| |
| Mîhrîcana Fîlman a Karkeran ku li 40 welatî û li Tirkiyeyê 15 bajarên cûda tê lidarxistin dê li Êlihê jî bê lidarxistin. 4’emîn Mîhrîcana Fîlman a Karkeran 1’ê Gulanê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatibû lidarxistin îcar jî dê di navbera 20 û 24’ê mijdarê de li Êlihê bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de dê fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm bê nîşandan û panel bên lidarxistin. Yekemîn Mîhrîcana Fîlman a Karkeran dê ji aliyê Platforma Kedê ya Êlihê bê organîzekirin. Bi boneya mîhrîcanê ji aliyê Platforma Kedê daxuyaniyek hat dayîn. Serokê SES’a Êlihê Denîz Topkan, serokê şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Selîm Aratemur, sekreterê giştî yê Odeya Tabîban Mahmût Çîftçî, sekreterê malî yê Petrol Îşê Kemal Bîlir, nûnerê Komeleya Çand Huner û Çapemeniyê ya Kadraj Zuleyha Aydin, şêwirmendê şaredariya Êlihê Veysel Çotak beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê SES’a Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku di çarçoveya mîhrîcanê de 40 fîlmên cûda ku ji welatên cûda hatine dê bên nîşandan. Topkan da zanîn ku mîhrîcana yekem car di sala 2006’an de li Stenbolê hatiye lidarxistin û wiha pê de çû: “Di roja îro de li gelek welatên cûda bi organîzasyonên cûda mîhrîcana fîlmên karkeran tê lidarxistin. Mîhrîcana fîlmên karkeran di meha kanûnê de li Japonyayê, di meha mijdarê de li Koreyê û di mehên cûda de li Amerîkaya Latîn tê lidarxistin.” Denîz Topkan bi bîr xist ku mîhrîcan li Amerîkayê di sala 1994’an de heta niha her sal 5’ê tîrmehê dest pê dike û mehekê didome. Topkan wiha axivî: “Wekî dîroka mîhrîcanê 5’ê tîrmehê ku di 5’ê tîrmeha 1934’ê de li San Fransiscoya Amerîkayê greva karkeran dest pê kiribû û 2 karker hatibûn kuştin. Mîhrîcana karkeran ku li Koreyê wekî Laborfest Korea tê binavkirin piştî sala 1997’an heta niha 8 caran hatiye lidarxistin. Di navbera 16 û 21’ê mijdara 2004’an de mîhrîcan hatiye lidarxistin û di nava 6 rojan de ji 10 welatan bi giştî 26 fîlm hatine nîşandan.” Dê 40 fîlm bên nîşandan Di çarçoveya mîhrîcana ku di navbera 20 û 25’ê mijdarê bê lidarxistin de roja yekem belgefîlma ‘Enternasyonal’, ‘100 hezar Kes Bûn,’ bên nîşandan û li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney dê kokteylek bê dayîn. Di roja duyem de kurtefîlma bi navê ‘Li ser karkerên bêewleyî çîrokên berxwedanê’ belgefîlma ‘Yên bê patron’, ‘Şahiyek bû meşa dirêj’, Çîroka du Meksîkayan bê nîşandan. Her wiha dê fîlmê ‘Yên hatine jibîrkirin’ bê nîşandan û bi Cemal Çakici re gotûbêj bê kirin. Roja yekşemê fîlmên bi navê ‘Yên di tariyê de radizên’, ‘Zarokên Axa Qelişî’, ‘Tenduristî Maf e’, ‘Çiyayê Ronî’, ‘Yên bê patron’, ‘Çîna Karkeran diçe bihiştê’, ‘Fîqar’ bên nîşandan û panelek bê lidarxistin. Roja duşemê fîlmên wekî; ‘Dema hespên serxweş’, ‘Pireya Ciwanên Şoreşger’, ‘Hemû mirov wekhev û azad in’, ‘Gav bi gav’, ‘Hebên kumê’, ‘otobês’, ‘Zarokên Axa Qelişî’ û ‘Fîqar’ bên nîşandan. 24’ê mijdarê roja dawî ya mîhrîcanê de ‘Kûçikên Şaş’, ‘Che: Gavên Şoreşê’, ‘Fîqar’, ‘Ji karkeran re silavên min bibêje’, ‘Edene-Parîs: Yilmaz Guney’, ‘Zarokên axa qelişî’ dê bên nîşandan. Bernameyên mîhrîcanê dê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney, Mala Gel a Musa Anter, Mala Gel a Ahmet Kaya, Salona Konferansê ya Şaredariyê, Mala Gel a Mehmet Sîncar, Petrol Îşê, Mala Gel a Edîp Solmaz, Salona Konferansa Odeya Eczaciyan, Salona Konferansê ya Odeya Muhesebekar pêk bên. ÊLIH © Azadiya Welat |
Wednesday, November 18, 2009
Mîhrîcana Karkeran
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment