Wednesday, November 18, 2009

Darvekirin hate şermezarkirin

18/11/2009

56 rêxistinên saziyên sivîl ên li Amedê, der barê darvekirina ciwanê kurd Îhsan Fetahiyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû bidarvekirin, nerazîbûn nîşan dan û xwestin raya giştî ya cîhanê li hemberî darvekirinan bi hîstiyarî tevbigere û hikûmet li hemberî van darvekirina seknekê nîşan bide. Her wiha endamên DOKH’ê jî bi armanca şermezarkirina darvekirinên li Îranê û darvekirina ciwanê kurd Îhsan Fetahiyan, çelenga reş danîn ber Balyozxaneya Îranê ya Stenbolê.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment