AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) --
7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê, bi hinceta tevli çalakiyên şermezarkirina şîdeta li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a meha cotmeha sala 2008’an bûne ji bo 6 zarok 8 kesan 39 sal 3 meh ceza da.
Danişîna doza li zarokên bi hinceta beşdarî çalakiya şermezarkirina şîdeta li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a cotmeha 2008’an bibûn û piştre Murat Kaya, Servet Guneş, C.K. (14), Î.G. (16) hatibûn girtin û Î.S. (14), M.O. (17), O.O.(16), S.O.(14) negirtî dihatin darizandin hate dîtin. Di danişîna li 7’emîn Cezayê Giran a Edeneyê hate dîtin de girtiyên bi navê Murat Kaya, Servet Guneş, Î.G (16), C.K (14) û parêzerên wan amede bûn.
Heyeta dadgehê jî, ji bo girtî Î.G.(16) û M.O. (17), O.O.(16) yê serbest dihat darizandin bi sucdariya “Li ser navê rêxistinê suc kiriye” cuda cuda 5 sal ceza birî. Heyetê li gorî xala 5’an a TMK’ê cezayê wan nêvî zêde kir û biryara 7 sal û 6 mehan ceza da. Heyetê, ji ber ku dema zarok beşdarî çalakiyê bûn temenê wan di bin 18 salî debû û halê wan ê baş ji bo her zarokekî 4 sal û 2 meh biryara ceza da. Her wiha heyetê bi hinceta ‘Propaganda rêxistinê kirine’ li gorî xala 7/2’an a zagona hêjmar 3713’an ji bo her zarokekî 7 meh ceza da.
Heyetê, ji bo zarokên bi navê C.K. (14) û Î.S. (14), S.O.(14) jî bi sucdariya “Li ser navê rêxistina çekdar suc kiriye” cuda cuda 5 sal ceza da û ev ceza li gorî xala 5’an a TMK’ê derxist 7 sal û 6’an. Heteyê bi sedema ku zarokan dema suc kir temenê wan di bin 15 salî de bûn û halê wan ê baş, ji bo her zarokekî ev ceza daxist 3 sal û 9 mehan. Dîsa heyeta dadgehê ji bo zarokan bi sucdariya “Propaganda rêxistinê kirine” cuda cuda 5 meh cezayê girtîgehê da zarokan. Ji bo Murat Kaya û Servet Guneş bi sucdariya “Li ser navê rêxistinê suc kiriye” ji bo her kesekî 7 sal û 6 meh ceza birî. Heyetê ji ber helwesta baş ceza daxist 6 sal û 3 mehan. Heteyê piştî ceza birî Kaya û Guneş serbest berda.
Parêzerê wan Vedat Ozkan, cezayê li zarokan hate birîn rexne kir û diyar kir ku Hikûmeta AKP’ê li aliyekî ji bo başbûnê niqaşên guhertina zagonan dike, li aliyê din, li zarokan ceza tê birîn.
© HAWAR NET 2009

No comments:
Post a Comment