-FED, Turk-Îş, TÎHV û MEYA-DER jî di nav de 57 rexistinên sivîl, nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê dan.
Li ser navê saziyên sivîl Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, daxuyanî xwend. Aktar, bi helbesta Ataol Behramoglu ya "Kujer şevekê rabû ji xewna xwe, got xwedê ev çi xaçepirsek zor e, evane her ku dimirin zêde dibin, lê ez her ku dikujim ez diqedim" ve dest bi axaftina xwe kir. Aktar, anî ziman ku dibe ku niha jî li Îranê mirov bên darvekirin û wiha got: "Dema em di xewê debin, dê wan bigirin û bibin, nahêlin nameyê xwe ya dawî binîvîsînin û bêyî fersandê bidin ku pêlava xwe bixê, dê destên wan li pişt wan girêdin û dê wan deynîn pêşwezî sehpa darvekirinê. Canê ku xwedê dayê dê bistînin. Dibê ku ew jî wekî Seyît Riza bi rûmet û esîl, bêyî ku li benda kujer bin, dê bixwe derkevin sehpa darvekirinê."
2 girtiyê Kurd bi ceza yê îdamê hatin mehkûm kirin
2 girtiyên bi navê "Seyid Samî Husêynî" û "Seyid Cemal Mihemedî" xelkê bajarê Selmas li rojhelatê Kurdistanê cezayê îdam girtin.
Her 2 girtî ku di Zindana bajarê Selmasê de bûn anîne zindana bajarê Urmiye yê.
Hêjayî gotinê ye ku ew du kes in ku di sala 2008 an de bi tohmeta dijayetiya Xwedê (Meharib) hatine girtin û cezayê îdamê dane wan.
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment