Wednesday, November 18, 2009

Cihê Abdullah Ocalan jî hatiye guhertin



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Piştî ku 5 girtî ji girtigeha îmralîyê ahtin şandin hate angaştin ku Rêberê PKK Abudullah Ocalan ji Girtîgeha Tîpa Taybet a Yek Kesî ya Îmraiyê ku ev 11 sale lê dimîne neqlî girtîgeha nû ya Tîpa F hate kirin. Di seatên sibê de 5 girtî jî şandibûn heman girtîgehê û çav li rê ye di rojê pêş de 3 girtiyên din jî bişînin. Şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê ji hêla Komîteya Astengikirina Îşkenceyê de cih girtibû.

Rêberê PKK Abdullah Ocalan ev 11 sal bû li Girtîgeha Tîpa Taybet a Yek Kesî ya Îmraiyê dihat girtin.

Parêzerên Ocalan bi boneya şert û mercên tecrîdê 4 caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewroyê (DMME) dabû. Komîteya Astengkiina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Yekîtiya Ewropayê (YE) şertên tecrîdê tespît kiribûn û xwestibû ku şert bên baş kirin. Bes ligel vê yekê Tirkiyeyê berpirsyariya xwe nedianî cih. Li ser bilindkirina têkoşîna gelê kurd û xwedî lê derketine gel, nîqaşên çareseriyê çend meh berî niha Wezareta Dadê daxuyandibû ku dê girtîgehek nû li Îmraliyê çê bikin.

5 girtiyên PKK'yî şandin girtîgehê


Wezîrê Dadê yê demê Mehmet Alî Şahîn di meha tîrmehê de daxuyandibû ku dê 9 girtiyan bişînin vê girtîgehê û Ocalan jî neqlî vir bikin. Piştî nîqaşên ji hêlae çapemeniya tirk ve gelek caran hatin manîpulekirin, 5 kes vê sibê şandin Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê.


Hate zanîn ku girtiyên hatine sewqkirin Şeyhmuz Poyraz, Cumalî Karsu, Hakki Alkan, Hasbî Aydemîr û Bayram Kaymaz in. Hate zanîn ku Bayram Kaymaz ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê hatiye sewqkirin, ji dubendiya xwe pêde felç bûye. Hate zanîn girtî dê rojê seatekê û hefteyê 10 seatan li odeya hobiyan bi Ocalan re bikaribin bên cem hev. Hate zanîn ku dê 3 PKK'yiyên din jî di pêşerojê de bên şandin.

'Angaşta Ocalan neqil kirin'


Hate angaştin ku Ocalan çend roj berî niha neqlî girtîgeha nû hatiye kirin. Li gorî agahiyan li girtîgehê hewşek girtî bikar bînin heye.


Kesên diçin ziyaretê jî dê bi pergala şopa tiliyan a hatiye amadekirin bikaribin bikevin girtîgehê. Ocalan li odeya berê tenê dikarî qanalên TRT'ê guhdar bike. Hate daxuyandin ku girtîgeh 20 metrekare ye û 12 koxuş lê hene, li odeya hevdîtinê tenê kursiyek û maseyek hene, derdora cihê hevdîtinê bi dîwarek 6 metreyî hatiye dorpêçkirin. Ocalan dikare rojê seatek bi tevahî hefteyê 10 seatan bi girtiyên din re bê cem hev.
(Dîha)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment