| 18/11/2009 |
| |
| Derkat holê ku Artêşa Tirk gerîlayê HPG’ê Îhsan Tekeş (Serdar Amed) ê li Katoyê di pevçûnê de birîndar hatiye girtin û piştre hatiye qetilkirin. Gerîlaya bi navê Dr. Nûjîn ku di heman pevçûnê de bûye got ku Tekeş bi birîndarî li cihê xwe veşartibû hatiye girtin û piştre li cihekî hatiye qetilkirin. Qetilkirina gerîlayên PKK’ê yên ji aliyê Artêşa Tirk ve bi awayekî hovane gelek caran hate rojevê. Derket holê ku di 27’ê îlona 2007’an de gerîlayeke HPG’ê li Katoyê birîndar hatiye girtin û piştre hatiye qetilkirin. Gerîlaya YJA-Starê ya bi navê Dr. Nûjîn diyar kir ku Serfermandariya Artêşa Tirk biryara îmhakirina gerîlayên HPG’ê dabû û nedixwest tu giyanewer li wir bimîne. Dr. Nûjîn got ku gerîlayê HPG’ê Serdar Amed di encama vê konseptê de hate qetilkirin. Nûjînê der barê bûyerê de ev tişt anî ziman: “Leşkerên ku li zozana hemberî Katoyê bi cih bûn 3 rojan tiştek nekirin. Roja çaremîn weke ku Kato ji nû ve hate dagirkirin. Li her derê leşker û cerdevan hatin bicihkirin. Bi vî rengî operasyon dan destpêkirin. Gelek noqte ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Dixwestin me îmha bikin. Nêzî 20 hezar leşker hatibûn herêmê. Bi helîkopteran ve leşker dianîn. Kato heta êvarê hate bombebarankirin. 4 helîkopterên kobra û bi 4 balafiran herêm dihat bombebarankirin. Ji aliyekî ve jî bi hewan û topan herêm bombebaran dikirin.” Birîndar teslim girtin Dr. Nûjîn got ku bi şev cihê ku gerîlayên zilam diman ji aliyê helîkopterên kobra ve dihat bombebarankirin. 13 hevalên wan bi vî rengî birîndar bûye. Rewşa hevalên wan ên Şemsettîn û Serdar jî pir giran bûye. Dr. Nûjîn diyar kir ku wan hevalên xwe veşartine. Lê 2 gerîlayên jin ên bi navê Rûken û Zekiye teslîm bûne û cihê birîndaran gotine. Li ser vê yekê bi kobrayan cihê birîndaran bombebaran kiriye. Dr. Nûjin di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di roja 6’emîn de di cihazê de em hîn bûn ku dijmin cihê hevalan tespît kirine. Hevalê Şemsettîn dema ku cihê wî têspîtkirin bombeya xwe diteqîne. Ji bo heval Serdar jî hate gotin ku di operasyonê de hatiye şehîdxistin lê piştre em hîn bûn ku wisa nîn e.” Dr. Nûjîn got ku serdarê bi navê Denîz operasyon rêvedibir û digot ku li Katoyê tenê gerîleyeke sax hebe jî konê xwe ji Meydan Koliyê danaxe. Nûjîn got ku Serdar Amed bi fermana serdarê bi navê denîz hatiye qetilkirin. Nûjîn diyar kir ku dema ku Serdar Amed ber bi zozanan diçe ji aliyê leşkeran ve tê dîtin, bi saxî tê girtin. Wî dibin Elkê, pişter cardin tînin herêma Katoyê.Ji ber ku agahiyan nade leşkeran li vir tê qetilkirin. Nûjîn got ku ligel lêgerînan wan cenazeyê Serdar Amed nedîtiye. Bayindir ji Wezîr pirsîbû Parlamentera DTP’ê Sevahîr Bayindir aqûbeta gerîlayê HPG’ê îhsan Tekeş ji Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay kiribû. Bayirdir di pirnameya xwe de wiha gotibû: “Cerdevanê bi navê Aydin Kaya gotibû ku Îhsan Tekeş di pevçûnê de bi birîndarî ji aliyê leşkerên sivîl ve li helîkopterê hatiye suwarkirin. Malbatê serî li dozgeriyê dabû lê bersivek negirtiye.” Piştî pirsnameyê di bersiva ku hatiye dayîn de qetilkirina Tekeş hate înkarkirin. © Azadiya Welat |
| |
Wednesday, November 18, 2009
Bi saxî hate girtin piştre hate qetilkirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment