| |
HEWLÊR, başûrê Kurdistanê -- Ev demeke dirêje alozîya derbarê hilbijiartinên Iraqê de didome. Demeke bû ku li Bexdayê yasaya hilbijartinan li Bexdayê ji ber îtîrazên Kurdan nedihat qebûl kirin.
Piştî qebûl kirina yasaya hilbijartinan jî nîqaş bi dawî nebûn û derket holê ku hejmara kursîyên Kurdan a li parlementoya Iraqê hatiye kêm kirin.
Serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî ragihand ku eger çawaniya zêdekirin û dabeşkirina kursiyên parlamentoya Iraqê neyê çareserkirin, herêma Kurdistanê dê hilbijartina dahatû ya Iraqê baykot bike.
Kemal Kerkûkî îro piştî nîvro li parlementoya Kurdistanê derbarê qanûna hilbijartinê û çawaniya zêdekirin û dabeşkirina kursiyên parlamentoya Kurdistanê bi ser parêzgehên Iraqê de civînek saz kir.
Kerkûkî got:” Helwesta serokatiya herêm û parlamentoya Kurdistanê helwesta resmî ya gelê Kurdistanê îfade dike.Em wek herêma Kurdistanê dixwazin hilbijartin bên pêkanîn lê bi mercek ku çewtî bên rastkirin nemaze çawaniya zêdekirina kursiyên parêzgehan yên li parlamentoya Kurdistanê. Bo nimûne zêdebûna nesiruştî ya rûniştvanên Musilê ku bi zêdetir ji ji %15ê hatiye danî lê digel wê çendê zêdebûna parêzgeha Silêmaniyê sifir e. Em wek kurd li dijî kesî nînin belkî em dixwazin zulma ku li me hatiye kirin nemîne û bigihin mafên xwe.”
Kerkûkî got:” Li gor belgenameyên UNAMI’yê zêdebûna rûniştvanên Iraqê ji %3’ê ye lewra divê li gor wê rêjeyê kursî bên zêdekirin yanê kursiyên her parêzgehekê li gor rêjeya %3ê bên zêdekirin, wê çaxê dê dadpwerwerane be. Eger hat û şaş û çewtî neyên rastkirin hîngê tenê kurd zerer nake belkî dê ziyan bigihe prosesa demokrasiyê ya li Iraqê.”
Cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq El Haşîmî, yasaya hilbijartinan ya nû veto kir
Cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq El Haşîmî, yasaya hilbijartinan ya nû veto kir. Wî îro ragihand, ku ew ji ber xala yekem ya wê yasayê dij derdikeve, ku anegorê yasaya nû Iraqîyên derveyê welêt dijîn nikarin beşdarîyê hilbijartinan da bikin. Gelek hemwelatîyên Iraqê yên sunî ji ber şerê di navbera sunî û şiîyan ya piştî dagirkirina Amerîkayê ya sala 2003`an ji iraqê derketine. Li gor hinek çavkanîyan jimara wan kesan ji 4 milyonan zêdetir e.
Organa herî bilind ya rêvebirîya Iraqê ji encumena serokkomarîyê pêk tê û serokkomar û du cîgirên serokkomar tê da cî digirin û gereke hemû biryaran bi yekdengî bidin. Berî niha yasaya hilbijartinan ji alîyê serokkomarê Iraqê Celal Talabanî û cîgirê wî Adil Abdul Mehdî ve hatibû pesendkirin. 8`ê meha Çirîya Paşîn parlamentoya Iraqê jî ew yasa pesend kiribû, ku anegorê wê gereke hilbijartinên parlamentoyê 16`ê meha Kanûna Paşîn ya sala 2010`an bêne derbazkirin. 141 parlamenteran piştgirîya wê yasayê kiribûn.
Ew yasa piştî lihevkirina li ser Kerkûka bi neftê ve dewlemend hatibû pesendkirin. Wan pêşnîyara Kurdan ya li ser Kerkûkê qebûl kirin. Ereb û Turkmen li dijî pêşnîyara Kurdan derdiketin û dixwestin, ku Kerkûk bibe du herêm. Parlamenteran ji bo lîsteya vekirî deng dan, ku derfetê dide dengdaran ne ji bo partîyan, lê ji bo endaman dengê xwe bidin.Endama lîsta hevpeymanîya kurdistanî Ala Talebanî ji PNA û radiyoya Zagros re da xuyakirin, ku ew dê pîkolê bikin di dema gengeşekirina Vetokirina qanûna hilbijartinan de, mekanizma parvekirina kursîyên parêzgehan jî rast bikin. Ala Talebanî weha jî da zanîn, ku hevpeymanîya kurdistanî piştevanîya hilwestên serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî dike û tekez dike, ku divê mekanizma parvekirina kursîyan bi ser parêzgehan de, dîsan di ber çavan re bihê derbaskirin.
Vetokirina vê qanûnê derfet ji me re çê kir, ku em bikaribin mekanizma parvekirina kursîyên parlementoyê û parêzgehan rast bikin
Ala Talebanî got: Vetokirina vê qanûnê derfet (firset) ji me re çê kir, ku em bikaribin mekanizma parvekirina kursîyên parlementoyê û parêzgehan rast bikin.. Em dê di vê bareyê jî de, sûdê (faydeyê) ji helwestên serokatîya herêma kurdistanê bibînin.
Ala Talebanî weha jî da nîşandan, ku ew dikarin hinek pirsên girêdayî Êzdî û Şebekan jî çareser bikin. Ala Talebanî di evê bareyê de got: em dikarin di nava gengeşekirina evê mijarê de, behsa zêdekirina kursîyên Êzdî û Şebekan jî bikin.. em dikarin rêjeya (nisbeta) kursîyên wan jî zêde bikin.
Mehmûd Osman çend pêşinyar pêşkêş kir
Dr. Mehmûd Osman di got, ku heger ev parvekirina niha wek xwe bimîne, dê nehê qebûlkirin. Dr. Mehmûd Osman got: heger çareyeka din li şûna pisûleya xurek bihê vedîtin dê baştir be.. wek nimûne jî; heger ji bo amarê nasname bibe bingeh, yan amarên NY bibin bingeh, dê hemû alî pê razî bin.
Dr. Mehmûd Osman weha jî da nîşanda ku ew dê wezîrê bazirganîyê bangî parlementoyê bikin û vê mijarê pê re behs bikin. Osmangot ku heger bi hemû van rêyan her ti çare çê nebûn, dê Kurd beşdarîyê di hilbijartinan de nekin.
Komîsyona bilind ya hilbijartinan amadekariyên hilbijartinan da rawestandin
Ji ber vetokirina yasaya hilbijartinan ji aliyê cîgirê serokkomarê Iraqê Tarîq Haşimî ve, komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan hemû amadekariyên hilbijartinan da rawestandin û ew yek ji aliyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve hate rexnekirin.
Piştî ku amadekariyên ji bo pêkanîna hilbijrtinan hatin rawestandin, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî beyannmeyek belav kir û tê de vetokirina yasayê ji aliyê cîgirê serokkomar ve rexne kir.
Di beyannameyê de Malikî da zanîn ku vetokirina yasayê tehdîke bo ser prosesa siyasî û demokrasiyê ya Iraqê. Her wiha daxwaz ji nûnerên parlamentoyê kir li ser tekîdkirina dema hilbijartinan civînekê li dar bixin.
Di heman beyannameyê de Malikî daxwaz ji komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan kir berdewam be di amadekariyên ji bo pêkanîna hilbijartinan de.
"Li herêma Kurdistanê 7 kursî hatine kêmkirin"
Parlamenterê ser bi Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Muhsîn Sedûn got:” Belgeyên temam li ber destê me hene, sitemeke mezin li kurdan hatiye kirin û 7 kursiyên kurdan hatine kêmkirin."
Muhsîn Sadûn di daxuyaniyekê de got:” Li gor rapora dawîn ya wezareta plandanînê ya Iraqê jimareya rûniştvanên bajarê Silêmaniyê 2 mîlyon û 100 hezar kes e lê wezareta bazirganiyê rûniştvanên Silêmaniyê wek mîlyonek û 600 kes daniye. Tenê li bajarê Silêmaniyê 5 kursî hatiye kêmkirin. Li herêma Kurdistanê bi giştî 7 kursî hatiye. (ajansan)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment