| |
| Bila nebe xeleka koletiyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hatina rojeva parlamentoya Tirkiyeyê ya pirsgirêka kurd nirxand û diyar kir ku hişmendiya AKP, CHP û MHP'ê ya ji bo pirsgirêka kurd eynî ye. KNK'ê wiha got: “Erdogan, got; teror cûda, welatiyê min yê kurd cûda... Ev jî dide xuyakirin ku, wijdan û îzanê Erdogan, ji yê Devlet Bahçelî, ji yê Denîz Baykal cudatir nîn e... Her sê basik jî, yek çakûçî hildidin, lê li sidanên cûda didin.” KNK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ji noqteya heyî gav paşve nayê avêtin û hatina rojeva parlamentoya Tirkiyeyê ya pirsgirêka kurd wekî serkeftina gelê kurd nirxand. KNK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê êdî nikare paşde gavê biavêje. Lê car din, pêwîst e gelê kurd, hêzên kurd, nîqaşa 13'ê mijdarê yên di Parlamentoya Tirkiyeyê de, baş binirxîne û baş fêm bike. Eger, nîqaşên di Parlamentoya Tirkiyeyê de, yên muxalefetê, CHP û MHP'ê, yan jî yên desthilatdariya AKP'ê, baş nenirxîne, ev ‘mîlad’ dikare li her çar parçeyên Kurdistanê, bibe nîrê koletiyê. Wek destpêka sedsala bîstan, di destpêka sedsala 21’ê de jî, gelê kurd bibe qurbanê berjewendiyan.” Kurdistan hê jî qedexe ye KNK'ê axaftina Erdogan a di parlamantoyê de jî nirxand û wiha pê de çû: “Piranî axaftina Serokwezîrê Tirkiyeyê ya di parlamentoya Tirkiyeyê de, destnîşan kir ku, dewleta Tirkiyeyê, bi muxalefet û desthilatdariya xwe ve, pêvajoyeke nû dane destpêkirin. Aliyekî komkujiyên klasîk pêşniyaz dikirin, aliyê din komkujiyên reş û spî û li gorî demê, di çarçoveya têkbirin û helandina mêjî û hestan... Balkêş bû, ku rayedarên Tirkiyeyê, di axaftinên xwe yên dûrdirêj de, navê pirsgirêka kurd, ne li Bakur, ne jî li Başûr lê nekirin. Li Bakur, pirsgirêka kurd terorîze kirin, li başûrê Kurdistanê ku rewşeke defacto derketiye holê jî, hîna ligel rayedarên Tirkiyeyê, bakurê Iraqê ye. Kes nikare vê gotinê di çarçoveya tevahiya Iraqê û cografya tevahiya Iraqê de bi nav bike. Ji ber ku rayedarên Tirkiyeyê, wek destpêka salên 1993’an, li dijî destketiyên bakurê Kurdistanê di nava tevgerên bi lîstik de ne. Dibe ku îro, ne vekirî be, lê di çarçoveya, desthilatdariya navendî ya Iraqê de, îradeya siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê ji nenasî ve tê. Her çiqasî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davudoglu fermî çûbe Hewlêrê jî, yek carê navê Kurdistanê û navê gelê Kurdistanê, nedikirand.” Nûnerên partiyên siyasî ku di Parlamentoyê de axivîn jî, car din, ne Kurdistan, ‘Bakurê Iraqê’ anîn ziman. Ev gotin jî, tenê ji bo armanca xwe, ya kirêt û birakujiya kurdan bi kar dianîn. Bêguman tecrubeya rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê, hiş û ramanê wan yê dewletî, nema derfetan dide dijminên kurd ku dikaribin berê kurdan bidin hev û birakujiyê bixin nava kurdan. Fen û fêlên ji bo Mexmûrê KNK'ê gotinên rayedarên Hikûmetê AKP'ê ku dibêjin 'em ê operasyonan bidomînin' jî rexne kir û wiha got: “Erdogan, got; teror cûda, hemwelatiyê min yê kurd cûda... Ev jî dide xuyakirin ku, wijdan û îzanê Erdogan, ji yê Dewlet Bahçelî, ji yê Denîz Baykal cudatir nîn e... Her sê basik jî, yek çakûçî hildidin, lê li sidanên cûda didin. Di vê pêvajoya ku gelê kurd, li Bakurê Kurdistanê serketineke ku wek ‘qonaxa mîladî’ tê binavkirin bi dest xistiye, li Îranê ciwanên kurd têne îdamkirin. Li Sûriyeyê, zext û zora li ser kurdan zêde dibe û li Iraqê, li dijî kampên penaberên kurd lîstikên dijwar tên lidarxistin.” ‘Hêza me yekitiya me ye’ 'Di vê qonaxa ku pirsgirêka kurd ketiye pêvajoyeke nû de, em wekî KNK, destnîşan dikin ku eger Yekitiya Neteweyî ya Kurdan pêk hatiba, ne ciwanên kurd li Îranê dihatin îdamkirin, ne rayedarên tirk, li dijî gelê kurd serî li lîstikên kujerî didan û destdirêjî li başûrê Kurdistanê dikirin, ne jî Bexda, serî li rêbazên Sedam didan û yekîneyên taybet ên kurd saz dikirin.' KNK'ê di dewama van tespîtan de bangî gelê kurd kir û wiha got: “ Em wekî KNK, rewşê gelekî erênî nabînin û bang li gelê kurd dikin ku, ji bo her cûre êrîşkeriyan şiyar bin û rêxistiniya xwe bikin. Bang li hêzên neteweyî yên kurd, li çar parçeyan dikin, pêwist e hûn neyên lîstikên dijmin û bi gotinên wan yên nerm û pesindarî nexapin. Nabêjin, têkiliyên xwe bi dewletên cîran re qut bikin. Lê em dibêjin, pêşî têkiliya bi birayên xwe yên kurd re deynin, yekîtiya xwe saz bikin. Tê zanîn ku tifaq, yekîtî, her dem hêza mirov mezin dike. Yekitiya kurdan hêza kurdan e.” BRUKSEL © Azadiya Welat |
Wednesday, November 18, 2009
KNK: HÊZA ME YEKITIYA ME YE
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment