| |
AMED, bakûrê Kurdistanê -- Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zeynel Abidîn Ozalp (Şêx Zihnî) ku li bajarê Stocholmê yê Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, ev roj siet di 10an de anîn Amedê û ji vir jî, ji bo bê binaxkirin bi konvoyek ber bi Cizîrê ve hat birêkirin.
Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zeynel Abidîn Ozalp, ev roj (18.11.2009) siet di 10an de li balafirxaneya Amedê ji aliyê endam û birêvebirên Hak-Par, TEVKURD, KADEP, Komeleya ÇIRA, Demokratên Şoreşger û gelek siyasetmedarên kurd û malbata wî ve bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Şêx Zihnî, bi konvoyeke mezin ber bi Cizîrê ve hat birêkirin û dê li wir bi merasimek bê definkirin.”
No comments:
Post a Comment